Konê Reþ Berî çend rojan, di civîneke rewþenbîrî de, çend kesên amûdî jî hazirbûn.. Di nav axaftina me de yekî ji wan amûdiyan/ Fewazê Bengo got; þêwra çûka li ser garisê Hecî Berko.. Min jê birsî, gelo tu çîrokê zane? Keniya û li min vegerand; ma ku tu nizanibe ez ji kû zanim.. û wiha min bi kurtî, li gor ku min bihîstiye û ji kalemêran pirsiye, dest bi çîroka Amûda kevin û nû û (Þêwra çûka li ser garisê Hecî Berko ye) kir:
Bêguman Amûdê ji berî 400 salî ve paytexta eþîra Diqorya ye.. Bi serokatiya malbata Seîd Axayê Deqorî..
Dibêjin ku Amûda roja îro, Hecî Berko bingehî wê danîye.. Ev
Amûda nû ji Amûda kevin ya ku niha jê re dibêjin Girê Kemaliyê çêbûye..
Di wî heyamî de, Hecî Berko ji Amûda kevin hatiye cihê eva nû, li kêleka
girê Þermola, ser peravên çemê Darê, garis çandiye û bi demê re mala
xwe jî lê avakiriye.. Bi çandiniya wî ji garis re, firîkê garisê wî toþî
talana refên kuliyan, refên çûkan û Qitikan dibû.. Dibêjin di wan salan
de gelek caran roka li asman, ji ber refên kulîyan, qitkan û çûkan xuya
nedikir.. ziyanên mezin digîhandin garisê Hecî Berko.. Hecî Berko jî
gelek zehmetî ji ber belaya wan didît.. lê bi deyaxeke mezin û bêhedan
garisê xwe ji êrîþên wan kulî û çûkan diparast.. ji ber vê deyax û
parastina wî ji qarsê wî re, xelkên Amûdê û derdora Amûdê ev gotin wek
qerf, hem wek westandina bêfêde ji hev re gotin: (Þêwra kulî û çûkan li
ser garisê Hecî Berko ye). Bi demê re refên kuliyan nebedî bûn û neman..
refên çûk û qitkan man.. Vêca gotina kulî hat hilanîn, bi tenê gotina
çûk ma û gotin: (Þêwra çûka li ser garisê Hecî Berko ye). Ji wê hingê
ve, ev gotin bi firehî li ser zimanê xelkên Beriya Mêrdînê ye û ketiye
nav zargotina kurdî de.
Hêjaye gotinê ku, di salên 1930 û 1940î de endazyar Arif Beg Abbas serokê qewirandin û qirkirina kuliyan bû li Cizîrê..
Bi demê re hin xelkên din ji Amûda kevin li dor xanîk û werzên Hecî
Berko kom dibin, ew jî weke wî garis li dor çemê Darê/ cihê Amûda niha
diçînin û hin bi hin malên xwe lê avadikin.. û wiha ta ku mala Mihemed
Axa, axayên Deqoryan malên xwe ji Amûda kevin tînin Amûda nû û lê bi cî û
war dibin. Ji nû, Amûda nû wek bajar û paytexta eþîra Deqorya rola xwe
dilîze.
jixwe, di sala 1917an de dema ku Elmana xeta tirênê a
(Berlîn-Bexdayê), di Amûda kevin û Nisêbînê re derbas gundê Tilzîwan
kirin û sekinîn, hingê kes li gundê Amûda kevin nema bû.. û bi demê re
mirovên herdu rexên xetê, ji encamê danîna xeta tirênê, mayîn û
têldiriyanan, dûrî hev ketin; bira ji bira, xal ji xwarzê û ap ji birazî
qut bûn, tevî ku pirr nezîkî hev bûn û her roj ji dûr ve hev didîtin..!
Û wiha mirovên di ser wê xetê re ji yên di bin xetê re gotin: Binxetî û
yên di ser xetê re ji yên di ser xetê re gotin: Serxetî.
Hêjayî
gotinê ye ku vê paþiyê navê Kemaliyê li girê Amûdê yê kevin hatiye
danîn, ew jî piþtî damezirandina komara Kemalî di sala 1923an de. Dawî,
dikarim bibêjim ku ev Amûda nû bi xêra çemê Darê, axa û malbatên eþîra
Deqorya û garisê Hecî Berko hatiye avakirin û wek ku kurdan gotiye:
"Heçî berê gula zerê". Hecî Berko yê berê ye û ew gula zerê ye.
Qamiþlo 18/6/2022