Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Bahar Marûfî: Sînema ji bo min Evîn e

 



 Hevpeyvîn: Idrîs Hiso
 
Bahar xanim tu bi xêrhatiye bo bajarê Duhok û beşdarîbûna te di Heftemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê de.
Zor spas, ez jî gelek kêfxweşim ku li Duhokê me.
Tu dikarî xwe bi xwendevanan bide nasîn, Bahar Mûradî kî ye?
Ez Bahar Marûfî me, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Ormiyê me, min zanko beşê Bîrkarî xelas kiriye, û ev çar salin ku ez wek lîstikvan (Akter) ê sînema kar dikim, û di nav vî karî de jî berdewamim.


Heta niha te beşdarî di çen fîlman de kiriye?
Heta niha min di çar fîlman de beşdarî kiriye, du kurtefîlim, yek belgefîlim û fîlmekî dirêj. Fîlmê min yên dirêj navê wî Dayan e ji derhênera derhêner Behrûz Nûranpûr e, beşdarbû di festival Duhokê de, di bêşberikiya sînema Kurdî de, kurte fîlemek jî bi navê Getting Back ji derênera Xidir Mihemed, kurtefîlmek jî bi navê Helîma ji dehênera Bayezîdî, û min beşdarî di belgefîmekî telvîzyonî jî de kiriye.
Tu dikarî behsa rola xwe, û peyama fîlmê Deyan bikî?
Sebaretî peyam û mijara fîlmê Deyan ez naxwazim behsa her tiştî bikim, bi min waye gereke derhêner behsa vê yekê bike, lê ez dikarim bêjim ku Dayan behsa çîroka 4000 jinên Sûriyê dike ku bi şêweyekî ji şêweyan dibin qurbaniya êrîşa DAIŞê û ji malabat û mêrên xwe dûr dikevin, aware dibin û nema zanin bê wê çawa bighên malabtên xwe, ez jî rola yekê ji wan jinan di fîlim de dilîzim û êş û azarên wan di fîlim de û li ser ekranê tînim pêşberî bînerean.
Tu wek jineke Kurd, bi taybet ku hîna jî gelek qeyd û bend li berdem jina Kurd ku bi taybet karê akteriyê di fîlmên sînema de bilîze hene, çi astengî ji te re hebûn?
Belê di civata Kurdî de hin zehmetî li berdem jinê hene, lê hemd ji xweda re ku malbata(Xanewedeya) min, piştevan û alîkarê min bû, ez hêvîdarim jî ku malbatên Kurd karibin rê bidin jinan ku bighên mafê xwe, her wisa divê jin jî rêya zanist û xwendinê bidin ber xwe da ku bighên armancên xwe û bibin nimûneyek baş jibo civata xwe, lewma divê malbat jî nebin rêgir û jin jî diberxwe de bidin.
Piştevaniya malbatan heta niha jî li Rojhilatê Kurdistanê kême lê malbat hene, di dema ku ev jinên ku hene bibin nimûneyekî baş jibo jinan, wê jinên ku wêrekî bi wan re çêbibe pir bibin û malbat jî dê werin ser rê, lê heger ev jinên ku niha pêşengin û karê sînema dikin bi şêweyekî xirab wêneya jinê bidin nîşan dan wê demê wê malbat jî nealîkar bin û ew jinên ku niha jî hene wê ti guhertinek bi sûde çênekin.
Niha dema ku ez wek jinek Kurd dê li festivala sînema biçim ser mehfûra sor, divê ez wî wêneyî şanî malbatên Kurd bidim da ku ew jî bêjin bila keçên me jî wek Bahar biçin ser wê mehfûrê.
Te got: Min Bîrkarî xwendiye, dema ku te xwest di nav sînema de kar bike, te berê xwe da ti akadîmiyekê ku tu têde fêrî hunera akteriyê bibe?
Yekem car dema ku ez bûm akter, min pêşberkî li gel 500 jinên din kir, lê ez di pêşbirkê de bi serketim, ji ber bi sedên fîlman min dîtiye û ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibim derhêner, axirê ez nebûm derhêner lê ez bûme akter, ez bi hêvîme ku bibim derhêner jî. Di vê derbarê de dixwazim bêjim ku xwendina ekadîmî gelek başe, lê ya baştir û girîngtir hez û vîna mirov e û herwiha rahênana berdewam e.
Tu heftemîn festival navdewletî ya Duhokê çawa dinirxînî?
Ez fîlmefestîvala Duhokê bi rêk û pêk û girîng dibînim, her wiha ez wê bi festîvalek serkeftî dibînim, divê em wê yekê zanibin ku şehnaziyeke li Kurdistanê fîlmefestîvalek bi berdewamiya heft salan bê rawestandin hebe, tevî şert û mercên ku welatê me têre derbas dibe.
Tu rola festîvalan ji bo sînema û akterên Kurd çawa dibînî?
Rola festîvalan gelek başe, heger ev festival wek a Duhok û Silêmanî her sal werin lidarxistin, hem ji bo Akter başe, hem ji bo derhênere başe, hem jî jibo gelê Kurdsitanê başe ku akter û derhênerên xwe binase, sînema ferhenga Kurdî dewlementir dike, festival jî derfete ku gel hunermendên xwe yên ku ferhenga wî dewlementir dike bibîne. Ji aliyekî din ve jî festival dibin pira di navbera me û gelên din de em hemû têne cem hev û ji nêzîk ve hev û din nasdikin û dibe cihek jî ji bo bidestxitina derfetên kar ji bo hunermendên kurd.
Tu sînema li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çawa dibînî?
Li Îranê hunera sînema û şanoyê gavên baş ber bi pêşve avêtine, dema Îranî fîlmekî çêdikin ji aliyê hejmarek mezin ji xelkê ve têdîtin, herwiha hunermend û sînemakarên Îranî di nav civatê de têne nasîn, li Rojhilatê Kurdistanê jî huner heta radeyekê belav û cîgire lê ne wek ku li Îranê ye, derhênerên me yên binavdeng wek Behmen Qubadî li seranserî Îranê tê nasîn lê pêwîstiya me bi berhemên zêdetir heye.
Awatî Bahar li paşerojê çiye, çavên te li ku derê ye?
Çavên min li wê yekê ne ku ez bibim akterek cîhanî, ne tenê ji bo nav, deng û şuhretê, lê belê ji bo ez wek keçek Kurd bême nasîn bi behemên baş, dema xelk ji huner û berhemên min hez bikin û şehnaziyê bi fîlmên ku ez tê de rol digrim bikin, ew mezintirîn şehnaziye bo min.
Aya nasnameya fîlm dibe Kurdî di dema ku fîlim bi gelek zimanan be? An jî gereke fîlim bi Kurdî be û jêrnivîsa wî bi zimanên din be?
Ez dibêjim ne gereke tenê bi zimanê Kurdî be, tevî ku gelekî girînge fîlm bi Kurdî were çêkirin, lê dibe ku em bi zimanên din jî fîlmên Kurdî çêkin, wek nimûne em dikarin akterekî farisî bînin nav filim wê demê em dê karibin bala bîner û sînemahezên Farisî jî ber bi fîlmên Kurdî ve bikşînin. Heman gotin ez dikarim derbarê Tirkan û Ereban û Ermenan jî bêjim.
Çawa rexine li karê te di nav sînema de tê kirin?
Heta niha gelek caran ez ji gelek hunermend, derhêner, akteran û bîneran dibhîzim ku karê min gelekî başe û serkeftî ye, lê bi şêweyekî nivîskî bidaxewa karê min nehatiye rexnekirin, û di vî alî de jî ez lawaziyekî di nav sînema Kurdî de dibînim, pêwîste aliyê rexnê jî pêşbikeve da ku akter û derhêner xalên lawaz di karên xwe de nasbikin û berhemên dahatû baştir encam bidin.
Li heftemîn fîlmefestîvala Duhok, helbet te derhênerên Kurd ji seranserî Kurdistanê û ji Ewropa jî dîtin, vê yekê derfetên kar bo te peyda kirin?
Belê, helbet, spas ji xweda re ku min derhênerên Kurd, ji Bakur, Rojava û Başûr dîtin û behsa pirojeyên xwe ji min re kirin, heta niha jî min du rol di du fîlman de dîtine, wê di paşerojê de bêne dîtin û bêhtir wê hurgiliyên van pirojeyên nû diyar bibin.
Bi te wek jinek Kurd, heger derhênerekî ji te re got di fîlmê min de çend dîmenên evînî hene, tu wek akter di kare bi wê rolê rabî?
Belê helbet, ev karê aktere, pirs ew e ka mijara fîlm çiye, nameya fîlm çiye, heger fîlm bi mijara xwe û nameya xwe hêja bin û li gorî daxwaz û pirensîpên min bin, helbet dîmenên evînî jî beşeke ji karê akterê sînema.
Tevî ku ez dixwazim bêjim ku vê yekê di nav civata me de cih negirtiye jî, lê wek min got divê ew jî hebe û herdem ev tişt girêdayî name û armancên fîlm in.
Tiştekî din ez dixwazim derbarê vê mijarê de bêjim ku, divê fîlmên me evînî, xweşî û şadiyê şandî bîneran bidin, ne tenê xem û kulan nîşan bidin , çinku fîlmên ku bi tenê xem û kulan nîşan bide, dê zor ji aliyê bîneran neyê dîtin û dê berê xwe bidin fîlmên din û tiştê xweşî û kêfê û wizeyê dide wan.
Sînema bo Bahar çiye?
Sînema bo min Evîne, ez evîna xwe di sînema de dibînim, dema ku ez diçim berdem kamîra û derhêner dibêje Akşin, ez hest bi evîniyê dikim, bi işq û evînî ez sînema dijîm.
Tu ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê ku heza wan ji karê Sînema re heye çi dibêjî?
Ez ji bo jinan berdewam dibêjim, ti carî bê omîd nebin, ji xwe ji bo xwestekên we heger rê zehmet be jî lê bi berdewamiya kar û têkoşînê mirov dê bighê armancên xwe.
Duhok 15.09.2019
Di kovara Rê de hatiye belav kirin.
 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark