Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þagirtê Bedirxan im

 



Konê Reþ

  Ez nebawer im ku malbat wek malbata Mîrê Cizîra Botan Mîr BEDIRXAN, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin û tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin. Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe, warê bav û kalên xwe, jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin; çi di warê civakî û rewþenbîriyê de û çi di warê siyasî de.. Di encam de tev di sirguniyê de, dûrî xaka Cizîra Botan çûn ber dilovaniya Xwedê. Min jî, ev helbesta bi navê (Þagirtê Bedirxan im/ 1996), ji bo zarokên welatê xwe di duyemîn dîwana xwe a zarokan de ku, eynî nav hildigire belav kiriye.. Fermo bixwînin:


Ez pêþmergê welat im
Gerîlayê felat im
 
Welatê min Kurdistan
Warê bav û bapîran

Dêrsim, Zaxo û Botan
Hewlêr, Seqiz û Dokan
 
Sûndê dixwim bi Yezdan
Xwedanê þev û rojan
 
Ez ê hildim ala wan
Bi parêzim banê wan
 
Azadxwazim, ne þerxwaz
Armanca min aþtîxwaz

Ez þagirtê welat im
Roja cengê lebat im
 
Cangorî û xelat im
Li ser rê me va hat im
 
Ta ji min bê bi himet
Bi parêzim bê minet
 
Zimanê bav û kalan
Bi vejînim ji talan
 
Dildarê Niþtiman im
Ji bo gel ez derman im
 
Zaz û Sor û Goran im
Þagirtê Bedirxan im.



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark