Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evna Rojn Kevin Dengbj (Mirtib)

 


Konê Re

Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek îr tê yek ekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreê, ji nav gawir tê..
  Ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, erê êlitî, erê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û ahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de liztiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!


  Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine.. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, ahiyên okirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xwe dikirin û cemawerên bedar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan. Ta pileyekê wan mitirban zargotina me û beekî mezin ji dîroka me a devikî parastin.. Jixwe bi saya wan gelek peyvên me yên resen hatin parstin.. Mixabin ku roja îro dengbêjin nû ketine dewsa wan de û ew reseniya me di pit guhan re tê avêtin.. Silavên gerim ji wan rojan û wan Mirtiban re.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevah Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark