[Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)
Lewend Dalînî
Di paşîya cemseyên leşkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey mêvanê xwey westîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? di dîmahîkê de û di bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dawî dibû?, ramanên wan jî di wê rewşa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di bin bandora êşkence, êş û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêşerojeke bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meşin.
Li hewşa tabûrê ew ji hev veqetandin, zilamê mezin, zarok û pîrek birin bi rexekî ve û xort tev li alîkî hewşê civandin.
Li
odeyên ne amadekirî ji bona sivîlan, kal û pîrek û zarok bi cih kirin û
xort li wê hewşê hiştin? Geh şipê û geh jî li qelevîska di man; heta
rojê li wan dabû der, rengên wan weke ên nîv mirîyan dibû û hinek ji wan
ji kêm qewetî li erdê diketin.
Tevan bi wî halê tengezarî berdewam
kirin hetanî piştî nîvro, hinek xwarin dane wan, peyre tilîyên wan li
kaxezan dan û bi sened kefalê ew berdan.
Hemîdo û jina xwe û zarokên
xwe kû berê wan li Stambolê ye xwe dane hev û bi meşê berê xwe dan
Termînala Otobosên Nisêbînê. Her qederekî xelk di sekinandin û ji wan di
pirsîn; tanî camêrekî xwedî terembêl gote wan werin swarbin va berê min
jî li terminal ê ye.
Dilê wî gelekî bi halê wan şewitî û bi dilekî
şikestî ji wan re got: Berê we li kû ya? Hemîdo lê vegerand û got em
Kurd ê bin xetê ne, berê me li Ewrûpa ye? Ev çend şevê mene di sînor de û
niha em ji tabûrê berdane û kuflet gelekî bê mihwar bûye em kesî
nasnakin lê xwedakî me heye?
Di neynika terembê a hundir çavê wî li
zaroka temaşe di kir; dît kû zarok nîv mirî li ser mil û kaboka diya xwe
stwên wan di xelîyabûn? Keserek ji kûraya dil kişand destê xwe avete
berîka xwe çixarak derxist, pêxist û mizek jê kişand weke yekî ku di
xwest kû kela dil ê xwe hînik bikê? Û pirsî: Pismam ma van zaroka xwarin
xwarîya? Got na?
Li Liqunta termînala Otobîsa xwarin da wan û ji
bêrîka xwe bilêtê Stambolê ji Hemîdo û kufletê wî re qut kir weke
camêran û bi rengek alîkarî? Spasîya wî kirin xatir bi germî jê xwestin û
ketin ser riya biyanî yê…. Berê xwe dan oxirê û pişta xwe dan felekê.
Zêdey
şev û rojekê di rê de man tanî gihiştin Stambolê ? Cara yekemîn e kû
Hemîdo bajarekî wilo mezin di bînê û di kursîyê Otobîsê de sehw mezin
pêre çêdibê!? û di bin vê bandora gran de hêsirên ziwan ji çavên wî
hatin xwarê… û wê bi çi rengî vî kufletî bi cih bîkê di vê riya nenas
ber bi welatê biyanîyê ve bibê û bi çi awayî wê wan bi parêzê? ne bi
zimanan zanê û ne jî perê gelk pêre hene û kete mitalan de, lê hîna jî
kuflet tevde di xew de ne û kesî hêsirên wî nedîtin.
Otobîs li
termînala mezin a bajarê Stembolê rawestîya; Hemîdo kuflet yeko yeko ji
xew şiyar kirin û peyabûn, çenteyên xwe ji Otobîs ê anîbûn der tev dane
hev û li ber dîwarekî rawestîyan û ketin mitala bê ka wê bi kûve herin û
mat mayî pûnijîn?.
Dîmahîk heye…….