Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Rûmeta min tî ye

 



Ebdilmecît Þêxo

Rûmeta min tî ye
Bîriya ava Buharê kiriye
Bîriya baweþînên darên min kiriye
Bîriya stranên dayika min
Cemîl Horo, bavê Selah  kiriye.


Rûmeta min tî ye
Bêriya destanên dildaran
Þepalên serdema xwe kiriye
Bêriya dîlbera  Cegerxwîn
Û Þêrko Bêkes kiriye.

Rûmeta min tî ye
Peyvên min avis bûne
Ez nizanim !
Ez ji Ahoramezda dipirsim
Ez çi navan
Li  bûkên peyvên xwe
                                   Bikim?.

Kûzên avê kaniyan
Kevirên koþeyên  xaniyan
Daraên hecîrê di hewþa min de
Hemû rêyên bajarê min
Daylanan govendan  
Þîlanên çiyan
Leylanên keçpêrî
Li rûmeta windayî digerin.

Lê rûmeta min tî ye
Þepolên evîna min  
Bi pêlên çemê Efrînê re
Li ber baweþînên çiyayê Lêlûnê re
                               Semayê dikin.
Lê rûmeta min tîîîî ye .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark