Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bedirxan li k bin, Kurdayet li wire Prof. Ezz Zyo Bedirxan

 


Konê Re

  Di Ezîzê Ziyo Bedirxan di hilbijartina ku roja 22ê Oktoberê de li Alma Ataya paytextê Qazaxistanê hate kirin wekî Serokê Kurdên Qazaxistanê hate hilbijartin, ku bi navê (Berbang) têne naskirin.
Belê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek "Berbang", roja 22ê Oktoberê li bajarê Almatê yê Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Di konferansê de Ezîzê Ziyo Bedirxan wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.
  Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.


Pitî hilweîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992an bûye yekemîn Serokê ê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.
Pitî ku Kinyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê, ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, wefat kir, cihê wî vala mabû.
Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Kî Ye?
  Ezîzê Zîyo Bedirxan di sala 1953an de li bajarê Almatê yê Qazaxistanê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.
  Xwe li bîra min e dema ku ew di sala 1992an de hat Qamilo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û ba em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) axifîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min reseniya wî naskir ku ew ji Bedirxaniya ye.. Jixwe wek ku tê gotin; di sala 1953an de, pitî mirina Stalîn, bavê wî (Zîyo Bedirxan), ji Barzaniyê nemir dibe rêber û alîkar ta ku Barzaniyê nemir ji Taqendê diçe Moskoyê û çav bi Xoroov dikeve..
  Dawî, wek ku rehmetiyê Hemîdê Hecî Derwê her dem digot: "Bedirxanî li kû bin, Kurdayetî li wire.." Li gor opandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan di nav wan de zor mezin e, ez ji dil û can wî pîroz dikim.
 
Qamilo 24/10/2021

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark