Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: JANN BDENG

 



Xizan îlan

ez
nexa temenekî talanbûyî me
keftarên demê
li ser erdnîgariya xaka mesûm
cirîdan diavêjin
sînorên bedena westiyayî
xwîn vediriin


salan kirasê xeman li rojên ad
pêçan
berbangên rûken bi axîn û nalînan
avis bûye
heyva nîvbiriqî
di îskeîska gewriya xwe de
fetisî
rengê kulîlkên baxê hezkirinê
çilmisî
zimanê pênûsê
di keserên helbesta birînkûr de
lal bû
kaniya hevokan li ser kaxizan
miçiqî
qayika xwegotinan
serûbin bû
keskesora hinav xatir ji min xwast
li xwesohbeta evên ên
çîrokên dapîra min
sêwî man
pelên dara hêviyê
li ber bayê zaliman
berba bûn
felekê toza bagerê li ser xeyalên rût
daweand
kabusên xewnan
hevalcêwiyê bêxewiya
evên min in
janêên bêdeng dilop dilop
li ser zeviya giyanê xapînok
dibarin
bextewarî
di qêrîna rondikên çavên rebelek de
xeniqî
çirûskên agirê eqa dilê sermest
vemirîn
sebir
li kolanên xeribîstana xopan
tarûmar bû
perdeya hestên jar û neçar
veçirî
zexelên demê
kêf û sefaya seyrangehan
ji min dizîn
konê kul û kederên xedar
di paila evên melûl de
vegirtin
çûkên qefesa qeliî
ber bi warên nediyar ve
fîrar kirin
kezeb û cîger li min peritîn
bêtalîha jiyanê bi sikura min ve
hatiye zeliqîn
her ev û roj
bêhna mrineke bêwext
ji henesa min ya tengbûyî
difûre

2021-06-11
Stockholm


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark