Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jiyan û hunera Fadil Cizîrî

 


Alan Hemo

Ger em li pêvajoya hestê netewî kurdî bi þêweyê xwe î nûjen binerin, em ê bibînin ku beþê duyem ji sedsaliya bîstan destpêka wê ye. Ew hest bi rêya stran, dîlok, payîzok, heyranok, û...hwd, hat parastin û serbaz û pasbanê wê meydanê dengbêj bûn.
De îcarê em behsa dengbêjekî dikin ku ji bajarekî rengîn û navendî di folklor û gelepûrê Kurdî de standiye, lewra dengbêj jî binavê bajarê xwe binav kirye, em di van rûpelan de behsa dengbêj Fadil Cizîrî dikin.


Di malbateke derwêþ li gundê Seletûne yê Silopiya di sala 1962an hate dunyayê. Fadil ji destpêka gêncîtiya xwe (sîpetî) cudahî ji malbatê kirye ku tevlî derwêþîtî û tevgera wê nebû ye. Divê kitekitê de diyar dibe ku Fadil denbêjî ne wekû kar hilgirtiye ser milê xwe lê belê wekû kêfxweþîk taybet ji kesayetiya xwe re bijartiye.
Li gor gotina jêderê me yê ku hevalê Fadil Cizîrî bû mamoste Weliyê Botî got: dema derwêþ bi komên koçera re diçûn zozanan, daku þevbuhêrkan li darxin, ew derwêþ di konên taybet bicî dibûn û konên wan bi rengê sipî dibûn ta cudahîya wan ji koçer û xwediyê pêz diyar bibe. Di wê pêvajoyê de Fadil di konê derwêþan bicî nedibû û roja xwe li nav xwediyê pêz û koçeran dibûrand. Diyar dibe ku Fadil biçavên derwêþ û dengbêjan li xwe nedinerî, tevî ku kesên derdora wî zanî bûn ku deng û kilam xweþ e, lê her ew tevlî þevbuhêran nedibû wekû dengbêj, lê belê tenê wekû þabir. Perçak ji navdêriya Fadil ji ya diya wî bû, diya wî Sêvê xwediya dengekî xweþ û kilamên taybet.
Fadil wek xortên wê serdemê di temenekî biçûk dizewicîn. Fadil jî 14 salî zewicîye. Ji xwe di temenê 12 salî de talant û zîrekiya dengbêjîyê lê hatiye der, lê her wiha tenê kesên nêzîkî wî dengê wî guhdar dikirin û wî xwe nedaye pêþ wekû dengbêj ta salên 1992/1993 û nenaskirî dima, lê sedema ku gel dengê Fadil dibhse ew e ku aþiq dibe.
Li þahîyekê li çav keçeke koçer dikeve û dibe evindarê wê. Di temenê 30 salî de nû dengbêjiya xwe radighîne û li koþk û dîwanxanan distrê û kilaman dibêje, her wiha ne wekû dengbêjekî biþêweyekî kilasîk xwe dipejrîne, ku li koþk û dîwanxanan her dem amade be, lê belê tenê ji kêfxweþîya xwe û heval û hogirê xwe re kilam digotin. Bêtir kesayetiya wî ya taybet tê diyar kirin, ew e ku gelek rojên xwe li nîçîra kewan bûrandiye, û hevalê wî di wê kefxweþiyê de (nîçîra kewan) Haþim Haþim bû.
Ton û þêweyê dengbêjiyê li ba Cizîrî
Dengbêjên eþîrên koçeran bi heyranok payîzokan mijûl dibin. Herwiha pê navdarin, heyranok ritm û þêweyek dengê taybet pê divê, û ciyawaziya wî dengî ku zirav û ji taliya zengelolkê têt. Sedemek bû ku Fadil navdariya xwe tekez bike û li meydana dengbêjiyê biçespîne.
Fadil li bin bandora dengbêjên berî xwe li meydana kilambêjiyê gavê xwe yê pêþî avêtin, û degbêjê ku kilamên wî rolek baþ diavekirina deng û þêweyê Fadil de lîstin, ew bû dengbêj Ebdil Ezîzê Mihê yan ê Leþker yan ê Þirnexî ( bi her sê navan navdar bû ). Û ew berî serdema Fadil bû binêzîka 70 salî. Û Fadil stranên wî xweþ digtin, ji wan stranan Hesamê Axê, Heyran Jaro û Seydiko.
Di buyerek tirafîkê de Fadil kurê xwe Cemal ji dest dide. Û piþtî kurê xwe nexweþiya “Parkînson” li xwe peyda dike. Fadil 7 salan li ber nexweþiya  Parkînson ê li ber xwe dide, ta dighê buyera serhildana Cizîrê û diwan buyeran Fadil û zarokên xwe neçar di qedexeya derketina derve dimîne, û di 14ê Kanûna 2015an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murad Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.
Dengbêj Fadil Cizîrî di tîrmeha 2018an de jiyana xwe ji dest daye û çûye ber dilovaniya Xwedê.
Strana Heyran Jaro ji stranên herî navdarin ji nav stranên Fadil Cizîrî.

Strana Heyran Jaro

“Heyran jaroo
Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy
Hey jaro min go ber keviya
Hey belê malan bar kir
reþkê reþ kona
E’ nizanim ne simbêlê
heyranê min sortir in
Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya
Hey belê wezê heyranê xwe
Cizîrê Banê Xanê nahêlim
Ber gezê mêþ û va pêþiyan
Wezê heyranê xwe bibim
zozana Mela Mêrgê zozanê Teya
Ber toz û ecacê va keriya
Wezê destê heyranê xwe
bigirim raserê mila Hewrexê
Min go çêrîna kew û kêvrûþk
û va kûviya
Hey jaro ho ho hoo”


Siparteka ku min pêþkêþ kir di beþê edebî de - zankoya Artuklu – Mêrdîn

Alan Hemo


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark