Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: D. Mehmūd Abas : Žorež Bidawī Nebūye, Gelek Riyźn Dijwar Li Pźžiya Me Mane

 


Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Pižtî komelkujiyên tirsnak yên der heqê sivîlan li Sûriyê bi gižtî û li Helebê bi taybetî, yên ji hêla Rêjîmê û milžyayên wê û balafirên Rûsiya pêk hatin, Heleb pir nêzîkî ketina bi temamî di bin destê Rêjîmê de ye, û bê guman derketina Helebê ji nav deverên žorežê, serkeftinek derûnî ya mezin e ji Nîronê Sûriyê re, ji ber ku Heleb duyem bajarê mezin ê Sûriyê û paytexta wê ya aborî ye.
Û her weha derbarê rewža žorežê û tiracîdiya mezin ya ku gelê Sûrî tê de dijî.  me ev dîdara taybet bi žirovekarê siyasî  D. Mehmûd Abas re, yê ku niha nižteciyê Amerîka ye, pêk anî.


Dema we Bežar žiband bi qeralê Romanî Nîron, wêneya Bežar xwînrêjtir û hovanetir diyar bû, ji ber Nîron xwe pesindar nedidît bi tawanan wek Esed, gelo Bežar ev qas çanda xwînrêjiyê ji ku aniye?

Tevlî kevinbûna Nîron û dûrbûna demê di nav herdûyan de, û pêžketina mirovahiyê û gihižtina qunaxên pir bilind ji žaridtaniyê, lê Bežar û bavê xwe karîbûn Nîron li paž xwe bihêlin di tawankariyê de, ji ber çanda Bežar ya xwînrêjiyê ji exlaqên partiyeke nijadperest ya tekrew hatiye, û di devereke kirêt de ji aliyê siyasî û civakî û ramangîrî de xwedî bûye, ew civaka tê de jiyaye mižt kîn û berberî û tewankarî bû, û ew heman civaka bavê wî û kesên derdorên wan ya hovane ye.

Di sîmînara te de li nivîsgeha Zankoya Rojava li Hustin, te ji cemawerekî ji žervanên dêrîn yên malnežîn ên Amerîkî re got ku çaktirîn rê ji bo nehêlana dijîtiya li herêma me bi destêwerdana derve ye, lê tižtê cihê dilnearamiyê ye ku tenê têwerdan niha ji hêla Rûsiya ve ye, ma tu nabîne ku hebûna Rûsiya û nebûna aliyên din wê bobelatî be li deverê?  

Pižtî žoreža Sûriyê bû dijberiyeke çekbarî, me pêžbîn kir ku wê Sûriya ber bi bobelatan de here, û me didît ku çareya çak ew e ku destêwerdanek ji dewleteke zilhêz çêbibe da rewžê yekalî bike, wê destêwerdanê wê sînorek ji desthilata Bežar Esed û rikberiya çekdar re danîba, û wê alîkar ba ji xortên žorežger re da xwe bi rêxistin bikin, mixabin ew tižt nebû, û rewž ber bi aliyê zalbûna Rûsan ve çû, û bê guman ku berdewamiya nebûna Amerîka li herêmê , wê Sûriya û belkî parekî mezin ji deverê, ber bi bobelatan ve biçe, di bin desthilata du rêjîmên diktator de , baweriya wan bi çek û komelkujiyan wek çaktirîn çareserî tê.

Di gotara te ya bi navnîžana ( Sûriya di bin desthilata Rûsan de ye), te gotiye ku Rûsiya serkeftiya tekane ye li Sûriyê, û gelê sûrî zerermendê mezin e, û ne rêjîm kare ji sizakirinê bazbide, û nejî opozisyon kare xwe ji ber tawanê bide alî, te ev nerîn li ser çi ava kiriye?

NATO regihand ku pižtî Rûsiya mûžekên S400 anîne, destêwerdana Sûriyê dijwar e, û pažre Rûsiya ti rikeber ji xwe re nedît, û dest bi çesipandina xwe kir bi pêkanîna tawanên li pey hev dijî gelê Sûriyê, bi wêrankirina bajaran. Lê serborên dîrokê tekez dikin ku wê Žorež vegere çendî dem dirêj jî bibe, û bê guman wê gelê Sûriyê karibe hêzeke xwe çêke û bihêle dewletên zilhêz Bežar û desthilata wî ya stemkar dadgeh bikin, û wê rêxistinên olî yên tundrew û keysebazên ku rola wan di wan komelkujiyan de hebûn bên sizakirin. 

Tevî hemî aliyan hêviyên xwe bi Cinêvê ve girêdidan, ji bo dîtina çareseriyekê ji derdeseriya gelê Sûrî re, ji ber ku Cinêv bajarê kongirên ažtyê ye, û navenda Benda Navdewletî ye, û Dadgeha Herdemî Ya Daddariya Cihanî lê ye, çima te ne wek her hesî navê “La´neta Cinêv” lê kir?

Piraniya kongirên Cinêvê ji bo dirêjîpêdana dijayetiyê bûn, kužtin û wêranî ranewestandin, lê berovajî, bermîlên mirinê pirtir kirin, gelo ma ev ne “la´net”e ?

Samantha Bowers, dibîne ku Esed berpirsyare di ber bombebaran ku li Helebê û deverên dîtir ji Sûriyê dibe, û gelek dewletên Oropayê û bidehan ji dewletên Rojhilatî dîtin ku Esed tawankarê cengê û stemkar e, gelo ti mîkanîzim li rex Netewên Yekbûyî û Encumana Ewlekariyê tune ne ji bo gemkirina stemkaran?

Eger Samantha Bowers û kesên pêre hêzekî xwedî bandor bana ji bo rawestandina Rûsiya, bežar Esed nedibû tawanbar, û wê bihata bidûrxistin ji destpêka žoraža Sûrî de, lê mixabin, ji aliyê yasayî ve, Vîtoyên Rûsiya û Çînê Karin her biryara tewanbarkirina Bežar wek tawankarê cengê Rawestînin, û nahêlin bê dadgehkirin jî.   

Di nerîna te de, ev civandina žervanan di Idlibê de, di riya lihevkirinên navdewletî re, hewildan in ji bo bidawîkirina Žorežê? An jî destpêkek e ji bo qonaxeke nû ji dijatiyên demdirêj re, çi dijwarî di riya Oposisyona Sûrî de di demên bên de hene?

Komkirina wan li idlibê , nîžana bidawîhatina Opozisyonê ye, û bêguman ewê qonaxeke nû destpê bikin, û mixabin opozisyona li ser hev nemaye ta dijwariyên nû li pêžiya wê hebin, lê tevlî weha jî , žorež bidawî nebûye, û astengiyên mezin li pêžiya wê hene, tevlî ku žorež ji meydanê derxistin dema Žoreža Sûrî ya ažtyane bû dijîtiyeke çekdarî û ket destê hêzên Islamî yên tundrew de.

Di çend gotarên xwe de, te nebaweriya xwe bi rastgoya vekolînerê Sûrî Cemal Barût diyar kir, û wek tê zanîn ku Îraq û Sûriya herdû di bin desthilata partiya Be´is de bûn, gelo çima li Îraqê hin nivîskarên xwedî wicdan derketin wek Žakir Xesbak, Hadî Alalewî, Abdulhisên Ža´iban û Munzur Fedil, lê li Sûriyê me kes nedît ku bighê asta wan ji aliyê rastgoyî û wijdan û mafnasiyê de?

Gelek sedem hene , yek ji wan ku žoreža Kurdî li Kurdistana Îraqê ji destpêka sedsala bûrî ve, bibû hembêzgeha piraniya partiyên Siyasî û opozisyona Îraqê, û tevlî bežekî mezin ji tevgera rewženbîrî ya Îraqî, ev henbêzgeh li Sûriyê tune bû, û tevgera Kurdî li Sûriyê lawaz bû û nikarîbû bandora xwe li tevgera rewženbîrî ya Sûrî bike, tevlî wî bežê ku bi navê ramanên žorežgerî jî diaxivîn, lê tevlî weha jî hin kesayetiyên rewženbîrî yên Sûrî derketin û pižta kêža Kurdî li Sûriyê girtin, lê mixabin dengê wan negiha asta ku di ragihandinê de belav bibe, wek ku li Îraqê çêbû, û yên wek MIhemed Cemal Marût li Îraqê û gelek welatên din ên Ereban hene, û ew bežek ji nijadperest û keysebazên Erebî ne, û ziyanê digihînin netewa erebî bi xwe jî, wek Marût ê me behsa wî kir, û hin ji wan di Navenda Istiratîciyên Erebî li Qeterê kar dikin, ji bo pereyan, hin ji wan ji hembêza Be´isa sûrî çûne Qeter a Îslamî ya pižtgir ji ramanên nijadperestiya Erebî û Isalama tundrew re.

Tu wek kesekî bawernameya xwe ya Profosoriyê li Mosko standiye, gelo tu dibîne ku pižtgiriya rûsan ji Esed re tektîkek bû, û tenê armanca wan qezenca abûrî ye, û derfet hebû ku Rûs dest ji Esed berdin eger Opozisyona Sûriyê karîba garantiyên rastî bidana Moskoyê?

Ez ne bawerim ku ew tektîk û bercewendiyên aborî tenê ne, Rûsiya dixwaze tižtên ku Yekîtiya Sovyêt li Rojhilatê ji dest dane vegerîne, û Potîn dixwaze xewna Qeyseran di Ava Germ de bicî bîne, tevlî ku berê istiratîciya wan ne wek niha bû, û ez dixwazim bêjim ku ti garantî di destê Opozisyona Sûrî de tune bûn ku ji Rûsiya re pêžkêž bike, nemaze ku ew di vê asta ramanî ya Islamî ya radîkal de ne, ya ku li cîhanê tevî redkirî ye, û bi taybetî ji Rûsiya.

Te xwendina xwe ya bilind li Rûsiya kiriye, û tu niha li Amerîkayê dijî, di nerîna te de, gelo bi rastî herdû polên cîhanê dijî hev in derbarê kêžeyên cîhanê, yan jî pevguhertina ciyan heye di nav wan de, û ev kêžan û vekêžan ya di alavên ragihandinê de, corek ji dirama  ye, ji bo helwest û nakokiyên siyasî diyar bikin di meydana danûstandinên diplomasî de.

Em Karin navê milmilaneya ji bo bercewendiyan lê bikin, û ne ji pevçûna du aliyan wek berê di Žerê Sar de dihat gotin, ku dixwest edyolojiya xwe ya “ Komonîstî û Impiryalîstiyê” di ragihandinê de belav bikin, û pižtî ruxandina Yekîtiya Sovyêt û ketina desthilatê di destê Potîn de, istiratîciyeke nû hat holê di nav Rûsiya ji alîkî de, û Amerîka û Oropa ji aliyê dî ve, û sebaret siyaseta Amerîka, her kes zane ku bercewendiyên Aborî herûher bandora wan ya mezin lê heye, û tižtê pêžinde û giring li rex Rûsiya vegerandina zalbûna Yekîtiya Sovyêt di warê aborî û Siyasî û ležkerî de ye, û tevlî her tižtî nakokiyên wan tenê dimînin di meydana danûstandin û dîplomasiyê de.
 
Sebaretî rewža kurdî, gelo wê tevgera siyasî çawa karibe li gor vê qonaxa dijwar ya ku dever têre derbas dibe be, û bežê din ji pirsê, gelo tu nabîne ku ew rewženbîrê kurd yê ku žûrê xwe di ser tevgera siyasî re dihejîne , ji aliyê kartêkerî û piratîkê de hîna ew ji wê tevgerê li pažtir e?

Gerek tevgera kurdî ji bin zalî û kontrola hêzên iqlîmî derkeve,  Ji bo armancên xwe yên netewî pêk bîne,  ev nayê wê wateyê ku têkiliyên istiratîcîk û tektîkî bi wan re nehêle, û ji bo serketina vê gavê, pêwîstî bi danûstandineke Kurdî-Kurdî ya berdewam heye, û tevgera rewženbîrî ta vê gave , wêneyeke ji rewža siyasî re, tevlî çêbûna yekîtî û rêxistinên rewženbîrî jî,  wan nikarî ye ji bin bandora siyasetê derkevin, ji lewra karê wan ji yê partiyan qelstir e, û hîn jî nikarin pêžengiya hižyarkirin û pêžxistinê bikin, û di vê mijarê de ez dixwazim bêjim ku rexneyên tûj û êrîžkirina ser partiyan, nakeve warê hižyarkirin û žîretkarî û rastkirina rê de,  û bi vî žêweyî nikare bide pêžiya tevgera siyasî yan jî bibe rêber ji civakê re.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark