Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: XWEBN

 



Xizan îlan

ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikiim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeim


tûrikê pêeroja nediyar
bi îlhama eqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqiînim
ez
tovên xwebînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û  hezkirinê pêkeî xêrnexwaz
û dinyaya derewîn dikim
nalîn û lorîna dengbêjên kezebperitî
ewq û emala awirên zarokên bêxwedî
di qolincên berbanga rûken de
dihewînim
ez
wîzewîza bayê hêviyên ge
tîrêjên stêrka azadiya ramanê
feryad û fîxana bilbilê xemkê
di paila keskesora aso de
vediêrim
tilîliya dîlana adî û serkeftinê
germa silavên heval û dostên sadiq û dilpak
çirûskên finda rûmet û hurmetê
di qefesa sîngê kaniya baweriyê de
diparêzim

Xizan îlan
2022-05-05
Stockholm
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark