Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji bo brann a 37 saliya bav min (Cegerxwn )

 


Boniye-Suad Cegerxwîn

Kurtenameyek ji bavê min re

Bavê minî  rêzdar û dilovan
Ev e 37 salin ku te ji nav me barkiriye. Ji me bi dûr ketiye.
37 sal dengê te ne hatiye guhê min û te bang li min nekiriye , te negotiye (Beniya min) ka were.
bawerke bavo


  hîna  bêhn û gulava axaftinên  te di nava  hestên min de dîlaneke bê hempa dikin .
Hîna  tîrêjên ronahiya      çavên te di hembêza çavên min de cî digrin, têdanê bi min didin ku ez bi hêviyan re bijîm û bawer bikim ku hîna wê rojên xwe bên!
Belê ew  min handan dikin ku ez rêça te qet bernedim û bi heman co berdewam bikm  .
Ev e 37 sal derbasbûne û hîn a ez wek zarokeke  îrmij ku li sînga diya xwe digere , li hembêza te digerim da ez di germiya hestên te de  bi aramî û bi asa xwe vehesînim  û  azariyên xwe li ser sînga te vala bikim
Belê bavo îro bêhtir ji hemû rojan ez li te digerim
Bi co bêrya te dikim
Dixwazim te bibînin
Weke berê  rasên xwe tevî ji te re bêjim da tu îretan li min bikî.
Çiqas ew roj xwe bûn, min xwe li te delalî dikir , min xwe dixeyidand ,
Min dixwest bala te bikînim da tu gazî min bikî , min hembêz bikî , min razî bikî
Ez ji te qet têr nebûme Bavê delal
Ev e 37 salin ku ronahî ji
malên me vemiriye, xweî û ahî ji me bi dûr çûne û hîna ez li bende te me kû tê jiyana me bi ronî bikî û ahiyê li dilê me vegerênî.
Belê bavo hîna ez li bende te me ku tê wan xêzên ku te bi xwîna xwe nivîsandibûn berhev bikî da tu  sermiyanê me dewlemendtir bikî û
Tabloyên nû  ji hestên xwe ji wêjeya kurdî re eragî bikî û bi serfirazî  pêkêî gelê Kurd bikî.
Belê, ewqas sal derbasbûne û hîna bobelatên mezin bi ser gelê me de tên û tên û li her derî rûdidin.
Hîna rewa Kurdistana me  weke berê  ye û dijwartir e jî
Nakokiyên nav gelê me de bêhtir bûne
Her roj bûyerên ne xwe li aliyekî welatê me çê dibin.
Tu zanî bavo hîna  Efrîn a me ya delal birîndar e  di nav pencên gurê har de dinal e
Hîna Serê Kaniyê û Girê Sipî di nav lepên dijmin de dinalin û kes bi hana wan jî nayê!
Ez çi ji te re bêjim bavê delal
Gelek bûyer çêbûn e lê bi rastî  ez naxwazim ji te re tevan bêjim!
Ez naxwazim dilê te bêhtir biêînim
Berjewendiya dewletên mezin ne bi me re ye , em mane bi tena xwe
Nizanin wê dawiya me çi be!
Belê bavo sal derbas dibin û hîna  rêxistin û saziyên me weke xwe ne û  rewa wan  xerabtir dibe.
Yekîtî ne ma  ji kesî re armanc e.
Her kes dibêje:ji cem min destpêdike.
Bi rastî rewa me gelekî ne xwe e.
Tu zanî ku hîna  helbesta kurdî jî sêwî   û winda ye , bê sazî û bê ware.
Belê bavo  divê  ez vê yekê ji te re bi rastî bêjim û ekere bikim   
Bendewariya  me jî pir dirêj kiriye!
Belê  37 sal li ser çûna te derbasbûne û hîn a ez dibêjim tê li me vegerî!
Xuyaye ku ez gelekî di nav xeyalan de dijîm!  Ez zanim tu nema vedgerî, lê  çima hêviya min  wilo heye!
Ez jî nizanim!
Li dawî ez dixwazim ji te re bêjim ku ez hîn a  li ser soza xwe me.
Ew soza ku min bi te re dabû
  û her sal jî ez vê sozê  ji te  re nû dikim û dibêjim ku ez ti carî rêça te bernadim,ezê li ser bîr û bawerîyên ku te ez pê mezinkirime berdewam bim
Azadî û serxwebûna Kurdistanê ti carî jibîrnakim.
Bi asa û aramî razê û zanibe ku Kurdistan di dilê me de ye
Em ti carî doza xwe bernadin
Tu jî , di dilê gelê Kurd de her û her dijî !
Silav li giyanê te yê pakrewan be!
Silav li kar û xebata te ya bê sînor be!
Silavên giranbuha ji te re ji hevalan teva  heye!

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark