Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi xêra Mîr Celadet Bedirxan Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê

 


Konê Reþ

  Bi helkeftina ku 15ê vê tîrmehê/ 2021, (70) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bidirxan re derbas dibe, bi min xweþ e ku hûn serwextî van gotinên min bibin: Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..


  Belê, bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
  Erê, bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hiþyar..hwd. Hem jî bi weþana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin. Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuþtin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin.
Mîr Celadet yê ku gotiye:
  (Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiþtan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e..)

Mîr Celadet Bedirxan


Nîþe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark