Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: DERMANÊ KUXIKÊ

 

  
 Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew þiyar bû mîna hemî  Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir þun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiþtî Çayê dixwest, Kalo awirek namo  li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi þewat nasnekiriye, ya balkêþ  ku  Kalo kenek kir ti carî wusa ne kenîya bû, ew Mêrekî tim xemgîn û bêhêvî bû ne dikniya û rênedida me ku em bikenin, lê vê carê ew ji kena dikir ku bipeqe  û destê xwe li hev dixist  û digot: Hooo weh Hooo weh kê bîra wilo dibir kurooo hûn namînin ecêmayî!


me hemiyan lihev dimeyizand û bi dizî nîþan didan hev û me pistpistê dikir çi bela Kalo ye vê sibehê dikene? ev bûyerek mezin e, Xweda tenê zane bê çi sedema vî kenî ye .
Pîrê got: Þeva çû xew bi çavê Kalo nebû, evê kuxika bê xwedî ew zeft kiribû bêhna wî çikand, ez jî rabûm ew Þûþa Dermên A ku Ti jê vedixwe min danî ber Kalo rabû 2 Kevçî vexwar li ser wan baþ bû xuya ye ku Dermanê Te li telê Kalo hat vêca bi þev pêde ewî Þiruba kuxikê vedixwar ta giþ bi ser xwe da kir û di binê Þuþê de azan da, Pîrê got: jibîr neke eger Ti çû nava Bajêr riya xwe bi Dermangehê bixe û 2-3 Þûþe ji vî Dermanî werî ne jibo Kalo ew pir baþe.
Min di guhê pîrê de got: Te kîjan Þûþe dabû kalo? Lêêê weyla min çav xwarê bi rastî Te bi jîrbûna xwe tir li Tansû Çîller qetand haaa ma derew çiye! Pîrê got: Wilo li min nener ez pîrka Te me piþtî min Derman da kalo ew kêfxweþ bû û destê xwe li doxîna min peland, lê baþbû ku di xew re çû û ez jê filitîm an na wê ya dilê xwe kiribûna .
Min ji pîrê re got: Serseriyê porkurê Ti zane Te çi zeqnebût daye vî sêwîyê bêmicalî belengaz hêê ?Pîrê got: Bê xwedîyo ez ji ku zanim Te çi kerrafî xistibû þûþê.
Min got: Keçê Wîskî bû Wîskîîîîî  ellawekîl !Tê dawîya dawî vî Lawikî bike Rambo.
Pîrê got: Wîskî Mîskî nasnakim, ez zanim bi vî Dermanî ew baþ dibe û hew!
Kalê me serxweþe û daye nav distirê li çepka dixe difîkîne, destdavêje navrana   Pîrê, her Sibeh Mêvan ji Gund tên Mala Kalo vêca ku Yek ji wan were û Kalo di evê rewþê de bibîne emê bihetikin loma min Derî kilît kir jibo Mêvan derbas nebin, û Pîrê hînjî dibêje: Ev çi Dermane yaho? Nuh min naskir dema min da Kalo min jî kevçiyek jê vexwar wek Takî ji Agir xwe berda Qirikê û daket Kezbê ta Gurçikê jê pê ve Dunya li dora min geriya û Xanî berqoqanî bû û ez ketim buhitê, Heylo heylo Þeva çû ez di guhê Gê de bûm, Kalo û Pîrê firtone rakiribûn û hayê min ji wan tune bû.
Kalo hebekê bi ser hiþê xwe ve hat, dest bi girî kir û got: Doh bi þev mêrekî melomirarî keþmûlî qûntazî bêmirês, incolekî gemarokî pertolkî û rîberdayî  hat xewna min û bela xwe di min dida ez rabûmê ew reviya û min da ser piþta wî lê neket zefta min, Wî bang li min kir û got: Tu zanî ez kî me? Ez qirdê te me, eger Te min girtibüna wê þensê Te baþ bibüna lê Te min negirt loma wê þensê Te bimîne wek temtêla min û piþtî Tu bimirî ezê  bibim qirdê Neviyê Te da ku Jiyna wî jî mîna A te bê oxir be.
Min guh neda xewna kalekî xurrufî, nîv serxweþ, Lê ji wê Rojê de her Þev xewna kalo tê min û pêre þensê min pîstir dibe,  Min xwe avêt þêxekî bo çarakê ji min re bibîne, lê wî got: Tu Kurde ne?  Min got: Erê ez Kurdim çi îþê xewna ji Kurda heye bavo? Wî got: Kuro ma Tu nizanî bê neyara xewnên we jî bindest kirine! Sipasiya Xweda bike ku qirdê Te di xewna de tê Te, Kesên din þiyarin û xewna Te êrîþî wan dike li min megre tiþtên wusa Niviþt û Berbejin bi wan kêr nakin, Kê ji te re gotibû Tê Wîskî bide wî kalê reben loo, de were safî bik, min gote Þêx ma wê çilo safî bibe eger ku Kalê min Dermanê kuxikê û Wîskî jihev dernexist .



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark