Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Romanekê Herikandina Hiş: ZÊRO

 

                             
Lokman Polat

Nasnameya helbestvaniya Ezîz Xemcivîn di romana wî de derdikeve pêş û em/xwendevan rastî vegotineke helbestî û herikbar tên.
……………………………………………………………….
Min digot qey birêz Ezîz Xemcivîn tenê şaîre/helbestvan e, lê paşê min bihîst ku ew roman jî dinivîse. Romana wî a bi nave Zêro di sala 2012an de li bajarê Hesekê/Rojavayê Kurdistanê hatiye nivîsîn  û di sala 2019 de li Almanyayê du caran hatiye çapkirin. Çapa wê a duyem di nav weşanên “Sersera” de hatiye weşandin. Pirtûk 197 rûpel e.


Dema mirov dest bi xwendina romanê dike, hêj di rûpela yekem de herweke ku mirov helbesteke hunerî dixwîne.  Romannivîserên ku berê helbest nivîsîne û paşê derbasê romannivîseriyê bûne, bi zimanê xwe ê lîrîk û helbestkî romanên serketî dinivîsîn. Ez çend helbestvanên hêja ên ku nas û dostên min in dizanim ku wan pêşî helbest û paşê romanên serketî nivîsîne.
Di destpêka romanê de diyalogek ku kî bi kê re diaxife nediyare heye. Ev dialog li gorî şêweya rêbaza herka hiş yan jî herikandina hiş hatiye nivîsîn. Ji xwe li gor zanîna min, fikir û ramanên min, romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” romaneke herkandina hiş e û li gorê stîla şêweya helbestroman hatiye nivîsîn. Zêro hem navê romanê ye û hem navê lehengê romanê ye.
Zêro ji xwe re xwe bi xwe re diaxife. Qala cure tiştan dike, êtîmî û sêwîtiya xwe rave dike. Dê û bavê wî mirine. Ap û jinapê wî ew xwedî kirine, mezin kirine. Roman bi giranî ji axaftinên di hişê xwe de û ji diyalogên hundirîn pêk hatiye. Zêro di trênê de rêwî ye, lê ji xwe re di hiş û eqilê xwe de xwe bi xwe diaxife, qala tiştan dike. Ji ev cure berheman re berhemên herka hiş dibêjin.
Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên wêjeyî li gore teknîka herka hiş hatiye hunandin hene. Herikandina hiş re bi tirkî “bilînç akişî” û bi ingilîzî “flow of consciousness” dibêjin. Joyce, Wîrgînîa Wolf, Faulkner û di nav nivîskarên tirkan de jî Bîlge Karasu vê şêweya herka hiş bi kar tînin. Hinek berhemên post/modern û bi taybetî jî berhemên ku bi herka hiş hatine nivîsîn giranin. Berhemên Joyce, Wîrgînîa Wolf, Faulkner û Bîlge Karasu giranin. Di kurdî de jî ev cure berhem kêm in, hindik in. Mirov dikare bibêje ku hêj nû çend nivîskarên kurd dest pê kirine û bi vê şêweyê, bi vê teknîkê dinivîsin, berhem diafirînin. Çend nivîskarên kurd jî vê teknîka nivîsînê bikar anîne. Wek mînak ez navê çîroknivîs û romannivîsekî bibêjim. Pirtûka kurteçîrokan a birêz Şêxo Fîlîk “Bêbavî” û romana Îbrahîm Seydo Aydogan “Leyla Fîgaro” herdu berhem jî li gorê teknîka herikandina hiş hatine nivîsîn.
Pirtûka kurteçîrokan a birêz Şêxo Fîlîk “Bêbavî” û romana Îbrahîm Seydo Aydogan “Leyla Fîgaro” û romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” ev hersê berhem jî di nav vê kategoriyê de ne û bi norm û forma post/modernîzmê, bi şêweya herka hiş hatine afirandin. Helbet post/modernîzm û herka hiş eynê/heman tişt nîn in. Nivîskarên ku bi teknîka herka hiş û bi form û metodên post/modernîzmê dinivîsin bi vê teknîkê ji modernîzmê cuda dibin û teknîka ku ew bikar tînin dibe her weke rexneya modernîzmê. Post/modernîzm ekoleke ku piştê modernîzmê derketiye û berferehe. Herka hiş di nava wê berferehiyê de teknîkek e. Ev teknîka herka hiş teknîkeke ku post/modernîzmê bikar aniye. Herka hiş beriya post/modernîzmê yanî di dema modernîzmê de derketiye, ew dem hebûye lê ji bo ku li modernîzmê rexne girtiye weke teknîkeke post/modern hatiye hesibandin.
Helbet nehemû, lê hinek berhemên herikandina hiş û herweha berhemên post-modern  giranin, xwendina wan zahmete, bi zor û zahmet têne xwendin û mirov zû bi zû ji naveroka wan zêde tiştek fêm nake û herweha mirov zû bi zû tê nagîşe bê meramê nivîskar çiye? Û dixwaze çi bibêje, çi pêşkêşê xwendevan dike. Lewre jî xwendina berhemên weha giran dimeşe, ango herîkbar nîn e. Naveroka wan bi şêweyeke kelecanî nîn e, tê de heyecan tune, tevliheve, lêbelê tê de gelek tiştên tevlihev, tiştên din hene ku bala xwendevanan bikşîne.
Ezîz Xemcivîn romana xwe li gorê teknîka herka hêş nivîsiye û di naveroka wê de rastî û xeyalan lihevûdu hunandiye. Vebêjê romanê bi şêweya herkandina hiş û bi mentalîteya zaroktiyê rastiyê radixe ber çavan. Lehengê romanê Zêro qala bêbavî û bêdayikiya xwe, sêwîtî û êtimiya xwe dike. Di jiyana rasteqîn de, di rastiya jiyana malbatî de bêbavî jiyaneke zor û zahmete. Herweha sêwîtî jî zor e, dil û kezeba mirov bi sêwiyan, bi êtîman dişewite. Zêro hem bêbav û hem bêdayik mezin bûye.
Zêro ji malê direve û bi trênê diçe bajarê Helebê. Ew di trênê de rûniştiye, lêbelê ji hezar kaniyan av tîne, qala gelek tiştan dike, xwe bi xwe bi Apê xwe re diaxife, pê re li ser gelek tiştan xeber dide, mijara berdêliyê qal dike, di hişê xwe de bi Zînê re pevşabûnê pêk tîne û sahneyek erotîkî raveyê xwendevanan dike. Di hêla sahneyên erotîzmê de jî Zêro romaneke serketî ye. Ew Seydoyê hevalê xwe bera ser jinên areban dide.
Zêro bi trênê diçe Helebê, Dîmeşqê/Şamê û ji wir jî diçe Beyrutê. Ew li ser Beyrutê tiştên nebaş ên negatîf dibihîse. Dibêjin; Beyrut cihê serseriyane, cihê serxweşane, li Beyrutê Ketayib, Xaçperestên Marûnî, partiyên mirovxwer hene. (Binêr; rûpel 25).
Dema min di romanê de van rêzan xwend, dema ku ez li Beyrutê bûm (sala 1982) û tiştên ku min bihîstibûn hatin bîra min. Pêşî ez vê bibêjim; Beyrut bajarek xweş e, weke Parîsa rojhilata navîn e. Bajar gelek li xweşa min çûbû. Dema ez li wir bûm, arabên filîstînî bi propagandên derew û ji bo ku dijminahiya xaçperestan/xirîstiyanan dikirin, digotin: “Li alî wiyalînê “xeta kesk” kafir/gawir hene, ketayib in, flanjîst in, faşîst in, xwînxwar in, mêrkuj in. Herêma wan a wiyalînê xeta kesk xeter e.” Ew dem di nav Beyrutê de xeteke kesk hatibû xêz kirin û li wiyalîn xirîstiyan û viyalîn misilman, filîstînî, xizbullah û kurdên durzî hebû. Çûyin û hatina wiyalîn û viyalînê xeta kesk qedexe bû. Lê ez rojeke ji ber meraqa xwe bi dizî, qaçaxî çûm wiyalîn, aliyê xirîstiyanan.
Belê, ez çûm lê ez çi bibînim! Weke ku mirov ji cîhanek/dinyayek here cîhaneke din. Ew alî pak bû, kuçeyên wan paqij bû, însanên wan modern/nûjen bû, dikanên wan luks bû, avahiyên wan wekî ên ewropiyan bû û li wir kerxane jî hebû. Jinên kedkarên seksê bi şêweyeke azad li wir kedkariya seksê pêk dianî. Alî/hêla arebên misilman pintî bû, gendel bû, kuçeyên wan qirêj bû, sergo lê hebû. Şer û pevçûn, teqêna çekan, bombeyan herroj li alî areb û filîstîniyan diteqiyan û bûyerên nebaş pêk dihat. Partî û rêxistinên filîstînî serûgohê hevûdu dixwarin, teqereqa wan bû, bi hevre şer dikir in.
Di romanê de pêş hetanî paş di şûna peyva “ku” de “ko” bikaraniye. Ez zanim di Hawarê de û Celadet Bedirxan bi xwe jî “ko” bikar aniye, lê di dema me de di nivîsan de, di gotaran de karanîna “ko” nayê bikaranîn, di şûna wê de “ku” tê bikaranîn. Ku di lîteratura kurdî de cihê xwe girtiye, rûniştiye û bûye standard. Loma jî bi min êdî divê nivîskarên kurd peyva “ku” bikar bînin. Naveroka romanê baş e, lêbelê berga wê û mîzanpaja wê nebaş e. Mîzanpaj bi amotorî hatiye çêkirin. Diyare edîtorî û redaktoriya pirtûkê jî nehatiye kirin. Dosya çawa çûye berdestê weşanxaneyê  hema bi wê şêweyî,  bê kontrol, bê raçav kirin weşandine.
Zêro û hevalê wî Seydo li Beyrutê têr û tije digerin. Herçiqas vebêj navê mahleyan nade, nabêje ku li kurê Beyrutê geriyane, lê ez di hişê xwe de li Fakhanî, Hamra û Zeytûnê geriyam. Ez çûm di alî pêş avahiya Kemal Canpolat (bavê Welîd Canpolat) ketim nav bahrê/deryayê û min soberî kir.
Di romanê de vebêj/nivîskar bi van sê peyvan rewş û karekterên însanên rojhilata navîn pir baş û xweş rave dike. Ev hersê peyv “seks, xew û xwarin e.” Jiyana wan li ser van hersê peyvan şikil digre. Tembelî, tiralî, bêkêrî, nezanî û paşvemayî şikl û rengê jiyana wan e. Arebên kulîxwerê sahrayan ji xêra Îngilîzan re bûn dewlet û ji xêra petrolê re bûn dewlemend, lê dîsa jî paşverû, nezan û hov man.
Beyrut herçiqas bajareke xweşe jî, lê ew xweşî li Zêro naqunce. Ew ji hevalê xwe Seydo re dibêje : “Seydo! Bawer bike ev welatê xweş ji min re nabe!” (Binêr; rûpel 42).
Seydo ji Zêro re li Beyrutê karekî dibîne. Xwediyê karxanê jinek e. Lê piştî demeke hêzên ewlekariya Suriyê/muxaberat mêrê jinikê digrin kes nizane ew kuve birine. Jinika karsaz vê bûyerê ji Zêro re qal dike û ji Surîyeyiyan lome dike. Dibêje: “Hûn xelkên Suriyê xêrê di mirov de nahêlin.”  Libnan ew dem di bin desthilatdariya Suriyê de bû û leşkerên artêşa Suriyê li wir zilm û zordariyê dikirin, talan û wêrankirin dikirin. Libnaniyên reben newêrabû li hemberê wan derkevin.
Zêro ji jinika xwediyê kar re dibêje: “Xanim, wek hûn ji destên wan ev çend sal dibînin, yê me bûye çil sal ev rewşa me ye…Ji xwe bi taybet em kurd ji destê wan bi hezaran êş û derd, êşkence, lêdan, girtin û zindankirina bi dehên salan me ji destê wan ziyan dîtiye!..” (Binêr; rûpel 45 û 46).
Dema rojekê Zêro ji kar tê, çend kes wî dişopînin. Paşê wi digrin, dibin û dikine zîndanekê di nav mixareya şkevteke kuntara/kendalê çiya de. Paşê berpirsiyarê wan tê. Piştî lêpirsînê, wî berdidin.
“Di nav çavên beybûnekê de
Min û te konê germahiya dilê xwe ava kir.
Ey evînê, zeviyekê li ber rebeniya dilên me veke.” (Binêr; rûpel 60).
Ji xwe re li van hersê rêzên jorîn binêrin. Dema mirov dixwîne her weke ku pirtûkekê helbestan dixwîne. Di tevahiya romana Zêro de zimanê serdest, zimanê helbestkî ye. Ezîz Xemcivînê helbestvan, romana Zêro bi zimanê helbestê nivîsiye. Zimanê helbestkî bandora xwe daniye ser romanê. Rêzên nivîsînê, hevok û peyvên ku bi kar anîne weke rêbaza hunera helbestê ye. Berhem bûye wek helbestroman. Xwendevanên ku ji helbestan hez dikin, romanên weha helbestkî ku bi zimanê lîrîk, poetîk hatine nivîsîn dê bi dilxweşî bixwînin.
Xwediyê karxaneyê dibihîse ku Zêro hatiye revandin û berdan, loma jî ew wî ji kar diavêje. Zêro karekî din dibîne û di wê navberê de keçeka kurd ku navî Darîn e nas dike. Di navbera wî û Darîn de têkiliyên germ dest pê dike. Darîn keça malbateke kurd e ku ew sî salin li Beyrutê bi cih û war bûne. Beyrutî bi piranî xwenda ne, (bi taybetî jî xirîstiyanên wir û kurdên wir xwenda ne.) Darîn jî xwendiye û keçek rewşenbîre, zana ye, xwedî çandeke dewlemend e, kulturî ye.
Di nav pêvajoya demê de dilê Zêro û Darîn dikeve hevûdu, ew dibine aşiqên hev, evîndarên hev. Di romanê de gelek baş û xweş behsa kuçe û kolanên Beyrutê, xelkên wir, suk/çarşiya wir û li ber deryayê/bahrê xwe dirêjxistina keç û jinên tazî û di nav bahrê de avjêniya/soberiya wan tê qal kirin. Ji bo ku min tevahiya/hemû derên Beyrutê dîtiye, ez jî bi leheng û fîgurên romanê re li wan deran geriyam.
Ji sala 1983ê pê ve hersal havînan min digot ez ê vê havînê herime Beyrutê betlaniya/semestera xwe li wir derbas bikim, lêbelê şert û ziruf dest nedida, hesabê malê û sukê li hev nedihat û ez nediçûm Beyrutê. Lê, ev hesreta çûyina Beyrutê hêj jî di dilê min de ye. Ez hêvîdarim ku beriya mirina xwe careke herime Beyrutê û li wir careke din xortaniya xwe a bîst salî bijîm, herime nav baxçeyên mûzan, têkevim nav deryayê avjênî bikim, biçim diyarê Namê li Beyrutê temaşe bikim û di bar û pavyonên wan de temaşeyê dansa wan a gobekavêtinê bikim.
Roman 25 beş in. Destpêka hemû beşan bêîstîsna bi gotinên helbestkî dest pê dikin. Herweke ku mirov pêşî helbest dixwîne û paşê derbasê xwendina romanê dibe, ango vebêj ji mirov re çîrokê, serpêhatiyê ango mijara ku di romanê de tê rave kirin, pêşkêş dike. Lewre jî min vê berhema edebî bi sernavê “helbestroman” bi nav kir. Weke ku çawa “bîranînroman” heye, hinek roman jî hene ku bi zimanê lîrîk ê helbestkî hatine afirandin û bandora zimanê helbestkî siya xwe daye ser tevahiya romanê. Li gor bîr û raya min, fikir û ramanê min, zanîn û baweriya min romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” romaneke weha ye û ez vê hêla wê jî serketî dibînim. Li gor min, di esasê xwe de afirandina ev cure roman di lîteratura kurdî de ji bo pêşveçûn û dewlemendiya romana kurdî pêngaveke baş e, giranbiha ye, pêşveçûneke bi nirx e, bi qîmet û bi rûmet e.
Helbestvan û romannivîser Ezîz Xemcivîn romana xwe bi hest û ruhê kurd û kurdayetiyê nivîsiye û di nav rûpelên wê de bal kişandiye ser mijara pêwîstiya kurdîaxaftinê. (Binêr; rûpela 91 û 92). Di berhemên edebî de girîngiya kurdî axaftinê rave kirin, girîngiya wê destnîşankirin mentalîteyeke kurdewariye, baş e û hêjayê pesnê ye.
Di romanê de derbarê Libnanê de bi gelemperî û derbarê azadiya çapemenî û weşangeriyê de agahdariyên baş hene. (Binêr; rûpel 126). Zêro romaneke wek deryayê ye. Tê de agahdariyên gelek berfereh derbarê “bihara areban” de û di piraniya welatên areban de ku di encama serhildanên gelêrî de guhertinên ku çêbûne yeko yek tê qal kirin. Ji Tunusê heta Lîbyayê, Misirê, Yemenê, Suriyê û herweha têkçûna dîktatorên desthilatdar ên hinek welatên areban tê qal kirin. Herweha behsa Emîratên dewlemend ên areban jî tê kirin. Ev beş bûye wek înformasiyon/agahdarî û ragihandinê. Nivîskar van agahdariyên berfereh bi devê lehengê romanê Zêro dide gotin, dide qal kirin. Zêro jî hema çi tê heşî dibêje. Di derbarê zilma desthilatdariya partiya Baas a li Suriyê jî gelek agahdarî hene. Gelo pêwîst bû ku ev ewqas tişt di romanê de hebana û bihatana qal kirin? Bi min ev tişt, rave kirina “bihara areban” û serihildanên li hinek welatên areban hinek ji çerçeveya romanê derketiye û ji rêbaza hunera romanê dûr ketiye.
Evîna Zêro û Darîn a romantik didome, xweş dimeşe. Zêro ji Darîna xwe re dibêje “Gulşeng”a min. Di romanê de evîna wan wisa xweş tê rave kirin ku mirov dibêje çiqas evîneke pak e, ji dil e.
Tesadufî/rasthatin çêbû, dema min pirtûka Mahmud Derwîş xwend û qedand, pirtûka birêz Ezîz Xemcivîn kete destê min û li pey wê min ew jî xwend. Di herdu pirtûkan de jî behsa bajarê ku ez jê hez dikim, Beyrut û xweşiya bajêr tê rave kirin. Ev jî li xweşa min çû. Mahmud Derwîş helbestvanekî navdar î filîstîniyane û dibêjin dostê kurdan bûye, ji kurdan hez kiriye. Çend pirtûkên wî li tirkî hatine wergerandin, min ew kirîne û xwendiye.
Navê pirtûka Mahmud Derwîş bi arebî: “تذكر المنسي tadhakar almansi / Zakîra lil Nîsyan /,Tirkiya wê “Unutulani Anmak”, Kurdiya wê jî dibe “Bîranîna Ya Jibîrkirî” yan jî “Yên jibîrkirî bi bîr bînin.”
Mahmud Derwîş dibêje: “Piştî 34 salan ez dîsa hatim Beyrutê.”  Ê min bu 39 sal ku ez neçûme Beyrutê. Ez di sala 1982 de li Beyrutê bûm. Heger ez sala bê, di sala 2022 de herime Beyrutê tam dibe 40 sal paşê ku ez dîsa diçime Beyrutê.
Wek gotinên dawî ez vê bibêjim; Romana Ezîz Xemcivîn “Zêro” romaneke bi hest û ruhê/giyanê netewî hatiye xemlandin û bi fikir û ramanên kurdayetiyê, welatparêziyê hatiye dagirtin û afirandin. Lewre jî romanên weha xwedî naverokên kurdayetiyê re mirov dikare bibêje “romanên netewî kurdî.” Bi hêviya ku ev romana hêja li bakurê Kurdistanê were weşandin û têkeve destê xwendevanên kurdên bakurê Kurdistanê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark