Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Pêşgotina Pirtûka «Qapût»

 


 Nêzîk ne dûr Qapûtê Gogol bi zimanê Kurdî emê li xwe bikin ji  weşanên çapxana serSera . 

Daner: Niqolay Gogol 
wergerandin: Bavê Zozanê.
Pêşgotin: Brahîm Yûsif

Gogol bi şal û şapik ê Kurdî yanjî Kaka Ekakî Ekakîvitş
Nivîsarên nivîskarê Rûsî Nikolai Gogol1809-1852 di warê çîrok û şano yê de dengek herî mezin veda ne tenê li welatê wî belê wisa  li seranserê cîhanê tevayi ji ber wa babetên wî yê herî giring ku wek pijîşkekî li ser êşa miletê xwe disekinî û bi hesanî derman û çareser dikir. Ku xwîner di wan karên wî de mîna neynikê hemî miovikê jiyana xwe têve didîtin.


Wisa jî ew berhemê wî jêre  bûn wek deriyekî ew bi ser cihanê de vekir ku navdar û berzbû  ji ber ku nasikirin û navnîşana cihanî ji devê hewşa nivîskar ji bênderên gund ji celda tarê dest pê dike.

Wisa Gogol di virde  bi ser dikeve ku derdora çil salî ji jiyana xwe yan jî dor bîst sal û nîvê ji nivîsandinê karîbû bibe navekî xuyanî di jiyana edebyatê de ku hişt Torgînîv bêje:Em tev ji Qapûtê Gogol derketine.
Belê va em li hemberî mîrza qapûtin, qapûtê Gogolin ,deka emê  bi lez li berîk merîkê wî yê qul bigerin.

Me pir karên Gogol yên çîrok xwendine wek Giyaniyên Mirî ,Zewac,Cavnêriyê Giştî,Celda Nivîskî û twd ji wan karên mayindar ku axaftin û rokirina wan di vê pêşgotinê de nahilê.

Ji xwe di xuyê pîştî belavbûna wêjeya cihanî wisa jî ya Rûsî jî di nivê paşîde ji sedsala bihûrî de li seranserê Dunyayê de,
Xwînerê Kurd jî karîbû bi wî zimanê ku li ser hatibû erêkirin di dibîstanên welatê wîde ku pê bixwînê û pê binvîsê çi Erebî çi Farisî yan jî bi zimanê dayikê - tevlî kêmbûna wergirandinê-karî bû  vê Wêjeya Cihanî wek kezebeke dî ji xwere bibîne ,kezeba sisiyan hemberî kezeba sereke ku zimanê wî bû, û wisa karîbû xwe dûrî van wêjeyan nekê belê tevlî ewan jî bibê.

 Em dikarin bêjin ku pêşengên nivîskarên Kurd na hemî nivîskarên wan karîbûn bihtir ji hemî civatên din ji vê ava wêjeyî a cîhanî vexwin.Û li gorî ku dezgehên çapê yan jî Saziyên çavnêriyê derft dida wan.

Hevalê hêja nivîskar Marwan Mistefa - Bavê Zozanê - ku ji dehê salan ve ez wî nasdikim di hazirbûna wî ya rewşenbîriyî de ya rengereng de ku di bihtirî zeviyekî de dinîvîsêne Çîrok Helbest wisa jî vekolîn û wergirandin ku demek dirêj di pirtûka Serok Mesûdê Barzanî de qedand ku sê parçebûn , sê pirtûk bûn -Barzanî û tevgera azadîxwaza Kurdî-ku ji hin sedemên ne diyar ev karê giranbiha di qorzîkên çapxanê de ronî ne dît .

Û ji xwe ev çîroka kinedirêj ku bêguman romanek bi serê xwe ye
mîna hemî çîrokên Rûsî ku di bîra mede şax vedane , çavnêrîna me dirêj bû ji vê wergirandina karê bedew re ku ez yek jê ji pirskirê wê bûm ku timî bersiv ew bû destnivîs di bin toza demê de maye û vê paşiyê di bin agirê cengê de cihê xwe girtiye bendewarê weşanvanekî bi rûmet e.

Lome wek pêşenyarekê me kir ku em vî karî mîna xelekan di pênûsa nû de belav bikin. Dawî karîbû li vê çapxana delal de ya serSera roniyê bibînê ku ev dezgeh wek leşkerekî nependî xizmeta ziman û rewşenbîriyê wisa jî afrandariya kurdî dike.

Vêce wergirandina karê wêjeyî, ji çi zimanî ,bal zimanê Kurdî ve helbet wê qezenciyê bikhêne zimanê kurdî wisa jî wêjeya Kurdî  û xwînerê kurdî jî,pêre jî rewşenbîriya kurdî.Û ji bo ev pira hêja
 bi rola xwe a rewşenbîrî di nêv bera wêjeya cîhanî de rabê dive wêjeya kurdî jî bête wergirandin bal zimanê cihanê yên din .

Vêce ev dorpêça kirêt ku bi dehê salan li ser ziman û wêje û folklorê Kurdî ku hatiye danîn wê di riya wergirandinê de bê şikandin ku bi hezarê salan dihate dizîn û sextekirin wisa jî di pirtûk û rûpelên xwede qeyd û tomar dikirin.

Belê ku wergirandin bi herdû rexên xweve ji herdû aliyan ve pêwist û giringe be vêce pêdiviya qapûtê Gogol gerek û pîwiste  ji pir aliyan ve  çi ji rexê xweşikbûnê ve çi rexê afrandinê ve  çi rexê naverokê ve .

Ji xwe kesatiya Akakî Akakîvitş tê kopîkirin ji nifşekî ta nifşê dî, bi gelek kesê din re, li vir em hemberî pirbûnêne çi di qûnaxa berî cengê de yan jî piştî wê ta ku em hewcedarî tabloyeke dinî himbizin ku karibe li evê dirama bala çavdêriyê bikê.

Û ji ber ku rexnegêran dîtin ku Qapûtê Gogol çêdibe ku bibe têkisteke mirovatî herî bilind ku hemî zimanan dikarê derbas bike wisa jî çêdibe ku bibe wêneyê zora hemî perîşanan sersnserî nexşeya cihanê tevde bê ku sînor karibin ewê biseknînin,ji vir ew kurdê ku hatiya hêrandin ji layê zor û setem û dagîrkirinêve wisa ji ji layê cenga ser Ziman û ser Alê wisa jî ser Welat vêce Akakî dikare bibe Kak  û şal û şap jî li xwekê piştî ku ew bi xwe jî herhirî ji ber siyasetên çewt ku li hemberî wî û li ser serê wî pêk tên.

 Ku xwena wî bû şalekî nû yan jî qapûtek nû wergirênê qene piçik germ û xweşiyê bidê laş û canê xwe ta ku li ser kêmbûna xwarina
wî bi xwe jî  be yan jî ji rihniya çira mala wî bê ku dawî jî ewbû ku bi evî qapûtê nû şanebê ku hin çete bên wî bavêjin erdê lêbixin qapût jê bistênin wî bişêlênin her tiştî jê bidizin Welat ,Ba,Rokê ta ku dawî bibê tinazokê hevalên xwey kar qeşmeriyan pê bikin ku qapûtê wî hew dihat pînekirin hew ew ji wê qeş û serma zor a Rûsî di parast.

Dawî ev karê hêja ku gelekî dereng jî ma va gihişte xwendevanên hêja bi zimanê Kurdî helbet alîkariyeke delale ji layê mamosta bavê Zozanê ve di wergirandina karekî mirovatî karekî cihanî navdar bal zimanê dayikêve di gorepana dîtin û xwendina rewşenbîrî û afranidina miletan de, piştî ku tiknolociyayê karîbû sînoran helweşînê wisa jî girêbendan vekê ku zimanê kurdî hatibû piştguhkirin ji layê hemî dagîrkiran ve.


12.1.2020 Essen  Almanya

 



Nîşe:



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark