Sabri RasoulWergerandin: Ebdûlazîz QasimEwlehiya "bi darê zorê" ya li devera Kurdî "Cezîrê" nayê bi wê wateyê ku rewş ber bi aramiyê ve diçe, ji ber ku di rewşa niha de û ji ber nebûna tifaq û yekrêziya kurdî, û rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de, û nebûna nîşan û fakterên serxistina wan û bidestxistina yekrêziya pêwîst, dibe ku dever careke din rastî êrîşên çekdarî bibe, ji ber ku têkişandina "DAÎŞ" ya leşkerî li ser erdê nayê bi wateya têkbirina bîr û ramanên wê di xiyala xortên hatine xapandin, ku hîn jî ji aliyê derûnî "psîkolojî" amade ne li ser encamdana kiryarên herî tund û xwînrêj, nemaze di nav ciwanên Ereb de yên ku li ser xewn û xiyala dubarekirina serdema Xelîfe dijîn.
"Rêxistina DAÎŞ", hîn jî "stok û embarek mirovî" ya mezin li ser kîn
û jehra selefî û kafirkirinê heye, ku têkbirina yekcarî ya vê "stoka
mirovî" ya hatiye paşguhxistin, hevdem ji aliyê rejîmên stemkar û zordar
ji bo her hewcedariyekî têne amadekirin, pêdivî bi têkçûna wê li ser
hemû astên: psîkolojî, rewşenbîr, siyasî, û hem jî leşkerî heye.
Her
çende ku civînên nû di navbera ENK-S û Cîgirê nûnerê Amerîkî David
Brownstein û HSD de, geşbînî û xweşiyek peya kir li ser heza Amerîkiyan
li ser pêkanîna lihevkirin û rêkkevtineke tevahî, lê hebûna Kadroyên PKK
li herêma rojhilatê Firatê dibe astengî li pêş her firsendekê, ji ber
ku li gorî dîtina ENK-S ku karûbarên leşkerî û îdarî ji hêla PKK ve têne
bi rêvebirin, ku PYD bi tenê pergalek siyasî ye, herwiha ku pabend nabe
bi rêkkevtinên xwe bi her alîyekî Kurdî re, her wekî reva wê ya bilez û
pênegiriya wê bi Peymana Duhok 2014 ya ku niha bûye "bingehê
danûstandinan".
Tişta ku her firsendeke ji bo çêkirina aramî û
aştiyê têk dibe, ew jî ku hercar bûyerek çavnerêkirî diqewime, ku her
tiştî wêran dike, û her têgihiştinekî jinav dibe, wekî bûyera kuştina
xortê kurd Emîn Îsa Elî birazayê serkirdeyên Kurd Bişar Emîn di bin
îşkenceyê de di girtîgeheke PYD de, ku di 28ê hezîrana 2021 de malbata
wî ji bo wergirtina termê wî hatibû agahdar kirin.
Vê bûyerê
reşatiya xwe avêt li rewşa Kurdî, ENK-S û PYD, dîsa dest bi
tawanbarkirina hev li ser bûyera kuştina bi êşkencê kirin, ku tawanek
hovane ya siyasî ye, û dirindeyî û hovîtiya encamderên wê nîşan dide, ku
berpirsyartiya vê tawanê rasterast dikeve li ser stûyê "Rêveberiya
Xweser" ji ber ku kuştin di zindanên wê û di bin kontrola wê û di
çarçoveya berpirsiyariya wê ya yasayî de hate pêkanîn, ji ber
berpirsariya wê wekî desthilata "De facto" li hember "ewlehî û ewlehiya
welatiyan".
Wisa dixuye ku mercên siyasî xwe li ser kesayetiya
mirovê Kurdî zal kiriye, ku di destpêkê de xwe li ser bîr û ramanên wê
zal û kontrol kiriye wekî "Intellectual alienation", ji ber vê yekê ku
kesayetiya kurdî serbixweya xwe jidest daye û erkê bikaranîn bîr û
ramanên xwe spartiye yên din, û di nav de jiyan û qeder û çarenivîsa
welatê xwe spartiye bo kesekî din ku li şûna wî difikire, û bi navê wî
biryaran distîne, û pêve wekî "dûvelanik" hatiye girêdan, li ser
perawîza jiyanê dijî û êdî bi kêrî tiştekî nayê.
Ev yek bi serê
PYD hatiye, ji ber girêdana wê bi partiyek ji derveyî welêt, ku di her
tiştî de di bin destê wê de ye heta ji hêla leşkerî ve jî , ku vê
Rêxistina Kurdî ti dengê xwe nemaye, û ti hewldanan nake jî ji bo
rizgariya xwe ji kontrola hizrî "Intellectual alienation".
Em dê
çi hêviyan ji hemwelatiyekî ne azad û ne xwedan bîr û biryar bikin, dê
wê çawa bibe alîkar ji bo danîna rênexşeya qedera xwe û çarenivîsa gelê
xwe?
ENK-S, peymanek berfireh ya hevbeş dixweze di warên
desthilat, rêvebirin û berevaniyê de li ser bingehê Peymana Duhokê, û
têkiliyên xwe bi hêzên Kurdî re wekî rehend û kûrahiyek stratejî dibîne
ne wekî dûvlankiya siyasî, hevdem ku "PYNK" bi serokatiya (PYD) jî xwe
cuda ji PKK dibînin tevlî girêdana wan bi wê re di mijarên têkilî û
parastin û ewlehiya navxweyî de.
Danûstandinên çavrêkirî yên
werin wê gelekî tûj û dijwar bin, ji ber ku nakokî ji vîna siyasî ya
her du aliyan kûrtir û bihêztir in, û ew nakokî dibin gef li ser
binemayên tevna civakî û aştiya sivîl, û ji bo ku "Av vegere li ser coka
xwe", divê komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe û bêalî bi beşdariya
nûnerên rêxistinên mafên mirovan were damezrandin, da ku tawanbaran
eşkere bike, wan bi rêyên yasayî dadgeh û ceza bikin.
Rojnama Agirî Hejmar 401