Merwan Berekat
Zimanê her miletekî, ji bo wî mayîn, parastin û
taybetiyeke netewî ye. Dema miletek zimanê xwe yê netewî ji bîr bike, û zimanekî
din bi kar wîne, nasnama wî ya netewî namîne, ew milet dihele û nema wek
neteweke serbixwe dimîne, ango em kanin bêjin: Ji berî xaknîgariyê; ziman
welatê netewî ye.
Dijmin û xêrnexwazên gelê Kurd her tim hewil
kirine, ku nasnama me ya netewî winda bikin, loma jî wan her tim şerê zimanê me
kirine û hîn jî dikin, lê zimanê Kurdî her tim li ber xwe daye, pêdar maye û ew
pilan beravêtî kirine.
Zimanê Kurdî di gelek serdemên dîrokî de hemû şaxên zanistê ji memikên xwe
yên zimanî mêjandine, û ew di gelek serdeman de wek zimanekî cîhanî bi kar
dihat, nemaze di serdema Mîtan û Mîdiyan de. Zimanê Kurdî bi pêdariyeke
zorhêja li pêş êrîşên dijminên nijadperest li ber xwe daye, û hîn jî li ber xwe
dide. Wî gelek taybetmendiyên xwe yên zimanî parastine. Li gor lêkolînên
zimanzanan yek ji sedemên, ku zimanê Kurdî kane reseniya xwe biparêze ew e, ku
gelê Kurd bi hezar salan ji welatê xwe koçber ne bû ye, û her tim ji bo mayîna
xwe û ya zimanê xwe berxwedanek bê hempa kiriye, û ta roja îro ew berxwedan
berdewam e.
Kurdî Zimanê Dewleta Mîdî bû:Dema
em dibêjin Kurdî zimanê dewleta Mîdî bû, û di wê serdemê de ew wek zimanekî
cîhanî bi kar dihat, em van gotinan ji belge û lêkolînên dîroknas û zimanzanan
werdigrin. Dr. Xelîl Ebdilrehman di pirtûka xwe ya bi navnîşana Avista
Pirtûka Pîroz a Ola Zerdeştiyan e de dibêje: ‘’ Avista bi zimanê Mîdiyan
hatibû nivîsandin, di pişt re nivîskarên Farisan ew wergerandin zimanê Farisî,
lê dema nivîskarên Faris ew werdigerandin ew rastî gelek dijwariyan dihatin, ji
ber ku zimanê Farisî ji yê Mîdî lawaztir bû, û nemaze ji aliyê têrman
ve’’. Gelek bêjeyên, ku di pirtûka Avista de hetibûn, ta roja îro Kurd wan
bi kar tînin wek Deşt, hesp, yezdan, bihuşt, zemîn, zindî, pîroz,
aştî……..HWD, lê ji bo hêsankirinê hin guhartinên biçûk di hin bêjeyan
de hatine kirin wek: [1]
Bêjeyên Mîdî yên kevnar
|
Bêjeyên Kurdî yên dema
niha
|
Bireyzemen zore pirsiwa baga
|
Birêz zor perasû beg
|
Mihemed Emîn ZEKÎ di pitûka xwe ya Kurd û Kurdistan de dibêje:
Pirtûka Avista bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, ew hin bêjeyên Avista, û yên
ku Kurd roja îro bi kar tînin wisa dide ber hev:
Kurdî
|
Avistî
|
Mezin berz masî tûj hêştir mêş zanîn ez ewr genî beraz berf barîn
|
Maz bereza masya tîj hoştar
mexşe zan ez ewre gen weraz werf werîn
|
- Zimanê Kurdî ji Zimanên Kîtî
ye:
Zimanê Kurdî wek zimanê Îngilîzî, Firensî û gelek zimanên din
zimanekî kîtî ye, ango bêje ji kîtan pêk tên. Wekî çawa ji her dengekî re
wêneyek ( tîpek ) hatiye danîn, ango her tîpek nîşana dengekî ye, her weha her
kîtek an zêdetirî kîtekê jî bêjeyekê pêk tînin. Di Kurdî de tîpên dengdêr bi
tena serê xwe kîtekê pêk tînin, lê tîpên dengdar bê tîpên dengdêr nikanin kîtan
pêk wînin.
Hin nimûne: - Her tîpek ji van heyşt
tîpên dengdêr(A, Ê , E, I, Î, O, Û, U) kîtek e - Tîpeke dengdêr digel tîpeke
dengdar kîtekê pêk tînin û ew dibe bêjeyek xwedî wate wek: În, dê, dû,
ro, pî, du….. HWD. - Tîpeke dengdêr digel du tîpên dengdar kîtekê pêk tînin,
û ew dibe bêjeyek xwedî wate wek: Dil, dîl, keç, zêr, mar, kur, dûr
zor….. HWD . - Tîpeke dengdêr digel sê tîpên dengdar kîtekê pêk tînin,
û ew dibe bêjeyek xwedî wate wek: Bext, Kurd, mast, xort… HWD. - Tîpeke
dengdêr digel çar tîpên dengdar kîtekê pêk tînin, û ew dibe bêjeyek xwedî
wate wek: Stêrk, stran, ….. HWD. Zimanê Kurdî wek hemû zimanên kîtî bêjeyên
wî ji du cureyên kîtan pêk tên: 1 - Kîta vekirî: Ev kît ji
dengdêr + dengdarekê pêk tê wek: Ar, av, ez, în, al, ar…. HWD, an jî ji
tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr pêk tê wek ( dê, ga, dû, ro….
HWD. 2 - Kîta
girtî: Ev kît ji tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr + tîpeke dengdar pêk
tê wek: Mêr, şêr, dar, çûk, nok… HWD. Di zimanê Kurdî de kît ( bêje ) ya ku
bi tîpa dengdar dawî dibe, ew hêsan bi lêv dibe û nemaze li ser zimanê zarokan.
Ji aliyekî din ve, bêjeya vekirî ( ya ku bi dengdarê bi dawî dibe ) lêvkirin
û mûzîka wê naziktir in. Di zimanê Kurdî de pêşkît û paşkît roleke bingehîn
di avakirina bêjeyan de dilîzin. Di zimanê Kurdî de gelek pêşkît hene wek:
Bê, hil, ve, vê, rê, bin, ra, ne, ber, bin… HWD, dema
ew bi pêşiya bêjeyan dikevin wateya wan diguhêrin û bi cureya van bêjeyan re (
bêjeyên pêkhatî ) tê gotin. Nimûne:
Bext: Bêjeyeke sade ye û wateya wê jî heye, lê
dema pêşkîta ( bê ) bi pêşiya wê dikeve ew dibe (
bêbext ), wateya wê tê guhartin û ew dibe bêjeyeke
pêkhatî. Hin
nimûne: Rabû,
hilket, binket, neyar,
binpê, berdest…
HWD. Di zimanê Kurdî de gelek paşkît jî hene wek:
Dar, van, kar, mend, yar, ber… HWD, dema ew bi dawiya
bêjeya sade dikevin, wateya wê diguhêre û ji wê re bêjeya ( pêkhatî ) tê
gotin. Nimûne: Şer + van =
şervan. Çek + dar = çekdar. Zor +
dar = zordar. Xebat + kar =
xebatkar. Huner + mend = hunermend. Di
zimanê Kurdî de kît beşek ji bêjeyê ye wek: Hel + best = helbest. Dil +
dar = dildar. Di zimanê Kurdî de hejmara paşkîtan ji ya pêşkîtan pirtir e, û
paşkîtên ku lêkeran ava dikin, ji yên ku rengdêr û navdêran ava dikin pirtir
in. Di zimanê Kurdî de ne tenê pêşkît û paşkît wateya bêjeyan diguhêrin û
bêjeyên nû pêk tînin, dema mirov derbasî jiyana rêzimanê Kurdî bibe, wê gelek
raderên din jî bibîne, ku ew bêjeyan pêk tînin.
Nimûne: Dema tîpa girêkok ( e )
dikeve navîna du bêjeyan û wan bi hev ve girêdide, bêjeyeke nû ji wan herdu
bêjeyan çêdibe wek: Şîngeşîng, nalenal,
qîreqîr…. HWD.
Divê em Jiyana Zimanê Kurdî Geş û
Hêzdar bikin: Zimanê Kurdî ji gelek zimanên cîhanê
dewlemendtir e. Di gelek serdemên dîrokî de wî roleke pir mezin
di avakirina şaristaniyê de lîstiye, û bandora xwe ya zimanî li gelek zimanan
kiriye, lê mixabin di dema niha de ew hinekî li paş demê maye, û gelek
nexweşiyên zimanî derbasî jiyana wî bûne. Wekî çawa ji hezar salan ve zimanê
Kurdî em wek milet û netew parastine, divê bi lez em jî li wî xwedî derkevin, û
bi rêbazên zanistî laşê wî ji nexweşiyan rizgar bikin, û di rehên wî yên zimanî
de hêzê berdin, ta ku ew kanibe wek hemû zimanên cîhanê rola xwe di jiyana hemû
zanistên vê serdemê de bilîze.
- Çawa emê kanibin jiyana zimanê
Kurdî hêzdar bikin? Divê zimanê Kurdî di hemû warên jiyana
Kurdan de were bi kar anîn, ango hemû beşên wêje û şaxên zanistê bi Kurdî werin
xwendin, perwerdekirin û nivîsandin. Ew bibe zimanê çandinî, bazirganî, kadêrî,
teknolojî û kargehan. Eger karanîna zimanê Kurdî dûrî van waran bimîne, tucarî
ew hêzdar nabe û nikane di riya pêşveçûnên zimanî de gavan bavêje û xwe bigihîne
asta zimanên pêşketî. Bêguman eger em jiyana
zimanê xwe pêş nexînin û wî ji nexweşiyan rizgar nekin, her tim mijarên wî yê
lawaz bin û ew nikane bi demê re bimeşe û jiyan bike.
- Kî kane
pirtirîn jiyana zimên hêzdar bike?
Dema ziman derbasî jiyana
fêrkirin û perwerdekirinê dibe, ew dewlemend û hêzdar dibe. Ji aliyekî din ve
zimanzan, nivîskar, lêkolînvan û rewşenbîr roleke pir girîng û hêja di
dewlemendî, pêşketin û hêzdariya zimên de dilîzin, ji ber ku ewan pirtirînî her
kesekî din di zimên de dixebitin û bi wî mijûl dibin. Ji bo em kanibin bi şêwakî
zanistî di jiyana zimanê Kurdî de bixebitin, û asta wî di hemû warên jiyan û
zanistê de dewlemend û hêzdar bikin, pêwîst e ku li ser asta Kurdistanê komele û
saziyên zimên werin damezirandin. Zimanê ku bi nûjeniya jiyanê re nûjen
nebe, ew ziman nikane bi demê re bijî. Dema ku miletek li zimanê xwe xwedî
dernekeve, û jiyana wî geş neke ew ziman kulekê demê dimîne û hemû deriyên
pêşketinê li pêş wî tên girtin.
[1]
- Bêjeyên vê nimûnê ji Dr. Xelîl Ebdilrehman. Avista Pirtûka Pîroz a
Ola Zerdeştiyan hatin wergirtin.
|