Paskal wisa dibîne ku mirov rizgar dibe dema bi tiştekî ve tê
girêdan an pê bawer dibe an dema bîre hemdemiyê dike di jiyanek e din
de, û nîşan dide ku şahiyê bi rengê hilatina hêviyê tê xwezîkirin, lê
mebesta Paskal gelo çibû ji vê baweriyê, mebesta wî meraqa yê naye
temirandin , û ewa mirov li şadiyê bi rêve dibe, bê ku têkeve xefka
sekreta bi êş ve, ji ber ku ew henas namrin lê vedigerin pergalê xwe yê
pêşî, û xwe bi heyîn û jîndar ve dikin yek.
Lê bîrkar û bîrnasê Ferensî Rînêh Dîkart 2 vê rastiyê dibîne di xwe de û wisa dibêje:
(
Ez baş dizanim ku li cem te hişek î gurbûyî heye, û tu hemî cureyên
dermên nas dikî ji bo tu xemgîniya xwe aram bikî, lê ez nikarim ji te re
nebêjim ku min dermanekî dît gelek bi bandor e , ne ji bo bi min re
alîkar be , ta ku ez sebir bikim tenê mirina kesên yên kêfa min ji
wana re tê lê ji bo ez ji mirina xwe nema bitirsim, tevî ku ez ji wan
kesên yên jiyanê gelek hez dikin, û ev derman ewa dîtina me ji xuristiya
henasê me re ye, ew henasên yên wek ku ez baş dinasim ku piştî gewdeyê
dimînin, û ew ji bo şadî û kêfê re hene , gewretir in ji yên ku em pê
kêfa xwe li vê cîhanê de diqedînin, û ez nikarim biramim ji derveyî ku
ew kesên yên mirin hatibûn e veguhêztin li jiyanek e aramtir û zelaltir
ji jiyanê me , û em e rojekê tevlî wana bibin , û em e bi xwe re
bîranînên berê rajin, û ji min diyar dibe ku bîrek e hişmendî li cem me
de heye û ez piştrast im ku ewa ji gewdehê başqe ye.)
Dema
Dîkart behsa rewşa tirsê ji mirinê dike jiyan pê gelek zehemt dibe bi
çûyîna kesê mirov jê hez dike, û bi çendîn ku em jiyanê hez dikin û pê
şad dibin, bi qasî em bêhtir li ser xwe ditirsin dema yê em jê hez
dikin bar bike û bi çûyîna wî em dilzar dibin, û wisa jî tenahî mîna
hestbûna bi mirinê ye, me dihêle ku em Pê re rûnin.
------- --------
1-
Blaise Pascal : (19 Cehzeranê 1623- 19 Tebaxê 1662), Fîzîkyar, Bîrkar û
bîrnasek î Ferensî ye, ew yê ku jimarînkê afirandibû, şêwazek e nû ji
pexşana Ferensî saz kiribû bi koma nameyên wî yên gundî.
2- Rênêh
Dîkart : (31 Avdarê 1596- 11 Reşmehê 1650) Bîrnas, Bîrkar, Fîzîkarek î
Ferensî ye, navdar e bi bavê felesefa nûjen, ew yek ji kesayetên
bingehîn di dîroka şoreşa zanistî de.
Niha em werin li
Bîrnasê Holendî Barux Ispînoze 1 binêrin, dema behsa mirinê dike,û wisa
pesindan dike û dibêje : ( Hişê mirovî naye wêrankirin bi rengek î tam
bi laş re, lê tiştekî nemir têde dimîne.)
li vir bîrnas Ispînoze
li dor metirsiya nemiriyê ji nû ve dizîvire, guhertina ev laşê mirovî ji
tiştekî berhest û din û wisa bi heyînê re temam dibe, ango jê re
vedigere bi hêmanên wê yên tam ve û dibêjê jî : ( me bi hişê mirovî ve
tiştekî girêneda, ango berdewamiyek e em nikarin bi demê ve diyar bikin,
ji bilî ku ew tişt hebûnek î ji laş re derbirîn dike, bi rêya
berdewamiyê şîrove dike û em karin bi rêya demê ve nas bikin, ango em
berdewamiyê pêve girênadin ji derveyî hebûna gewdehê, lê tevî vê yekê jî
pêdiviyek e nemir heye bi hebûna xwedayekî bi xwe, û ev tişt bi mêjî
ve girêdayî ye û wê serdemî bimîne wekî pêdivîbûnekê.)
li vir
Ispînoza serdemiyê binav dike, nemiriya hiş, nemana laş û guhertina wî,
ji ber ku mêjiya mirovî di çarçovê vê wateyê de dimîne, û di nav nifşan
de digere, bi rêya ramanên yên ku bi nirxên jiyanê ve ne bi mirinê ve
girêdayî ne.
1- zarzariya mirovê zanyar ku reşbîniya reş
hilkişîne a ku girîngiya ramanê û wijadanê bi hevdû ve girêdide, û
hewil dide ku bi hawara bêmadîbûyan ve here, yên xwe xistin e di binê
dîtina a wêranî pîroz dike û tiştê pê girêdayî wek tundirewî,
nijadperestî û heznekiriya a din.
2- danasîna bi valahiya
hestbûnê bi bê hêviyê, û kar ji bo duristkirina dîmena jiyanê a ku li
ser têgehên sirûştî de fişarê dike, bi rêya gurkirina hestê afrênerî ji
bo jiyankirina jiyanê bi awayekî baş û li ser afrêneriyên mirovê zanyar
li hebûnê de derbirîn dike .
3- cengawerîya li hember
paşverûtiyê, ji ber ku ew riwê herî kirêt e ji mirinê re, û xwe bi
çekirin bi felsefa jiyanê di qonaxên mirovê cur bi cur de heta qonaxa
dawî a wî dibe ramandin û çêjtina bi dawî encamê û bi kirdeya tevgera
demdirêj ve hatiye naskirin.
4- danasîn bi başiya ramandinê û
nûbûna wê û ewa pergalek e tekane ye ji pergalên jiyana ne berçav re û
xebatkirina wê bi dîmenek e gurbûyî bi rêya wêje, huner û ramanên azad
ve.
-----------------------
1- Barûx Ispînoze ( bi holendî
Baruch Spinoza) ewa feylesofek î Holendî ye , ji girîngtirîn feylesofên
çerxa hefdan, di 24 ê . meha 11, 1632 an de li Emistirdamê hatiye dinê,
û di 21 ê meha 2. 1677 an de li Lahay de koça xwe kiribû.
De
em herin li cem feylesofê zanyar yê Elman Êmaniwêl Kent 1 ta em nas
bikin pesindayîna wî ji mirinê re di çarçovê hewildana wî ji tekeskirina
nemiriyê û wisa dibêje : ( mirin tenê ew maska ku li paş xwe çalakiyek e
herî kûr û encamek e xurt vedişêre, û tiştê ku yase wek mirinê bi nav
dike, ewa dîmena berçav e ji jiyana min re , û ev jiyan ewa jiyana sincî
ye, û tiştê ku bi nav lê dibe mirin nikare tu carî karê min qut bike,
ji ber ku karê min divê here serî û pêdiviye li ser min ku ez bi erkê
xwe rabim, ji ber ku ti sînor ji jiyana min re tune ye, ez nemir im.)
nemiriya
destkeftî li cem Kent tê binavkirin bi diyarkirina nirxên sincî yên
perde radikin li ser wê hevanînê di navbera mirovê karker û xebatên
wîna de, bi wê çalakiya yê xurtiyê encam dide, û pişt re dibe karek î
nimûne, û tiştekî giranbuha, destkeftî bi wê berztir dibe, û pê mirov
serbilind dibe, ta bibe ew hêza a bikartîne ji bo zanîna jiyana nemir a
ku pê bawer dibe bi rêya berdewambûna tevgerê yê ji hewlidanê baş re rê
vedike, û wisa geşiyekê dide karên rast yên dûr ji dîmenên sexetbûn û
pankirinê, ji bo başkirina jiyanê û têgihiştina wê bi awayên cur bi cur,
û li paş wê maskê yê ku Kent binavkiribû radiwest e, û ewa maska a li
paş wê çalakiya şerpîn û pêkanînên gelek dimîne û zimanê rewşa wî ewa ku
gelek tişt hene li benda mirov in bi rêya berdewamiya hewildanê, û
nameya zanyarî ranaweste lê zêde dibe ji nifşek ta nifşek î din , û em
li vir jî Hîgil 2 dibînin serkêşê felsefa nimûnî ji me re behsa li
hevhatina giyan bi henas re dike û dibêje : ( Mirin ew evîn bi xwe ye, û
di mirinê de evîna bê sînor aşkere dibe, ew yekbûna tiştê ku xwedayî ye
bi tiştê ku mirovî ye, û xweda bi xwe re bi yek e di mirov de, di nav
bê dawiyê de ye , û bi rêya mirinê xweda xwe bi cîhanê re li hevanî, û
bi xwe re heta hetayê li hev tê.)
Viyana heyî di jiyanê de a dibe
çavkaniya çi afirandin û tevgerê berz dibe, dema nêzî rewrewka tunebûnê
dibe, û dibe ku temamî di mirinê de ji hewildana mirov ji bo wê hinekî
bê alî bike dertê, ji bo ku evîna mezin bibîne , bi axaftinkirina
heyînê di kêlîkên berî dawiyê, ji ber ku peywendiya mirov bi jiyanê re
ewa bi xwe jî rêyek e ji nasîna dijî wê , û pirs ji hizr dûr naçin bi
amadebûna mirinê an bi ne diyarbûna wî, û ev ji me re evîna bê sînor
diyar dike, yê ku di mirinê de li cem Hîgil de berz dibe.
----------------------------------
1-
Imanowêl Kent : feylesofekî Elmanî ye ji çerxa 18 an e 1724- 1804,
jiyana xwe hemî li bajarê Konîgisbêrg de derbas kiribû, ew yek ji
feylesofên serdema ronakbîriyê ye.
2- Curc Flîlihm Firîdêriş Hîgil: 1770-1831 feylesofekî Elmanî ye, dameznerê felsefa nimûnî ye li dawiya çerxa 18 an de.
Lê
ewa li cem Şopinhawir 1 de nîşanek e li ser valahiya bê dunde ye, yê
ku ji jiyanê û rastiya mirinê venaqete û li vir dibêje : ( derd ewa
çûyîna çarenûsa rastîn e ji mirov ve, wek ku divê em li mirinê meyze
bikin mîna armancek e rastîn ji jiyanê re, ji ber ku ewa di kêlîka
mirinê de çi mirov di derbarê rêza jiyanê de biryar bide , tenê dimîne
danerkirin û pêşgotin, û têkoşîna a ku di jiyanê de diyar dibe bi
awayekî vala û bê dunde û nakok ve bi xwe re mirov dighîne encamekê ku
vegera ji cîhana wê mîna rizgariyekê ye . )
û tiştê ku Şopînhawir
gîhaye wê li ser rastiya vê jiyana nakok û aloz de, bi awayekî vala û
puç ve mirov dighîne encamekê ku mirin mîna azadiyekê ye ji wan
zehmetiyên xuyanîbûyî mîna paşverotiya kirêt, nexweşî û zordariya
belavbûyî li cîhana xelkê de, ev hemî mirov reşbîn dike, lê tevî vê jî
viyana xwestina jiyanê ferehtir dibe tevî rastiya wê ya berve wêraniyê
ve diçe, ji ber vê yekê mirov pêdiviye li ser wî di jiyanê de xwedî rol
be, ji ber ku jiyan ji malzaroka mirinê ve dibişkive, û ne tenê mêjî
dikare bersivê bibîne û ne jî takes dikare bi tenê zanistekî saz bike,
ji ber ku kêmanî di her destkeftiyek e mirovî de ye bi giştî, ji ber vê
yekê Nêtşe 2 dibêje : ( ti dem derbas nabe di nav kêliya jêhatîbûna te
ya dawî ve û yekem tîrêjekê ji berbanga jiyana te yê nû re, û wekî
çirûsîna birûskê wê cih diyar bibe, tevî ku gelek jîndarên saxlem guman
dibin ku milyarên salan derbas bûn e û nikarên wêna vegerînin, ji ber
ku ne demî û dûbarekirina rojbûna zindî li hev tên dema mêjî xwe dide
aliyekî)
-------------------------------------------------
1-
Arser Şopînhawir: 1788- 1860 feylesofekî Elmanî ye, navdartirîn
berhemên wî pirtûka : cîhan viyene û ramanek e sal 1818, li bajarê
Danzîgê hatiye dinê.
2- Nêtşe : 1844- 1900 feylesof,
helbestvan, rexnegir , rêzimanvan, lêkolîner û sazjenekî Elmanî ye,
xebata wî bandorek î pir mezin li ser felsefa Ewrûpî û dîroka ramanê
nûjen de çêkiribû.
https://youtu.be/Ti0vrFa01yY