Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Kurte Dîroka Elifbêyên Kurdî

 


Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Herwekî tê zanîn, çêkirina rêzê (xet) destkefteka mezin a mirovan e. Gelê kurd jî di vê destkefta girîng de xwedan pişk û par e. Ji mêj ve rûniştvanên rêzeçiyayên Zagros û Toros nivîsîne û xwandine. Gorî belgeyên dîrokî û baweriya ziman-nasan , kurdan di dirêjaya dîrokê de ji bilî bikaranîna elifbê û xetên aramî, suryanî û yûnanî - ku gelek berhem û belgeyên kevnare yên kurdan bi wan xetan hatine nivîsîn - ev deh heb elifbayên jêrîn jî vejandine, çêkirine û bi kar anîne:


1-Elifbêya Mixî; 
Ev elifbê ji aliyê Madan ve hatiye bikaranîn. Wan 6 tîp li xetê mixî (bizmarî) yê aşûrî zêde kirine û hejmara wê elifbêyê ku, di bingeha xwe de 36 tîp bûne; gîhandine 42 tîpan. Ev elifbê ji milê çepê ber bi rastê ve dihat nivîsîn.
2-Elifbêya Avistayî;
Ev elifbê ji 44 (gorî hin çavkaniyan 48) tîpan pêk hatiye. Gorî baweriya Mamoste Mihemed Teqiyê Behar dema îro de xetê herî sergihayî yê cîhanê xetê avistayî ye. Ev elifbê ji milê rastê ber bi çepê ve dihat nivîsîn. Pitûka pîroz a Avista bi vî xetî hatiye nivîsîn. Hemû şareza û rojhilatnas li ser vê baweriyê ne ku, zimanê avistayî ew ziman e ku gelê Mad (bapîr û dapîrên kurdan) pê diaxivîn. Roja îro di nav zimanên îranî de, yê herî nêzîk bi zimanê avistayî, zimanê kurdî xasme zaravayên zazakî û hewramî ne. 
3-Elifbêya Pehlewî;
Kurdan ev elifbê jî bi kar birine. Pirtûka navdar a “Dînkerd” bi zimanê kurdî, zaraveyê soranî bi vê elifbêyê nivîsîne. Gorî baweriya ziman-nasan di nava zimanên îranî de, yê herî nêzîk bi zimanê pehlewî dîsa zimanê kurdî ye.
4-Elifbêya Masî Soratî; 
Ev elifbê ji 37 tîpan pêk hatiye. Nivîskarê asûrî Ebûbekr Ehmed Ibnê Wehşiyê Nebetî di berhema xwe bi navê =شوق المستهام فی معرفت رموز الاقلام= (Şoqeka Mezin Di Nasîna Sirên Pênûsan) de dibêje: “Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên Masî Soratî dinivîsin. Zanayên kurd Bînûşad û Masî Sorat ev elifbê bi kar anîne. Min di Nawosiya Bexdadê de sî berg pirtûkên kurdî ku bi tîpên Masî Soratî hatibûn nivîsîn, dîtin. Niha jî li Şamê du berg ji wan pirtûkan di bal min in. Ji wana yek dabaşa perwerde û çeqandina darên xurmeyan û tiriyan dike û ya din jî dabaşa avnasî û peydakirin û derxistina avên ku çavkaniyên wan nediyarin, dike. Min ev her du pirtûk vereşandin û wergerandine ser zimanê erebî, daku her kes kelk û sûdê jê wergire.”
Gorî baweriya dîroknasên weke Husêyn Huznî û Gîvê Mukriyanî temenê vê elifbêya herî kevnare û serbixwe ya kurdî digihêje 2800 sal berî zayînê. 
5-Elifbêya Êzidî; 
Ev elifbê ji 31 tîpan pêk hatiye. Ji milê rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn. Navekî din ê vê elifbêyê, elifbêya sirê ye. Kurdan bi sedan salan ew bi kar anîne. Ev elifbê ku piranî di nav kurdên êzidî de bi kar hatiye, ji xetên avistayî, pehlewî û erebî hatiye wergirtin. Pirtûkên pîroz ên ola êzidî, Mishefa Reş û Cilwe û hinek namîlkên olî bi vî xetî hatine nivîsîn.
6-Elifbêya Kurdî-Ermenî; 
Kurdan sê elifbê li Yekîtiya Sovêtê de bi kar anîne. Ya herî ewil elifbêya kurdî-ermenî ye ku, sala 1921’ê li Ermenistanê çê bûye.
Nivîskarê eyan birêz Ahmedê Hepo di vî warî de wiha dibêje: “Di pey damezrandina Yekîtiya Sovêtê bona gelek gelan elifbê hate hinartinê; usa jî bona kurdan. Sala 1921’ê li Ermenistanê da Hakob Xazaryanê ermenî ku jê ra Lazo jî digotin, elifbêya kurdî bi tîpên ermenî çêkir û pirtûka perwerdekirinê bi wê elifbêyê bi navê Şems li bajarê Êçmîadzinê da hate weşandin. Bi wê elifbêyê kurdên Ermenistanê hetanî sala 1928’an nivîsîn pêk anîn. Li dibistanan da zarên kurdan bi wê elifbêyê dixwendin. Lê, ewê elifbêyê nikaribû timê bê domandinê. Ji ber ku tîpên ermenî têra sewtên kurdî nedikirin û ne weke sewtên zimanê kurdî bûn.”
7-Elifbêya Kurdî-Latînî ya Şemo-Morogûlov; 
Ev yekemîn elifbêya kurdî ye ku, bi tîpên latînî ji aliyê nivîskarê eyan Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov ve amade bûye. Hejmara wê 36 tîp in. Ev elifbê bi biryara hikûmeta Yekîtiya Sovêta berê û Ermenistanê ji aliyên navbiriyan ve sala 1928’an de çê bûye.
Mamoste Ahmedê Hepo di vê derbarê de wiha dibêje: “Sala 1928’an da nivîskarê navdar Erebê Şemo tevî Îsahak Morogûlov yê ku bi rîşa xwe asûrî (aşûrî) bû, elifbêya kurdî ya latînî efirandin. Salekê şûnda yanî sala 1929’an da Erebê Şemo û Îsahak Morogûlov bi tevayî pirtûka hînkariyê ya bi navê “Xwe Xwe Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî” amade kirin û wê pirtûkê wekî yekemîn pirtûka kurdî ya latînî di Yêrîvanê da ronahî dît.”
8-Elifbêya Kurdî-Kirîlî; 
Ev elifbê ji 39 tîpan pêk hatiye. Kurdên Sovêtê ev elifbê ji sala ku hatiye damezrandin (1947) heta sala hilweşîna Yekîtiya Sovêtê (1991’ê) bi kar anîne.
Mamoste Ahmedê Hepo di vê derbarê de wiha dibêje: “Sala 1940’î ji yalê Yekîtiya Sovêtê ve gilî pêşta hate kişandinê ku, derbasî ser elifbêya kirîlî bibin. Paşê di sala 1947’an da bi wê elifbêya kirîlî pirtûkên bi zimanê kurdî hatin weşandin. Hîmdarê vê elifbêyê jî nemir Heciyê Cindî bû. Kurdên Yekîtiya Sovêtê bi wê elifbêyê heta ku Sovêt hilweşiya nivîsîn.”
9-Elifbêya Kurdî-Erebî ya Xelîl Xeyaliyê Motkî; 
Xelîl Xeyaliyê Motkî (1876-1926) sala 1909’an de li bajarê Stenbolê yekemîn elifbêya kurdî bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye =Elifbêya Kurmancî=. Ev elifbê ji 34 tîpan pêk tê û di pirtûka Mehmet Bayrak a bi navê (Açik-Gîzlî, Resmî-Xeyrî Resmî Kurdolojî Belgeleri (Belgeyên Kurdnasiyê Yên Eşkere-Veşartî, Fermî-Nefermî) de hatiye weşandin. Elifbêya ku îro Kurdistana Başûr û Rojhilat bi kar tînin, di binyada xwe de heman elifbê ye ku, piştî hin çaksazî û çak-kariyan gihîştiye rewşa îroyîn.
10-Elifbêya Kurdî-Latînî Ya Mîr Celadet Alî Bedir Xan;
Danerê vê elifbêya pêşketî, zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan e. (1893-1951) Ev elifbêyeka fonêtîk e, ango her tîpek nîşana dengekî ye. Ev elifbê ji hemû elifbêyên din baştir li sewt û dengên zimanê kurdî tê. Hejmara vê elifbêyê ku piraniya kurdên welêt û derveyî welêt bi kar dibin; 31 tîp in. Tenê pevdengek tê de heye, ew jî (xw) ye.
Belê, herwekî me jorê jî got, kurd jî weke hemû gelên kevnar ên cîhanê xwedî xet, çand û şaristaniyet in û bîr û ramanên xwe ragihandine cîhanê. 
Piştî belavbûna ola îslamê ew jî weke gelên din ên Parzemîna Asyayê di bin hîkarî û bandora wê olê de man û hemû zanyar, dîrokvan, nivîskar, torîvan û helbestvanên kurdan xizmeteka pir balkêş bo zimanê erebî, farsî, tirkî û ola îslamê kirine. 
Di wê demê de nivîskar û helbestvanên ku bi zimanê kurdî dinivîsîn, elifbêya kurdî-erebî bi kar dianîn. Vê şêwazê domkir; heta ku hestên neteweyî yên rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên kurdan hişyar bûn. Li ser de‌ jî kêmasiyên elifbêya erebî di zimanê kurdî de bûn sedem ku, zanyar û nivîskaran berê xwe vegerandin ser damezrandina elifbêyeka taybet bi zimanê kurdî. Ji ber ku tîpên erebî têra sewt û dengên zimanê kurdî nedikirin. Kurdan bi awayê jêrê hinek guherandin di elifbêya erebî de pêkanîn. Ew hêsan kirin û bi vî awayî şûrêşeka pir mezin di warê nivîskarî û rewşenbîriya kurdî de bi rêxistin. 
1- Ew tîpên erebî yên ku di zimanê kurdî de nayên bikaranîn; weke (ث , ط ظ ,  ص , ض , ذ ,) ji nav elifbêya xwe derxistin.
2- Dewsa (ث , ص) tîpa (S س) û dewsa (ذ , ض ، ظ) tîpa (Z ز) û dewsa (ط) jî tîpa (T ت) bi kar anîn.
3- Herusa tîpên (Pپ  ،Çچ  ،Jژ ،Gگ  ،Vڤ ) ku dengên zimanê kurdî ne, bi elifbêya xwe zêde kirin.
4- Bi danîna hin nîşandekên weke (´) û (ˆ) û (ˇ)   li ser û binê hinek tîpan weke (Ç, Ê, Î, Ş, Û, ئا، ئێ ، ئۆ) deng û tîpên cuda û taybet bi zimanê kurdî çêkirin.
5- Bi sedema ku zimanê kurdî çawa tê bilêvkirinê, usa jî tê nivîsînê; (fonêtîkbûna zimanê kurdî) tîpa (E, ،ﻪ ، ه‌ (ئه li dewsa ser (fethe َ ), û tîpa (Êێ  ئێ ،) li dewsa jêr (kesreِ ) û tîpa (O,، ۆ  ئۆ) li dewsa bor (zeme ُ )-yên erebî hilbijartin. 
6- Herusa kurdên ku bi zaraveyê kurmancî diaxivin û bi elifbêya kurdî-latînî dinivîsin; li dewsa her du (ھ ح ،)-yan tenê (H ھ ) û li dewsa (غ ، خ) jî tenê (X خ ) bi kar birin. Him jî kurmancan tîpa ع))-ya erebî ku di sewtên zimanê kurdî de tine; bi kar neanîn û dewsa wê de (Eئه‌ )’yê bi kar tînin.
Herwekî tê xûyan, zanyarên kurdan kirasekî lihevhatî yê kurdewarî li bejna elifbêya xwe kirin û mora xwemaliyê lêdan. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark