Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: HAT CIVÎNÊ

 



Ahmed Tahir

Gulþen û nazdara min î
Dilgeþ û buhara min î
Pertew ji wan dêmê gul î
Pêt û ar xistin vî dil î


Dil birîndar,can gizgizî
Hest û nestê min lerizî
Min got hezar ox û xwezî
Xuyabûn ew bisk û kezî
Hat civînê dilber bi lez
Lêv liba tiryê nû ji rez
Mim dêm dane ber maç û gez
Xweþtir ji gezo û helez
Þêrîn delala dêm bi xal
Wê þox û þenga çavxezal
Berdane ser dêm bisk û dal
Li bejnê tê pesn û kemal
Tîr ji çava berdane dil
Wê xefþ û naza çav bi kil
Pir li bejnê tên berg û cil
Ji dil kiþandin êþ û kul
Xiste di dil sebr û hedan
Wê xemrevîna dilovan
Poz bilinda ebrû kevan
Îro li min bûye mêvan
Çavan li hev kirin gazî
Ev dil ji eþqa ranazî
Min got gelo çi dixwazî?
Got du þahid û yek qazî
Çav þikandin û pal veda
Sed carî þukir bo xweda
Navê pir xweþ navê huda
Spas bo xweda îro qeda.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark