Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Kurd rûmeta dostên xwe diparêzin Xelata Osman Sebrî ji MELÎKE MEZZAN re çû

 


Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan, sala 1998ê ji hêla gurûpek nivîsevan û rewþenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de hate damezirandin, û ji wê demê de heya îro sê dostên Kurd xelat kirine, ew jî ev in: Civaknasê Tirk Dr.Îsmaîl Bêþikcî, xanima Feransa Danyal Mîtêran û yasanasê Îraqî Dr. Munzir El-Fedil.
Vê carê jî endamên komîtê, ji ber ku hinek li hundir welêt in, û hinek jî li derveyê welêtin, di riya Messengerê re, pêþniyara hevpîþeyê xwe Heyder Omer, ku helbestvana Emazîx MELÎKE  MEZZAN, wek kandîdat pêþniyar kiribû, gotubêj kirin, û hemiyan ev pêþiyar pejirandin.


Biryar ew bû, ku her sê salan dostekî Kurd were xelatkirin, lê mixabin ji ber hin sedemên darayî û teragîdiya Sûriyê, ku ji þeþ salan de didome,vê carê komîtê kesayetiya, ku hêjayî xelatkirinê dibîne, bi derengî nîþan kir.
MELÎKE MEZZAN yekemîn wêjevana biyanî ye, di van nîrên dijwar, ku li baþû û rojavayê Kurdistan diqewimin de, piþtgirî daye gelê Kurd û hêzên pêþmerge û yekîneyên parastina gel, ku li baþûr û rojavayê Kurdistan di ҫeperên þer de li hember hovtirîn hêzên tariyê; Daîþ û hevalbendên wê þer dikin, û berevaniya tevayê cîhanê dikin.
MELÎKE MEZZAN bi hesreta tevli van hêzan bibe, dibêje: „Eger ez xort bama, û min hêza xortaniyê hebaya, ezê bê dudilî tev li þervanên jinên Kurd bibama, lê ji ber ku rewþa min ne wusa ye, ezê bi nivîsînê piþtgiriya wan bikim, û her awayên hovîtiya, ku li dij gelê Kurd pêk tên, riswa bikin“
Her weha dibêje: „Eger li dinyayê miletek heye, ku divê wijdana navnetewî berevaniyê ji bo wî bike, ew milet meletê Kurd e“.
MELÎKE MEZZAN, ji ber ku jineke xebatkar e, nirxê  xebata jina Kurd dizane, û li hember hêzên tariyê gelek pilind dinerxîne, û dibêje: „A naka, jina kurd bi hovîtirîn hêza dijminiyê re rû bi rû yê. Ez sipasdara jina Kurd im, rêza xebat û wêrekî û canfîdayîya wê digrim, û bejna xwe li hember bejna wê ya têkoþer û bilind ber ve xwarê dikin“. Û gava li gel miletê Kurd daxife, dibê:
Hevalê gelê min Emazîx di riya serhildanê de. Hevkarê wî di serbilindiya xebatê û berxwedanê de. Ey miletê Kurd ê kevnar û resen bi kevnariya temên zemînê! Ey dilpaqij û dilfirehê bi qasî firehiya hemî hunerên ciwan û evînê! Ey miletê, ku tu di bazarên sitemê li rojhilat û rojava de, di ser parskirina rûmetê re yî! Bilindtirîn silav ji bo hebûn û pêdariya te.“
Evan helwestan, wek ku bala hemî gelê Kurd, ya komîta xelata Osman Sebrî jî kiþand, ku yekemîn jin e, yekemîn wêjevan e, li seranserî welatên cîran û yên rojhilata navîn helwestên piþtgiriya gelê me dide xuyan, û bi baweriya yekta heya roja serxwebûnê û avakirina dewletê, li kêlek gelê Kurd dimîne.
Ji bo van helwestan, Melîke Mezzan hat hilbijartin, ku were xelatkirin. Rêwresmên xelatkirinê dê li Elmaniya pêk bên, lê dem û cih dê di rojên pêþende de  bêne diyarkirin û ragihandin.
Elmaniya  16. 06. 2016.
 Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark