Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê Konê Reþ û Salihê Heydo Xelat kir

 


JI BO RAYA GIÞTÎ!
Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamiþloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê (Xelata HRRKê ya Afirandinê) damezirîne, û her salekê vê xelatê pêþkêþî dahêner û afirênerekî kurd bike. Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê çar salan bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Di sala 2018ê de xelata HRRKê ya afirandinê bi sponseriya Ekremê Gemo þêwekarê kurd Zuhêr Hesîb wergirt û di sala 2019ê de bi sponseriya Kamîranê Hewran Reþîd Sofî û Mihemed Elî Þakir xelat wergirt. Her wisa di sala 2020ê de bi sponseriya Enstîtûya Kurdî ya Brûkselê Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat xelat wergirt.


Îsal jî di 2021ê de, çendîn ragihandina xelatê dereng ket jî lê dîsa Komîteya Kargêr a HRRKê piþtî gengeþeyên berfireh û dûvdirêj du kedkarên çand û wêjeya kurdî, du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji boyî berfirehkirina asoyên Kurmanciyê û vedîtina kêlîkên wendayî yên dîrok û hiþ û bîr û þopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirin.. Du þervanên ziman û dîrok, û du serkêþên gernameya hiþmendiya Kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koþeyên tarî, li gencîneyên veþartî digerin û hewl didin pêþkêþî me û nifþên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRKê herdû xelatgirên (XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ) ya sala 2021ê; Konê Reþ û Salihê Heydo ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze. Her wisa Komîteya Kargêr û hemû endamên HRRKê spasiyên xwe yên germ û dilsojane pêþkêþî sponserê xelata sala 2021ê karsazê kurd ê ku li Elmanyayê dijî birêz Ibrahîm Þakir dike, daxwaza serkeftin û jiyaneke xweþ ji wî û malbata wî re dixwaze. Komîteya Kargêr Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK).
 18.11.2021 Qamiþlo


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark