Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hêzên kartêker di çareserkirina Sûriyê de.

 


M. Emîn Sadûn

Ji ber tariya serdemê û dûrbûna tîrêjên asoyên çareseriyê ji alozî û astengiyên Sûriyê re. Hizir û raman natebitin û bê westan di nava pêkol û lêkolê de tevdigerin. Û her weha kûrbûna hiş a bê rawestan di nava babet û mijarên cuda cuda de ye. Û vewejartin û ji hev cudakirina wan babetan, dilêle hiş xwe berde kevan û beravên wan mijaran,û wan di ber çavan re bîne û di nava wan de bikeve pirs û pirsyariyan? Dema em bixwazin rêyên çareserkirina pirsgirêka Sûriyê nas bikin û dê ew çareserkirin çawe çêbibe û çi alî wê beşdar û kartêker bin di deynana bingehê  wê çareseriyê de û ka çirûska pêşîn wê ji kûderê dekeve??


 Divê em hêzên kartêker û bibandor li ser xaka Sûriyê, çi hêzên navxweyî bin, yan jê yên herêmî û navdewletî bin ku, piştî bûyerên sala 2011 ê yên li Sûriyê rûdayîn binasin, û kar û pirojeyên wan jî nas bikin. Divê em berî her tiştî bidin xuyakirin , ka ew hêz kîne û li ser çi erdnîgariyê dijîn û çi jî ji gelê Sûriyê re dikin û dixwazin.
Berî her gotenekî, em dikarin bê dudilî bêjin: Li ser asta navxweyî, îro roj sê aliyên siyasî cuda ji hev xaka Sûriyê vegirtine û rêveberiyê bi piştevanî û piştgiriya aliyên herêmî û navdewletî li deverên di bin destên xwe de dikin û her ew alîne ku desthiladariya wan deveran  ji hemû aliyan ve, aliyê rêveberî, siyasî, leşkerî, xizmetgozarî, bazirganî, abûrî, dîplomatîkî û ewlekarî dikin.
Em dibêjin ta niha me tiştek negotiye, ku nû ye yan kes nizane, lê  dabeşkirin û lihevbarvekirina xaka Sûriyê di nava sê aliyên serekî de, rastiyeke ku, her kesê rewşa Sûriyê dişopîne dizane û bi çavên xwe jî dibîne.
Dema em bi hev re bigihin wê yekê ku, ew gotinên me li jor gotîn rastin. Hingî em dikarin bêjin û bipirsin: ka gelo pirojeyên wan aliyan ji çareserkirina siyasî ya Sûriya paşerojê re çi ye???
Berî em pirojeyê wan nas bikin, em ê wan aliyan bidin xuyakirin. Ew alî jî ev in : Rêjîma Sûriyê, Rikeberiya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk.
Ev her sê alî her yekî ji wan û bi piştevaniya hin aliyên herêmî û navdewletî desthilatdariya xwe li ser xaka Sûriyê sepandine û her yek ji wan wê devera di bin destê xwe de birêve dibe.
Ka em ê cuda cuda pirojeya her aliyekî ji wan aliyan nas bikin û bi kurtî li ser rawestin.
Destpêkê, em ê basa rêjîma Sûriyê bikin. Wek tê dîtin û naskirin rêjîma Ba''''''''''''''''as hê weke berî bûyerên sala 2011ê difikire û hewldanan dike ku, Sûriyayê vegerîne dema berî bûyeran ku, Sûriyayeke navendî û hevgirtî û ew desthilatdariya yekalî li ser temamiya xaka welêt bike. Her li gorî hişemendiya kevin ku, Sûriya welatê Erban bi tenê ye û her miletekê li ser erdnîgariya wê dijî, ew ereb e  û misilman e, û mafê tevaya pêkhateyên dî û her weha Olên dîtir paşguh bike û danpêdanê bi wê yekê jî nake ku, dewleta Sûriyê welatekê pir netew û pir ol e û ji mafê wan aliyên cuda ye ku bi azadî mafê xwe wergire û bi erkê xwe jî rabe. Û hê di wan gumanan deye ku, partiya Ba''''''''''''''''as wê bikaribe serkêşiya dewlet û civakê bike.
Ev bûyerên rûdayîn wek pîlankariyeke herêmî û navdewletî bi nav dike û yên di rûyê wê de jî rabûyîn, ew xirabkar in û ji derveyî yasayê ne û hewldanan dike ku, wê pîlankariyê hilweşîne û Sûriyê weke berê vegerîne. Sûriyayeke navendî û yekalî ew bi tena xwe tê de hukimdar û biberyar be.
Em dibêjin ji bilî vê yekê desthilatdariya Şamê, di van deh salên borî de nedaye û jê jî derbas nebûye, û ji hizir û ramanên xwe yên berê nehatiye xwar û ti aliyan wek şirîk di çareserkirina welêt de nabîne, tevî ku welat gihaye rewşeke wêran di hemû aliyan de, aliyê abûrî, civakî, xizmetgozarî, ewlekarî, siyasî û leşkerî pir lawaz û jihevketî
Ew jî ta niha hêza xwe ji melîsên Hizib Lah û Iranê û yên Iraqê û gelekên dî jî digire û her dîsanê hêza xurt a hebûn û berdewamiyê ji Rosiya jî distîne.
Her aliyê dî jî ku bi navê Rikeberiyê xwe dide nasîn û kar dike ku, îro bi navê Itilafa Sûriyê ya hêzên Opizisyon û Şoreşê tê naskirin. Lê dema em baş li wê jî binêrin, tevî ku ew ji hin aliyên siyasî, rêxistin û kesayetiyên cuda hatiye avakirin û helwestên wan aliyên cuda jî ne wek hev tên û her weha ne wek hev jî digerin û difikirin. Lê tişta balkêş ku rêxistina Exwan Mislimîn, cihekê xwe yê berçav û kartêker di nava Rikeberiyê de girtiye û li ser erdê ew rêxistin û gurûpên çekdar yên ji kaniya bîr û ramanên rêxistina Exwan Mislimînan vedixwin cihdigirin û tevdigerin.   
Wek encamên li ser rûyê erdê tên dîtin; evê rikeberiyê xwîna gelê Sûriyê û keda wî bi erzanî firoştin dewleta Turkiyê û îro roj nikarin xwe ji nava penc û dafkên wê jî rizgar bikin.
Tenê xizmeta ecindeyên Turkiyê li herêmê û cîhanê dikin, û bûne paswan ji ewlekariya netewiya Turkiyê û berjewendiyên wê diparêzin.
Bi kurtî, Rikeberiya Sûriyê dest ji armancên şoreşa gelê Sûriyê berdan û tenê bûye destik û alav di destên Turkiyê de û bûye dergeh pê wan pirojeyên xwe yên ferekar û xirabker li ser xaka Sûriyê cîbicî dikin û wê xakê dagîr dikin û guhertina demografî jî li ser çêdikin.
Ev hêz ji aliyê Turkiyê ve bi taybet û hin aliyên herêmî û navdewletî bi giştî ve tê pişevanîkirin û piştgirtin.
Hêza sêyemîn a ku beşekî girîng û dewlemend ji xaka Sûriyê bi piştevaniya Hevpeymana Navdewletî ku, ji jimareke mezin ji aliyên herêmî û navdewletî pêktê, rizgar kir û îro
di bin destê wê deye û ew birêve dibe. Ew jî Rêveberiya Xweser e û nûnertiya wê ya siyasî Encûmena Sûriya Demokratîk dike Ku, ev hêz wek ji şûn û şopa wê tê dîtin, ew hêzeke rêxistinkirî ye û tevaya pêkhateyên Sûriyê cih tê de digirin û xwedan pirojeyekê siyasî yê zelal e û dixwaze Sûriya paşerojê, Sûriyeke demokratî û fedral be û mafê tevaya netew û olan, li gorî pirojeya netewa demokratîk  û dirûşma biratiya gelan tê de parastî be. Sûriyak a hemû welatiyên wê be, bê ferq û cudahî û hemû pêkhateyên Sûriyê û herweha olên heyî jî  xwedan maf bin û ji erkê wan be parastin û rêvebirina vî welatî li gorî zagon û yasayên ku wê di destora Sûriya paşerojê de li ser were rêkeftin û lihevhatin. Ev hêz jî ji aliyê Emerîka ve û hin dewletên Ereb yên kendavê û hin yên dî jî tê piştevanîkirin û piştgirtin.
Dema em van aliyan nas bikin hingî ji me ve tê naskirin, ka wê çareseriya pisgirêka Sûriyê ji kî alî ve bê kirin û kava pêşîn wê ji kû destpê bike.
Tenê beryara dawî di destên du dewletên zilhêz û kartêker li ser asta cîhanê û ew jî Rosiya û Emerîka ye û her yek hewl dide ku, berjewendiyên xwe  pêşîn û yên hevalbendên xwe jî pêkbînin û wan berjewendiyan biparêzin.pirsa Sûriyê bûye pirseke navdewletî û ji destên gelê Sûriyê derketiye. Lê hêza xwedan piroje be û bi hêz be, wê cihê piyê xwe bi şûneke xuyayî di hevkêşa çareserkirina siyasî ji rewşa Sûriyê re bigire û maf û destkeftiyên gelê xwe jî biparêze.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark