Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cwbna rbaza drok evn di romana vna evn a nivskar Luqman Silman

 


Rêber Hebûn

Vîna evînê mîna çîrokek e rastî di nav xwe de êwaza zindî ji danîna xelekên bi hevgirêdayî ye, têde mirov dikarê demek e zor ji dîroka kurda û pêkhatiya xiristiyanî yê ligel kurdan bi hevdû re rastî tund û tojiyê hatibûn têbigihe, û ol dibû destika bingehîn ji dewamkirina qirkirin û destdirêjiyê, lehenga romanê Çeto û hezkiriya wî engê mînaka hevjiyana hevbe diyar kiribûn û dixwest nivîskar Luqman Silêman bi rêya vê romanê  ne tenê behsa buyerên çêbbûyî bike,


 lê jiyana millet di wê çaxê de, û kiryarên dewleta Tirk dermafê gelê kurd bi rêya opandina nivîskar ji kêeya legeriya neçar, ew çûna bê veger , bi êweyekî tenik û zîz jiyana mirovê kurd,  hizrê wî  û hurgiliyên jiyanê û peywendiya  takesan bi hevû re derbirîn bike bi giyanê wê çaxê, û ev yeka ji xwendinek e kûr û dirêj ji dîrokê ve pêktê û herwiha diyar dike peywendiya nivîskar bi xwedî temenmezin re, têkiliya wî ya zindî bi lehengê vê romanê, û pirsa li ser ziman timî ew e , gelo çawa xelk di wê çerxê de jiyabûn,  û bi çi rengî mirov berxwe dide, çawaniya ramandina civakê û nêzikbûna mêrên ol ji desthilatê, û bandora gotara olî li ser millet , cêwîbûna ol û siyaset, û lîstina wê rolek e serek e di jiyana civakan de, û rewa kêmbûna zanînê , xizanî û perîaniyê.

Ev roman bi awayê sînariyo filimekê hatiya danîn, û bi rêbazek e dîrokî behsa rewa demekê û cihekê dike li herêma cizîra Botanê û cizîra bin xetê  heta Dêrikê dike,  û di navbera herdû xetan de deshilat ji hevdû cuda dibin, û yê li herdû aliyan de ziyan û êê dikînin  dîsa kurd in.

Çawa ol dibe destikek e ji cudakirin û parçekirina civakê û dîtina civakê ji evîna du kesên cudareng , ligel nakokiyên oldaran yên hinekan ew herdû evîndaran  lihevdû mehir kirin û hinekan ji hevdû dane berdan
 wek ku di van xêzan de diyar dibe , wisa lehengê romanê ji danerê vê romanê re dibêje :

(Luqman binêre çi hate serê min!
Wê eva ku min engê revand û bir e cem mele Hisên ji min re negot: Madem te nuha jinik revandî ye li te nayê mehirkirin, ne jî pirsa mêrê engê kir, yan pirsa zarokên wê kir.
Di wê evê de mele Hisên engê li min mehir kir, ji min re negot dibe ku ev jinik ducanî be ji mêrê xwe.
Mixabin pismamê min mele Fendî ji engê ji min da berdan bêyî ku ji min re bibêje û dêrê ez ji engê dame berdan bêyî ku jêre bibêjin.
Binêre bi navên olan çi anîn serê min û enga Xeristiyan?)


û di nav wan herdû pêlên dijwar , zimanê evînî digere di xêzên vê romanê de, mirov dixe rewek e hestiyar de, cîhan li vir dûbar e dibe bi awayekî hunerî tê avakirin, û wek ku huner bixive û vê jiyana hevgar binirxîne û helwestekê beranberî wê deyne, ew evîn çawa destpê bû û çawa bi dawî bû di nav tirs, bizdan , û dûrketin û hevdîtin, û bi dawiyek e xemgîn ev roman bidawî bû,
wek ku em dibînin R 302:

(Çeto digot: heger ku ez û Emînê carek e dî li jiyanê vegerin, ez ê carek e din wê birevînim û ji wê pêve min kes navê, nedikarim ji kesî hez bikim wek e hezkirina ku min ji engê hezkirî.
Xwedê mala bêbextiyê wêran bike!, xwezî mirovan tu caran ji hev hez nekiriba, daku ev barê giran hilnegirtiban.)

 Helbet huner û sazkirina rêbaza romanî li vir bi awayekî romantîk hatibû hunanadin, û tevinekê di nîgaê xwendevan de rêsandibû , ligel pesindana cîgehê  det û newal û çiya û xanî, têde erdnîgariya Kurdistanê diyar dibû, bi rêya wênegirtina cihê mayîna çeto  û reva wî ji cindirmeyan ,geh bi Ehmed re û geh bi tenê, û ew çûna di navbera herdû parçên kurdistanê de, û jiyan bi yek êweyê bû , zor û ikence , pepûkî û bêzarî nîanek xuyanî bû di riwên kesayetên vê romanê li ser cudabûna navdariyên wana, û dema mirov li dîroka berê dinêr e, berketî dibe  dema niha û rêbaza çûyîna qunaxên demê , û xalek pir girîng heye divê ez bînim ziman û ev xal girêdayî ye bi rêbaza romana dîrokî û kêm romanivîs berî xwe didene vê rengê nivîsandinê , ji  ber ku pêdiviye li ser romannivîs dîroknas be jî , û herdû axên zanistên mirovî bi awayekî afrênerî bikarbîne ji bo xizmeta hunera bi bandor , hunera hêjayî bi serpêhatiyên mirovê zanyar û keda wî beranberî dadgehên keysbaz û zorkaran .
pergalek e hunerî dagirtî ê, xemgînî û bi pergalek e romantîk û hestiyar bê avakirin, wisa romana vîna evînê xwest rewa gelê kurd bi nimûneya lehengê romanê diyar bike,  û dikarîbû nivîskar têde azariya civakekê bîne ziman ji nifê niha û bê re.
https://youtu.be/ZNmE9jM1HLE

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark