Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di nehemn salvegera xwedalxwe Ezz Daw de

 


Idrîs Hiso - Hewlêr

Di nehemîn salvegera bîranîna koça dawî ya sekreterê Pratiya Wekhevî Ezîz Dawê de ku di 11.04.2013an de bû, hejmarek ji hevalên Wekhevî ji wan jî sekreterê heman partiyê yê niha Nimet Dawûd nivîsandiye dibêje: Di nehmîn salvegera te de, em soza xwe nû dikin ku, em dê berdewam bin li ser xebata jibo bidestxistina mafên gelê xwe di Sûriyeke democrat, firenetew û nasnameyan de…hd
Ez xwedalêxwe nasdikim, û jibo maweyê bêhtir ji deh salan ez endamê partiya Wekhevî bûm, ez gihtim pileya endamê ax jî.


Sala 2012an, meha Êlûnê  li Hewlêrê li mêvanxaneya Çar Çira min ew ligel hevalekî xwe ku ew jî endamê sax bû, dît û me behsa gelek mijaran kir, ji wan jî ew bû; li gorî guhertin û bûyerên ku niha li Rojhilata Navîn û Sûriyê dibin, me wek Partiya Wekhevî, yan jî wek ENKSê çi pilan heye, nerîna me çi ye, hûn çi dibînin pitî zêdetir ji 50 salî di nav karê siyasî de? Min got û berdewam kir heger wek niha birêve biçe, dê xort û keç, ew ên ku hene jî dê xwe bidin alî, bi vî êweyî em nikarin ti karî bikin…û hin mijarên din jî min li gel xwedêlêxwe Ezîz behskir.
Bersiva xwedêlêxwe bersiveke syre bû got: “Idrîs bi xwedê keko em ev in, tu jî azad î”
Min jî got: “Bi vî êweyî kar nabe û tu her sax bî mamosteyê hêja.”
Min ev titê ku bi min re qewimî jibo mêjû got, rêza min jibo xwedalêxwe Ezîz Dawê heye û jibo her kesekî ku bidilsozî barê miletê xwe rakiribe, helbet di vir de ez behsa dilsozî, rastî û têgihtina xwedalêxwe nakim, lê ez behsa êweyê kar û xebatê û encaman dikim.
Vêja rehma xwedê li giyanê mamoste Ezîz Dawê be, herwisa û bi herhalî pêdiviye ez bêjim di nav partiya wek hevî de min karê hizbî kir û em bixwazin nexwazin bandora wê demê li ser kesayetî û hizrê min hebû, lê herwisa pêwîste mirov bêje karê “hizbî” karekî xav bû, ne li gorî xwestek û hêza xortan bû, helbet hokarên vê yekê hebûn, lê gelek kar hebûn mirov dikarîbû bikra, û ti hokarên nekirinê nebûn, lê ne niyeta kirina wan karan hebû, nejî ti pilanekî daritî hebû….bi herhal.
Îro di nehemîn bîranîna Ezîz Dawê de ez dixwazim ji serkirdeyatiya Wekhevî herwisa ji serkirdeyên partiyên din jî, erê pitî ewqas sal titek hatiye guhertin? Mebesta min ne guhertinên li Sûriyê û navçeyê, lê belê ti guhertin di karê we de bûye? pilaneke we ya kar heye? Xiteyek heye hûn li ser kar bikin? Erê çi karê serkeftî ku girêdana wê bi jiyana xelkê ve heye yan jî nîne bûye? di kuderê de serkeftin hebû, di ku derê de binkeftin hebû?
Bernameyên we jibo Ziman, Perwerde, Ketukal, abûrî, bazirganî û legerî çi ne? armanca we ya dawî ku xwedêgiravî hûn jibo kar dikin çi ye? Aya hûn dixwazin desthilatê bidestbixin, çawa? Heger we bidestxist çi li cem we heye hûn pêkêî xelkê bikin.
Vêja ez dixwazim nasbikim, we û xwedalêxwe Ezîzê Dawê soza çi bihevre dabû, soza ku hûn wek xwe bimînin, xwe neguherin, wek xwe bimînin çi bibe bila bibe? Wek xwe bimînin li ber çavên xwe nebînin bê çawa welat ji keç û lawên xwe vala dibe….hûn bi xwedê kin ji me re bêjin bê we soza çi bihevre dabû?!
Hewlêr 11.04.2022

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark