Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Ēīrok: Dengź birūskź

 


Wehîd kelež
 
Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka žil, di bin wê baranê de  ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar.
 
Rojîna žazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû,  hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye.
 
Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo žêrîne.
 Bigirî Rojîn girî ne žerme,
girî hedara dile, ew dilê tê kuvažtin, dilê te ye Rojîn.


Taviya baranê ya žazdê bû, li ser Rojîn dibariya, Rojîn bi gundiya re li ser goristanê rawestiyay bû, çavên wê ji girî ne diwestiyan, xatir ji bavê xwe dixwest, xwe di avêt ser termê bavê xwe, ew bavê ji dîtina wî têr nebûyî.
 
Babo hey babo, babo  yê ževên xwe tev li ser sînoran derbaskiribûn,  wî û tirsê žerdikir, wî û mirinê žêrdikir, ta sînor karî wî ji malbata wî ya piçûk bistîne.
Vê goristanê çend xwîžk û bira çend heval û dost û çend dê û bav di hinavê xwe de hembêzkirine?.
 
Bigirî Rojîn, ev mirine, tu kes nikare beramberiyê pêre bike, eve roja girî, jê pêve mirî dibin bîranîn, yan dibin sawîr, hêdî hêdî bardikin û  diçin dûr, carcarna mîna xewnekê tên bîra me bîra me ya dagirtî derd û xem.
 
Sal dizîvirîn mîna banlîsokên toza gundê me dizîvirî, mîna destarê meta Behyayê dizîvirîn, sal dizîvirîn mina dolabê ereba hecî birahîm dizîvirîn.
 
Rojîn keç bû, keça gunda bû, kulîlka serê lawa bû, desmala li sere desta bû.
Dem derbasbû keça gunda bû mêvana morana kolanên paytextê,
kolanên dagirtî mal, mirov û awirên biyanî, her tižt li ber çavê wê biyanî bû.
 
Bi xêr hatî Rojîn:
- Eve bajarê te yê nû, û eve warê pariya nanê te yê jehirkirî.
Bigirî Rojîn, bigirî Rojîn, girî ne žerme, ne tenê jin di girîn, di vî welatê kambax de, gelek caran mêr jî di girîn, can digirî, dil digirî, heta  dibêjin kevir û dar jî di girîn.
 
Bigirî li ser wan çûkên ji destê te genim û av dixwarin û divexwarin.
Bigirî li ser giyayê wê mêrgê, yê ji pê yê te xunav di vexwar.
Bigirî li ser bavê xwe yê bêguneh, yê li ser wî sînorî hatî kužtin, sînor û girî û sînor û girî û sînor û girî û ta kengî xewnên mirî?.
 
Sal û dem derbas dibûn, taviya buharê ya bîst û yekê li žamê dibariya. Di gulîstanê de, Rojîn û yarê xwe yê biyanî rûnižtî bûn,
yarê wê yê biyanî  serwerê karê wê bû, bi derewên heskirinê û pîlanên evînî dilê Rojîn û hižê wê revandibûn, lê hîn ne gihiștibû merema xwe, daxwaza wî ew bû, ku kulîlka temenê wê biçin, biskên wê li tiliyên xwe alandibûn
û baran dibarîya.
 
Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka žil, di bin wê baranê de  ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar. Dêmên Rojîn di nava destê wî de sor bûbûn,  gih ji serma û gih ji žerma.
Her du mîna du lehengên filmekî evîndaran bûn, wî pesnê çav û keziyên wê dida,  û hêdî hêdî
lêvên xwe nêzîkî lêvên Rojîn dikirin.
 
Di gava dawî de, û ji berî lêv hev bižewitînin, û hîn baran dibarîya, ji nižkêve birûskê bi hêz lêxist, dengê wê mîna dengê hezar topan bû,
bi wî dengî re canê Rojîn yê serxwež žiyarbû û hat vewežandin, dengê wê birûskê mîna dengê wê topê bû, ew topa kujer ya bavê Rojîn kužtî li ser wî sînorê dirêj, dengê wê topê sed volqan di xwîna Rojîn de derkirin,
Rojîn rawestiya, û dîmenên kužtina bavê wê, hatin li ber çavê wê.  
                
Rojîn serê xwe hilda, gulistan û cade bi žûn xwe de hižtin, û di bin wê baranê de direviya û direviya li dîmenên bavê xwe digeriya.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark