Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevger û çapemaniya Kurdî de.. Xelek (4)

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Nehro gotibû:Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Îngilîzî  ji zimanê xwe pirtir zanim,çavên min tijî  stêr dibin .
WÊJE Di  ROJNAMA( ROJA NÛ )De
Di rojnama (Roja Nû) de hin cureyên wêje hatine weşandin; 1-Helbest,2-Çîrok û 3-Zargotin.
Di vê xelekê de;em dixwazin tenê li ser helbestan rawestin;di hemû hejmarên  vê rojnamê de (16) helbest ji aliyên hin nivîskar û pênûsan de cihên xwe girtine;1-(DerdI Dil),Kake Emîn Hiwêznî,hej.(8),2- (Bo xşewîstî me Kamîran Bedirxan); Keke Emîn  Hiwêznî, hej.(9),3-(Hêviya Nû),Osman Sebrî, hej.(15),4-(Şîn),Qedrî Can,hej.


(18),5-(Hawarek),Selahdîn Reşîd Sebrî,hej.(19),6-(Derdê Dilê Min),Naif Hesen,hej,(42),7-(Nejad),T.Îlho Bêdoho,hej,(45),8- (Rengê  kenara me nabê)),9-(Derdê min derd e),Cegerxwîn,hej.(50),10-(keçê Dînê), Meleyê Gerdî,hej.(56),11-(Hawila Mîr K.Bedirxan),12-(Di gel Yarê ),13-(Xwendegeh)Tîrêj,hej.(61),14-(Kovar û Rojname), hej.(69),Cemîlê Seyda,
15-(Pîroznama Dîwana Cegerxwîn),hej.(69)Ehmed Namî,16-(Ronahî Rabûn ),hej.(69). Kake Emîn Hiwêznî di helbesta xwe (Derdê Dil )de  dinivîse:
1-Li zemîn de toxmî Kurd e                      11-  Niştiman Xakî Kurd
2-Dil şikest û reng zerd e                          12 -Rabe li xew dest û bird
3-Xane wêran û ser gird e                         13- Bike derman derdî Kurd
4-Dil kul û dil pir der de                             14- Pîr û ciwan giştî mird     
5-Em karê karê xwe kird e                         15-Hêzêt bilind û gird e
6-Em  toxmy pak û  şîrîn                             16- Bi dengî bilbilî  bak e
7-Sorgulî baxî zemîn                                    17-Bilê zû were kake
8-Awî jiyaniyan lî birîn                                 18-Dest yek bigrin çak e
9-Be sûc hişk bûn  û werîn                           19-Rêgaman  kêw û berd e
10-Gewre man dil wek berd e
Helbestavan di vir de dibêje:Di ser rûyê zemîn de nijad û toxmê  Kurd dilşekestî ye û ewa mînanî pelên Payizê rengzerî bûye,dijminên gelê Kurdistanê gelek xanî û cihûwarên Kurdistanê ji binî de  hilweşandine,lewra jî dilên me niha pir tijî êş û derd in,lê bila dijminên me çak bizanin ko em di têkoşînên xwe  de berdewam in,ji ber ku em nijadek pak û şîrîn in û gelê me jî di vê gulistana erdnîgariyê de, mîna gula sor e, lê mixabin; tenê dijminan ava jiyanê li ser gulistana me de birîne.
Helbestvan bi bawerî û bi vînek xurt nirînên xwe arastî gelê Kurd û dijmnan dike û dibêje:Çi dibe , bila bibe! Kurdistana axa Kurdan e, lewra ez  bang li we dikim  û dibêjim:Ey Kurd ji xewê rabe û derd û zamên xwe bi destên xwe derman bike û divê  hûn bawer bikin, ciwan û pîremêrdên me hemû dilêr,qehreman û hêzdar in  û  divê  hûn zanibin jî ,rêya me  ne dûz e,di rêya me de  kevir û  rêxwarên dijwar jî hene,lewra pêwîst e hûn  bi hev re û bi yekdest rabin û li hember dijminên azadiya Kurdan û mirovperweryê  rawstin.
Osman Sebrî di hejmara (15) an de (Hêviya Nû)  dinivêse:
((….
1-Kes nîne ji dil bo gelê Kurd  bike xebat. 5-Xebata welêt karekî dijwar û bi          
2-Weke Ristem û Îhsan                                          dom e  
3-Bi destên  zorê veke rêya jîn û felatê     6-Me hêvî nema ji kesî,bê
4-Dilgeş bike Kurdan                                     xortên welatî
    7-Ew hîmî welat in.
    …..)).Hej.15.
Osman Sebrî di vir de dixwaze bêje ku çira hêviya kevin vemirî ye,lewra ew çira hêviyek nû ji gelê xwe re  vêdixe, ew  gilûgazinên xwe jî ji gelê xwe dike, lê ew dîsan wireyên xwendevanên xwe bilind dike û ji wan re dibêje:
Erê rêya têkoşînê ji bo serbestiyê ne hêsan e,lê divê em dîsan giyana şoreşgeriyê di derûnên Kurdan de vejînin.
Lê Subhiyê Diyarbekirî di helbesta xwe (Xezel )de malikên xweşik li ser evînê  hûnandiye û ew dinivîse :
1--Navê te filan û bêvan                 8-Derî veke were hundiro
2-Sîng û berê xelkê delal                9-Bejin ziravê  te çav reşê
3-Bûne baxçakê gul û sêvan          10-Çi wextê ko min te ne dît   
4-Xweza ya min bi wê hîngê          11-Fîncana cehrê bi min xweş e
5- Bisk û Simbêlê min û  te             12-Min te dîbû li ser xanîka
6-Li  hevdu bibin mîvan                   13-Min ban te kir bi tilîlka
7- Min te ne dî îro duro                    14- Min go were keçê dînê
                                                             15-Ramusan xweş e  bi dizîka..
      ………..)
  Hej.(18)
Ristevan  pir bi awakî  nîv vekirî  di helbesta xwe  (Xezel)  ya klasîk de bang li dîlbera xwe dike, ew jî mîna pir kesanî Kurd nikane û newêre jî  navê dîlbera xwe di nav gel  û helbesta xwe de aşkere bêje,lewra ew weha bang li delala xwe dike, filan û bêvan! Ew sîngê dîlbera xwe mîna baxçakî  ciwan temaşe dike û di wir de gul û sêvan dibîne,ango; ew di vir de lêçûneke ciwan ji xwendevanên xwe re berçav dike(Memik mînanî sêvên şêrîn û gulên  bêhnxweş) di ber çavên xwe re  derbaz dike ).
Ew pir bi hêvî ye,ku ew heroj hevdu ramûsin,ewî pir zû jî bîriya dîlbera xwe dike,gava ku ew wê heroj nebîne, tengeha evînê li nik wî dighîne qonaqa herî bilind,lewra jî li nik wî baştir dibe,ko ew di wê rojê de cehrê vexwe û êşa evîna xwe bi xwe re têxe gornê .
Herweha jî Selahdîn Reşîd Şahî helbesta (Hawerek ) arastî xortên Kurdan dike û dinivîse:
1-Gelî Kurdan rabin helistin                      6- Destê xwe bavê xencerê
2-Gelî Kurdan rabin bi dest bin                 7-Bêje ev e roja min e
3-Hûn hemî  piling û şêr in                         8-Xewa şîrîn ne bo min e
4-Kurdno nivistinê  ne kin                          9-Roja Kurda  di her hebît
5-Şêro rabe nîvê şevê                                 10-Roja mêra di hebît
    Hej.(19)
Vaye em li jor dibînin çawa helbestvan rasterast bi rêya xortên Kurdan bang li gelê Kurd dike û ew ji gelê xwe dixwaze ko ew bi yekziman û yekdest rabin ser piyan û bi wan re dibêje: Hûn hemû mînanî şêran in û bes e hûn di xewê de bimînin û bila xencer  herdem di destên we de be.
Lê seydayê mezin û helbestvanê Kurdistanî  Cegerxwîn di bin navnîşana (Derdê min dered e) de  dinivîse û  ev in li jêr  hin malikên vebjartî:
1-Şêxê min,destê te êdî maçî nakim ez bes e
2-Kavil û wêran te hêştin,ev sera û medrese
3-Em bi xişt û def û dîlan paşketin tev mane korî
4-Her keşakî deh zimana zanî,rengê Efleton
5-Em çima hov û nezanin, ser di ber de paşve çûn
6-Ger tu Kurd î û Kurdperwer î, em bira ne wesalam.
Hej.(50)
 Wek em zanin ku Cegerxwîn di destpêka temenê xwe de olperst û  Mile bû,lê di pişt re; ew bûye bawermendê Kurdperwerî û netewperestîyê,lewra ew di van malkên jor de bi olperest û Şêxên ne Kurdperwer re  yekser û bi giyanek welatparêzî û şoreşgerî  dibêje:Erê Şêxê min! Ez ne mîna berê me, ez ji vir û pêde naxazim destê te ramûsim, em miletekî bindest in,divê dibistan li gund û bajarên Kurdistanê vebin,keç û xortên Kurdan zane û şiyar bibin û ew hîn bi Şêxan re dibêje:Binêrin çawa Keşên ola xaçperest pir zimanan zanin,lê hûn şûndamayîn e û win naxwazin gelê me jî  wek gelên cîhanê rewşenbîr û xwedan maf û welat be,lê  Şêxê min! Eger tu berevaniya mafên gelê xwe û welatê xwe bikî ,em dikarin bibin bira weselam .


Lê Seydayê Tîrêj jî di dema derçûna (Roja Nû) de pesnê sernivîserê rojnamê Dr.Kamuran Bedirxan bi van malkên jêrîn di bin navnîşana(Hawila Mîr Kamuran) de  dinivîse:
1-Eya Diktor Kamîran, her dem ji  te me sipas
2-Ev riya rast û bedew,ji me re danî te esas
3-Ji dil û can tu rabû bi miletê me Kurdan
4-Erdek hişk û tehtebeş,bi destê xwe te wer da
5-Piştî te mer xilas kir ,şitil jê ra te danî
6-Kanî ji çol û çiyan, bi çokan te anî ser
  …..)Hej.(61)
Em di van malikên jorîn de dibînin çiqas Seydayê Tîrêj bi derçûn û weşandina rojnama (Roja Nû)  xwe û gelê xwe bextewar dibîne û ew dixwaze herdem  sernivîser spas bike ,ji ber ku ewî  bi   deranîna rojnama xwe bi dilekî germ  riya rast û  bingehek bedew şanî keç û lawên gelê xwe dike û ew hîn  bi kelgermî û bi şabûnek bê sînor ji sernivîser re dibêje :
Te tehtê hişk ji nav zeviyê me rakir , te ewa bi destên xwe jî  mer kir,  te  şitl jî di wir de çandin û te ewa  bi eva kaniyên hestên Kurdperweran avda.
Herwehajî Ehmedê Namî  helbestek dirêj û bê navnîşan dinivîse  û em di vir de tenê hin malkên vebjartî dibelgînin .
1-Belê ev zengilê jîna welat e                 7-Cîhan  li te bûye ronî lê nema şev
2-Dibê rabin gelî Kurdan xebat e              8-Cegerxwîn bi xwe ew bûye rêber
3-Eger rabin ji her alî  bi carek                9-Dibê vaye rêya rast  e bidin ser
4-Welatê xwe ji çar goşan bikin yek      10-Dilê te ruhniya çapa (Hawar) e
5-Gelek şerm e bese hêdî ne razin         11-Tijî derd û kûl û kovan  û ar e
6-Me daxwazek heye îro bixwazin          …………                    ……  Hej.(69)
E.Namî  jî mîna pir niştimanperwerên Kurdistanê ji dayikbûna (Roja Nû ) re  dilşad û giyangerm dibe û ew dibîne ko ev rojnama welat û çandparêz
bûye zengilek dengxweş di guhên Kurdistanê de, lewra ew  bang li gelê xwe dike û dibêje:Divê hûn ji her aliyekî de; yanê li çar beşên Kurdistanê  rabin ser xwe ; ji ber ku  razan  di vê demê  de  pir şerm e; lê niha jî  dema têkoşînê ye.Herweha jî helbestvan  ji sernivîserê rojnamê  û miletê xwe re dibêje:Tîrêjên Rojê  û ronahiya Hêvê şevên tarî li cîhanê daqirtandin, lewra  ew bang dike: Ey gelê Kurd divê hûn ji xewê şiyar bin! Vaye helbestvanê mezin Cegerxwîn jî di riya têkoşîna gelê me de bûye şahsîwarê xebata netewî û divê em jî li ser  rêça wî  bê rawestandin  biçin.
  Dumahîk heye

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark