Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

rok: QASO

 


Dr. Xelîl Omar

  Payîz hat û pê re cilên belengazan qetiya û bû wexta kelandina danuwan û raxistina pastêq û mewîjan..bû wexta icacok û hilfirandina qir û qalan..bû wexta berdana bexçe û mixtiyan û bû wexta seyandina xaniyan.
– Law Ezîzo, qey divê ez ji ber Qaso ji gund barkim?! ..Çêleka xwe berra ser cêza genimê min dide, mirîkên wî her roj di hewa me de ne, kûçikê wî bi zarokên me digre! ..Eger ji amê xwe re, te ew alpozan kiriba; minê orta herdû çavên te maçîkiriba!  Hanî gilî û gazinên xwe, bi biraziyê xwe kir.
..Qaso, mirovekî kal e, dûrîer e, mê jê na ê e û pênc wext diçe mizgeftê. lê mêrik ekere zikê nade û dibêje "xêratî ela benatî"¹ û ji bo wilo jî hinek dibêjin, têkiliyên wî bi kemûnistan re heye û herhavîn ew bêê dide wan


   Rojeke melûl e, bê deng e û tevgereke nezelal li pala gir digere û ji wêderê pîkaba gewr riya Marîtê girt û toz bi dû xwe xist û berî ko bighê gund li destê rastê zîvirî û li ber benda Qaso got zîq û sekinî û di cih de, zamûtên Ezîzo xwe jê avêtin û bê vir de û wê de raserî mêrikê "kemûnist" hatin û kero te çi xwariye! ..Xanimê kire hewar, zarokan kirin qîrîn, bûka malê bi xwe ket û porê xwe kiand; lê hemû ji bo mêrikê serbixwîn bêkêrbû.
– Evaya nîna ye, hîna tirnîna bi ûnde ye, ez ji …-ê te bim, ko rojeke din apê min gazinekê ji alî te de bike yan ez bibihîzim, ko dîsan siwarên piskilêtan li cem te bûne mêvan! Ezîz gef li mêrikê "sor" xwar û mifte li pîkaba ifirlê xist û pêxwasên wî bi hev re xwe avêtin paiyê.
– Xwedê mirov biparêze ji ya, ko hayê wî jê nebe! Qaso got û pita xwe sipart bendê û destê xwe bi birînên serê xwe xist.
– Gurê har bi wan bigre, devê wan li kevirên re keve, bibin weke peza qurbanê! Xanimê nifir li wan kir û hibriya xwe vekir û li dora serê biîndar gerand.
 -------------------------------------
¹ Bera xêra min ji keçên min re bin.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark