Mihemed Hesko(birasoz) Þûnzaya bi darzêtûn e
Bi þengebî û beybûn e
Bi royê re peydabûn e
Warê jiyan û hebûn e
Efrîna bedew xemgîn e
Her dilkêþ û dilrevîn e
Dilþikestî bi birîn e
Hey wax me dî kes nebîn e
Dilkêþ e, rind û bihuþt e
Hêlîna ji xewnan miþt e
Kevoka bi hawar û qiþt e
Bê xwedî ma û bê piþt e
Ji dest bê bavan dinal e
Dirindeyî bi ser de zal e
Jiyana lê tûj û tal e
Þev û roj di bîr û bal e
Lê hêwirîn hirç û keftar
Dizin, nûkerin bê hefsar
Bêjîn e,war bû tar û mar
ji rewiþtê rûtin wek mar
************
. Almanya 01.06.2022