Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Semīnar: Rūpelek ronīdayī ji dīroka toreya kurdī

 


roja înê 2/11/2012 an li navenda Osman Sebrî semînarek di bin sernamê Rûpelek ronîdayî ji diroka toreya Kurdî hat li darxistin, têde mamoste Mihemed Žêxo vekolînek li ser torevanê hêja Eliyê Teremaxî xwend. xuya bû ku yê vekolîner xwe pir westandibû û li gelek jêderan vegeriya bû, beždaran bi germî tevlî mijarê bûn û gelek guftûgo dinavbera wî û wan çêbû. mamoste Berzo li ser rêzimana Teremaxî peyvî. torvn Konê Rež li ser helbestên wî axivî . herwiha gelek kesên dî jî axivîn mîna rojnamevan Siyamend Ibrahîm , mamoste Fuad Elîko , Dr Mehmûd Xelîl û hinin dî..


deqê vekolînê :

Rûpelek ronîdayî ji dîroka toreya kurdî

Eliyê Teremaxî ..........................Mihemed Žêxo

Dibe ku lerzîn û alozî ne ktibe vekolîna kurdî weke ketiyê dema xwestibû
Kelepûra Kurdan jevwejêre û hin nav jêre bûne pirsgirêkên mezin ji wan navan ku xwedan dan û westane xwedan dan û behane. Ewjî Eliyê teremaxiye .ev yek dibe vedgere du sedeman . yek ku temenê vekolînê ne ji zû de dest pê bû ye. Dido ne paldana vekolînê li ser jêderên sereke . van herdû sedeman hižt ku žažî dubare bibin û kûr bibin . ji ber vê yekê xwesteka hemî nivîsoka ew bû di hember limêjgeha wî de serê xwe xûz bikin .ku ew halo dane nasîn ew hlbestvanê yekemîn e!!ew bexžan nivîsê yekemžne!!!!ew rêziman nivîsê yekemîn e . gelek nêrînên cuda derbarî wî de derketin ...hinan gu navê wî Teremokî ye...hinin dî digotin termekî.teremaxî....wiha navê gundê wî jî dihate guherîn mîna wan navan.ne wilo tenê ew guns li kû ye li Mekse yan li Wanê ye ....yan li deverin dî ye....jidayîkbûna wî jî probemek çêkiri ye.hinan ew vegerandiye hezarê koçî û hinin dî ew di hezarê zayînî de nivîsîn e.hin dibêjin ku ew helbestvanekî hêjaye...helbestên wî birêk û pêkin...hinin dî dibêjin na Elî ev helbest ne nivîsîne.û Elî bixwe tinneye...hineka ev helbest nivîsîne û li ser navê wî belav kirine.. gelo qey ew tenê rêzimanzan bû...û bi tenê wî rêzanên Erebî bi kurdî nivîsîne.....yan wî rola ziman zanîbû û di rêzimana kurde de jî xebitye . gelo çilo emê behwerkin ku pižtî ew li gelek bajar . herêm û komaran geriya ye ...ta nav û deng pê ketiye ..rêzimana yekemîn nivîsiye...û hin sernamên helbestan danîne lê ti helbest ne nivîsîne....yan ev helbestên wî yên Eliyê Herîrîn e...wek hin dibêjin !!!!
Di xêzên bê de emê li gor karînên xwe li dûv van pirsan herin dibe rastî ji meve belû bibe...hember pirbûna van nêrînên tevlûhev..çi žaž çi qels û lawaz.em bi hêvîne ku wê hin ronîkirin ji mijarê re çêbibe û wê gelek pirsyarên giranbuha bêne afirandin .da ew karibe hinek ji mafê Teremaxî bidyê û navê wî bi tîpên zêrîn binvîse.
Nav..
Ebidireqîb Yusiv di pirtûka xwe de dibêje..Mele Hisên tiromaxî tesrîfa kurmancî nivîsiye . ew zana û mamostayekî mezin e .ji bajarê Meksê ye . gora wî li goristana Mîr Behdîn e .hin kesên wê deverê ev ji min re gotine lê dibe danerê pirtûkê Mele Eliyê Teromaxî be ne Mele Hisên be. Wiha ew žažiya ku di pirtûka xwe de ya bi navê Elelam min Mežahîr Kurdistan .serrast kiriye .
Teremaxî...
Weke hatiye nasîn torevanê me bi navê gundê xwe hatiye naskirin . ew gund Teremax e . ji bo wî jî E Yûsiv dibêje...Teremax gundekî biçûk e dised male. Dikeve rojavayî Meksê. Nêzî hezanê. Bin çiyayê Nan Kas .
Eladdîn Alsicadî jî dibêje..Eliyê Termokî ji kesên Hekaryaye . dibêjin di sedsaliya dihan de jiyabû .
Lê di pirtûka Xulaset Tarîx Alkurd we Kurdistan de hatiye ku ..Eliyê Termaxî ji gundê Termok e..yê dikeve navbera Mako û hekariya de .
Xwedanê pirtûka Eliyê Teremaxî dibêje...hin zanayêd herêma Hekarya dibêjin ku gundek bi navê Termok jî heye û ew ne Teremax e .
Dr. Belec Žêrgo .yekemîn kesê li ser nivîsî .sala 1930 î . dibêje ..ew Eliyê termokî ye!! em dibêjin sedemê vê žažiyê ew e ku dema Aliksender Jaba destnivîsa Teremaxî bi Firansizî çapkir ew kire pilana žažiyê ji herû tîpln ku ji dêla x a yê ve tên nivîsîn ew jî k û H ne.
Lê ku em vegerin jêderê sereke . jêderê hemmiyan...destnivîsa Mele Mehmûdê Bayezîdî ji destnivîsa Teremaxî re . wî nivîsiye ...di dîroka hezarî de li derdora Hekarî û herêma Meksê li gundekî bi navê Teremax zilamek bi navê Elî derketiye yekî jîr têgihižtî û zana bû .
Mînorskî di .Daîret Almarif Alislamiye de dibêje ..Elî ji kesên Teremaxê ye .
Jidayîk bûna wî
Belec Žêrgo sala hezarê koçî kiriye sala hezarê zayîna wî . lê Marûf Xeznedar dibêje ku ew dîrok ya pirtûka wî Elserf Elerebî billuxe Elkurdî ye ye . pižtî Belec Žêrgo bi hevt salan Kamîran A Bedirxan û Lûsî Pol Margirêt zayîna wî kirin hezarê zayînî. Lê gelek êrîž hatin wan yek ji wan Izzedîn Mistefa Resûl e. Ewjî žaž dibe û navê wî Tirmahî dinvîse û zayîna wî sedsaliya yazdehan de dinvîse . paldana wî jî li ser nameyeke ku ji Xeznedar jê re hatibû . dema wî li rûsya yê dixwend .ne wilo tenê jî ew li ser Bedirxan dibêje ..xuya ye ku Bedirxan ew kiriye hezarê zayînî de ji bo tižtekî nepenî .ji gotinên I M Resûl xuya ye ku wî tižtek li ser destnivîsa Teremaxî nizanî bû . û ev yek yekî matmayî dihêle ji ber Xeznedar dibêje ku tižtên Resûl gotine ne duristin . tevlû ku paldana wî li ser nameya Xeznedar bixwe ye . li ser Belec Žêrgo jî Xeznedar dibêje ku ew derbarî jidayîk bûna Teremaxî ew žaže . lê pižtî çar rûpelan ew gotinek vajî vê dibêje ..Teremaxî pirtûka xwe di hezarê koçî de dani ye û gelek jêderên rastgo ji vî tižtî re hene weke..Jaba..Mînorskî..b žêrgo..Elî Sîdo Goranî ..Mihemed Merdûx Kurdistanî .
Helbestên wî
Dr. Kemal Marûf Dibêje ..tevlûwê xurtbûna helbesvanê xûn germ Elî Altermekî ta van rojan lê vekolîn di mijarê de mirhov dighîne wê biryarê ku ev helbestvan bi xwe nîne . çimkî Ehmedê Xanî di dastana xweyî navdar de navê hemî helbestvanên berî xwe gotiye . lê navê wî negotiye ..
Min dê ilim û kelamê mewzûn ))
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bida Feqîhê Teyran
Hetta bi ebed bimaye heyran . .
Hacî Qadir Koyî jî di helbesteke xwe de ..ew jî bi navê Žehsiwarî Belaxetî Kurdan ..navê bîst û pênc helbestvanan çêl dike . lê navê Teremaxî ne nivîsiye .
Izzeddîn mistefa Resûl berî Kemal marûf ev yek gotibû ji ber marûf mendelkirina Teremaxî ji cem Resûl biribû. Lê mixabin wî navê wî di nav jêderan de ne dani ye !!!
Tunnekirina helbestvan Eliyê Teremaxî li cem Marûf xeznedardibe bûyerek teqez ji ber van egeran..
1= ne xuyakirina têkistên kurdî ji helbestên Teremaxî .
2=Navê wî si destnivîsên kevn de ne hatiye .
3=Ehmedê Xanî û Hacî Qadir Koyî ew çêlnekirine .
4= Lûsî Pol Margirêt û Kamîran Alî Bedirxan Teremaxî weke helbesvanê Firansizî Ronswar dîtine. Ango çawa van herdû daneran helbestvanek ji sedsaliya dehan weke helbestvanekî ji sedsaliya žazdehan dîtine?!!!
5 = Asta pêžveçûna aborî û konevanî di van helbestan de ne li gor pûžveçûna gelê kurd e !!! di sedsaliya dehan de .
6 = Giyanê toreyî nû ye . li gor toreya Eurupi yî kilasîk e .
Dibe herdiwan ( Lûsî û Kamîran ) bi helbestan lîstibin . yan ji helbestên Ronsiwar hin wêne biribin û bi zimanê Firansizî bi navê Teremaxî belav kiribin. Weke ku ji zimanê Kurdî ew helbest wergerandine .
Prf xeznedar wek vekolînerê zanistî di bežê Kurdî li Instutiya Lênîngiradê bû . derfet jê re hebû ku bighêje têkistên Teremaxî. Lê dibê ku ne hertižtê Bayezîdî dabên Jaba bimîne dîlê pirtûkxana Saltkofê !!weke bê çawa Jaba pirtûka Bayezîdî ( Camiê Risaleyan û Hikayetan bi zimanê Kurmancî ) bi herdû zimana Kurdî û Firansizî belav kiribû .
Jaba ji bo belavkirina helbestên Teremaxî dibe jêderê yekemîn. Çimkî Xeznadar û Resûl bi xwe dibêjin ku ( Lûsî û Bedirxan ) navê helbestan ji Jaba birine û ew helbest di sala 1937 an de belav kirine .
Vêce , ev rêveçûna vê bûyera dîrokî bi vî awayî çêbû ye :
( jêderê yekemîn ) Bayezîdî( 1857) =====gelek têkižt=====Jaba (1886)====navê helbestan , tižtin dî jî======Lûsî û Bedirxan (1937) ====helbestên Teremaxî ====Xeznedar(1961 )====dûdilî û mandela ===I M Resûl (1963)===veguhestina tîp bi tîp====K Marûf (1990) .
Ev rêveçûn çi ji me re didê xuyakirin :
1 = Kemal Marûf ti agahî ji tikesî ne birine , ji bilî I M resûl pê ve ,û ti jêderên dî çêl ne kirine .
2 = I m Resûl vajî jêderê xwe dibe ( xeznedar ) dema ku dibêje ( Rodîngo ,ji bo helbestên Teremaxî ne ani ye ) . lê Xeznedar dibêje : Rodîngo agahiyên xwe ji pirtûka
Xulaset tarîx Elkurd we Kurdistan û pirtûka Lûsî û Bedirxan biriye .
Xeznedar dibêje ku Jaba navê helbestan dane Lûsî û Bedirxan ( Mextûtat ferîde we metbûat nadire ) . û di pirtûka ( Elwaqîye fî eledeb elkurdî ) ya I M Resûl .
Prf. Qenatê Kurdo navên van helbestan di pirtûka xwe de Tarîxa edebyeta Kurdî de nivîsîns ew jî ev in :
Qewlê Yekane =kelime wahîde....Morya Yaqût =xerez elyaqût....Kurêd weten =ebn''''''''''''''''i elweten ...Jiyana heqîqet xewne =elheyat elheqîqîye hulum .
Mamoste Režîd findî pižtî lêgerînek kûr bi nêrînek taybet dibêje : ev helbest dibe yên Eliyê Herîrî bin , ji ber du egeran : yek :hin vekolîner Herîrî vedgerînin (1009)zayînî .
Dido:peyva Perîzada ya di helbestên Teremaxî de,nêzî peyva Perîxane hezkera Herîrî
Û herwekî em dizanin ku helbestvanan navên hezkerên xwe diguhertin,vêce ne dûre ku bi žažî navê herîrî û hezkera wî çûbe ji Teremaxî û hezkera wî re.
Ew jî ji ber van herdû malikan:
Perîzada tu wa hatî li ser çavên di min žala
Melew zanî tu wa hatî ji dengê tewq û xirxala .
Dr.kamil Hesen Elbesîr di pirtûka xwe de ya bi navê( Kamîran Žair Kurdistan) dibêje: wê Teremaxî bibe xwedan dibistaneke toreya netewî di nav gelê xwe de .
Hinin dî jî dibêjin ku destnivîsên Teremaxî windabûn yan di talankirina Berlînê de žewitîn , ji wan Tomas buwa di pirtûka (Merifet Elekrad )de.
Rêzimana wî :
Eger Mayrîzo Karazonî yekemîn rojhilatnas be yê di rêzimana Kurdî de xebitî be , sala 1787 an, û di pey re S''''''''''''''''îd sidqî Kaban , yê pirtûka xwe ( Muxtser elserf we elnehû elkurdî )sala 1928 an belav kiribû,Teremaxî berî wan bi gelekî rola rêzimanê zanî bû , lewma wîdema wî žagirtên xwe fêrî rêzimana Erebî dikirin ,wî fêrkirina zimanê Kurdî giringtir didît û di mijarên wê yî rêzimanî de melevanî dikir , ew dibêje :
توجد في اللغة الكردية خمس صيغ للحاضرلاغير نحو:
Diçin,diçim, diçin , diçe , diçî û rêpîvan halo ye....
اما الضمائر الستة التالية : me , em , ewan , hûn , ew , tu فإنها تستعمل مع الافعال و يوجد بحث في الحاضر المنجز بحرف الباء b الذي في أول الفعل وهو دلالة الامر و له خمس ضيغ نحو :
Bide للمفرد المخاطب للمذكر و المؤنث
Biditللمفرد الغائب
Bidinللتثنية و الجمع الغائب
Bidim للمفرد المتكلم
Bidin للجمع المتكلم
Mijarên din di pirtûka wî de ev in :
المصدر اسم الفاعل اسم المفعول النهي الغياب و ضمائره و ضمائر الحاضر و الاسم و اسماء الاشارة و النداء و الاستفهام و المضاف و المضاف إليه و النسبة .
Ev pirtûka Teremaxî Prf.Xeznedar di bin vî sernavî de çapkiriye :
الصرف العربي باللغة الكردية
Lê zanyarê hêja M Bayezîdî yê ku bi nivîsoka xweyî zêrîn ew nivîsî bû ev herdû hevok yan sername jê re danî bûn :
هذه عبارة علي الترماخي ........هذا كتاب صرف اللسان الكردي
Jaba jî li ser qapa wê ya wî ew bi firansizî çapkiribû ev nivîsiye :
Grammaire Kurde par Ali Termakhi
Bi nêrîna me gereke xeznedar êrîžî ti kesî ne kiriba . ji ber ev karê Teremaxî destpêk bû ,û eger ew ne tekûz be , lê wî gava yekemîn avêtibû , û ji ber vê yekê jî em dibînin ku Bayezîdî rast nivîsi ye li ser destnivîsê .
Wiha em gihane dawiya mijarê ,lê ka em vê pêžgotina Teremaxî ya ji pirtûka xwe re nivîsiye bixwînin , da em zanibin bê çiqas ew xwedîhestekî dilsoze bo žagirt û milletê xwe .
( Ilem tu bizan , ey mufredê muzkerê ,muxatib, ku ji bo yî taîfeyê Ekradan re jî lazime ku bi zimanê kurmancî ew jî ilmê serfê bi zanin....ev ilmê serfê di hemû kafeyêd lîsanan de heye û îcra di be, emma ê ku niha ji boyî me lazime , zimanê Kurmanci ye )
Bayezîdî ...1797 =1859 z
Teremaxî....1591 =1656 z
Xwedê wan bi dilovaniya xwe ža bike , û wan bixe buhižta rengîn de .




 



 


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark