DILÊ WELATEKÎ
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



Ronî ELÎ

Tevî dizanim
Koça dawîne
Nikarim dilo
Xatir bixwazim
Tevî dibînim
Qîr û ahîne
Nikarim yarê
Dil jê vekþînim


Soza min hîn ew
Simbola jînê
Silogan ew e
Þehîd namirê
Nêrgiza mine
Di çemê dile de
Torînê xwîna
Barzanî hilda

Tevî dizanim
Rê hîn dirêje
Nikarim yarê
Destên te berdim
Tevî dixwînim
Ev roj Avdare
Nikarim canê
Dilkê te derdim

Hembêz biçûke
Lê bar girane
Destan dirêj ke
Ew ne razane
Li benda tene
Da bilîlînî
Destên te bigrin
Ger tu biçînî

Ewin jibo me
Xetîra rojê
Dixin destên me
Doz û pirojê
Dara li ser wan
Dara felate
Reh berdane nav
Dilê welate






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=998