Mihemedên kurdan bikujin
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 21 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Helbest



  Jan Dost

ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
gelo we li hev kiribû ku hûn bi yek navî þehîd bibin?


sibe newroz e! We bi ken û germiya dilên evîndaran ji hev re got  û mîna lehiyek agir herikîn kolanê
dayikên we digotin: Xwedê we biparêze lawo
xwedê li piþta we be
û hûn civiyan
li dora agir
li dora giyanên xwe yên vêketî
hûn bi hev re bûn li yek kolanê û bi yek navî
hûn ne Filistînî bûn ku Mýhemdbûna we  ya bi xwîn  ekranên dunyayê sor bike
hûn ne Mihemed Eldurre bûn ku celladên þamê  xwîna we   bibe bazarn
hûn kurd bûn û bý xwîna we agirê Newrozeke xwînîn bû
hûn kurd bûn   û soza we bi agir re
bi xwînê re
û bi goristana Hilêliyê re hebû
Newroz bû
di ferhenga Beesiyan da  cejna dayikan bû
û diva bû ku Beesî  diyariyekê ji dayikên we re pakêt bikýn
ji xwîna we erzan tir nedît
ji giyanên we nêzîk tir nedît
lê na
hûnýn mûmên vê Newrozê
û her Newrozên ku dê bên
hûnin yên ku dê kursiya riziyayî di bin gurên qesra Elmuhacirîn de  biherifînin
hûn her sê Mihemed bûn
û we yek soz dabû hev
di birînan de
di agir de bicivin







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=990