Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

 


Konê Reþ

  Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêþengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, Abdulrehman Bedirxan û Sureya Bedirxan bikin, yên ku çiraya rojnamegeriya Kurdî li pêþ me vêxistin..


  Welatîno werin! Tev werin, em silavê li canê Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Namî, Tîrêj, Keleþ, Bêbihar, Omerê Lalê, Mela Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mela Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewþenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Gul û kulîlkên vê biharê li ser gorên wan deynin..
  Welatîno werin.. werin em neferetê li dagirkeran bibarînin, ew ên ku nehiþtin ziman û rojnamegeriya me bi serbestî di welatê me de, bibiþkive, geþ bibe û ber bigire.. Di encam de, bi saya lehengên zimanhez, dilsoz û wefadaran,  rojnamegeriya me di sirgunê avis bû û ber girt.. Û va îro wek ku hûn serwextin; wêneyê Mîr Miqdad Bedirxan li gelek deverên Kurdistanê berz û bilind xuya dike.. Û pêkerê Apo Osman Sebrî di (Bexçeyê Xwendinê) de ji me re dibêje:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Herwiha pêkerê Seydayê Cegerxwîn jî, di eynî bexçeyî de xwe pesn dide:
Kîme ez!
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
....
Bejin bilindim
Wek dêw bilindim
Ez dest dirêjim
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez.. kîme ez..
  Wiha jî, Mihemed Þêxo, bi dengekî bilind strana: "Azad e þêrîn.." û Seîd Yûsif bi deng û awazên xwe strana: "Oy Oy felek.." ji me re dibêjin..
  Erê.. piþtî 123 salan keç û xortên me ji nû ve, pey þopa Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî dibezin li huner û þanên wan digerin.. Em bi hêvî ne ew salên ku Osman Sebrî 12 caran di wan de hat zindankirin, bar kiribin û em bi kêf û þahî li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: "Giha di bin keviran de namîne" û "Dinya siya darê ye". Ji dil sed û bîst û sê saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Qamiþlo/ 20.04.2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark