Doza helbesta min û Hejiya .... 2 helbest
Dîrok: ÇáÎãíÓ 01 íæäíæ 2006
Mijar: Helbest


Doza helbesta min

Mehmûd Badilî

    Li pêþ xwe binêre ..
li dor xwe binêre ..
þûna pêkên te..þûn mayên te ne
bixwîne..
veçire..
birêse..
eniya bilindî bi rûmet...
doza helbesta mine.
        *    *    *
    Li pêþ xwe binêre ..li dor xwe binêre ..þûna pêkên te..þûn mayên te nebixwîne..veçire..birêse..eniya bilindî bi rûmet...doza helbesta mine.        *    *    *

Kevirê xwe....
bavêje gola dilê min
xêzên bê dawî bixwîne
qermîçekên rûkê mine....
li binya xwe biner....
di nêv wêneyên wan xêzan de
t`ê xwe bibîne
di sînga dildarê xwe de.
       *    *    *
Li paþ xwe binêre ...
deryake kûre...
pîrek zêrîne û kalekî mîre...
her kes dibîne..wek ku nabîne
Xura piþtê naþkê
û çavê birçî têr nabe
ku bi destê xwe...
xwêdanê venemalîne.
        *    *    *
Mexabin....
rengê evîna xwe tu nasnakî,
dilê tijî evîn...
canê bi ahîna te hate sotin
û çavên li dûriya te...
rondikên xwînê barandin
kezeba þewitî .. peritî
hêvîya sergul te ne parastî ...
bi hiþê xwe û hestê xwe
tu derbas nebû kûraya min.
             *    *    *
Çep û rast bixwîne
çavê bi tenê
dest û lingê bi tenê
tariya demê
û pertavên þevê...
movikên Jînê
û girêkên vînê
xewnên zarokan
û hêvîyên ter û xav
gundên nav guhertî
û çêþta derd û kulan
evîna rast û durist
bi yek carê...
                  nabîne û nabîne...
         *    *    *
Serê xwe rake...
asîman perçake...
wekî min çake...
rengê du çavên te ne
û sitêrên gewr û zer
gulzara memikên te ne
û heyva sipî boz...
rengê sînga teyî
mexabin ….
di bin postê reþ de..dinale
di tariyê de..
bê rûmet maye û maye.
          *    *    *
Li rewþa dêmên min binêre...
mêye, yan nêre ...
ne giringe...
ji ebriwê xwe bi Pirrse
bo çi...?
þûrê rastiyê îroj koye...
herdem koye...
û dadî biliyaye..
wek min fedyoke
wek te tirsoneke
bê heyv û roke
qapaxên çavên te ne
jîna mine  ...
gewrayî nedî ye
wek neynika evîna me
ji ber dilopa
bê rû maye, û maye.
        *    *    *
Li dîdara xakê biner
xurista vîna me ye
geþbûna jîn û zemînê ..
xwîn û xwêdana me ye
Pembo bê av û xwêdan sipî nabe
û genim bê tav û baran...
zer û bel nabe
evîn bê canfidayî geþ nabe
ne tirse...
mû þîn naye
di mista dest de...!!!
mista xwe bixwîne
heyþtê û yek xêr û xweþiye
û hîjdeh þerxwaziye
Sûnd bi tewafa laleþê
″giha di bin keviran de namîne″
                                  û namîne..
                *    *    *
Li þevbuhêrkên evîndaran biner
dîroka Mem û Zînê
Siyamend û Xecê
û Ferhad û þêrînê
Veçire û bixwîne...
qelþê destê cotkaran
ariya kincê karkeran
Bi Pirrse
li sitêra bi tenê
bo çi jar û meste
li kiþwera jînê
wek min wendaye
li ezmanê evîna te.
        *    *    *
Carekê tenê binêre
avjeniyê di çavê min de bike
her tê nasbike
çavên bi tenê
qotê serê xwe qet nabîne
ku tu xwe nebîne
kes te nabîne....
wiha,
dilê min te nacivîne
û ......
″Xura piþta te naþkê
             ku tu bi destê xwe ne xurîne″.

-------------


Hejiya

Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
 
Dil û can ..
hejiya
tev çiya
Dadî
û mirovanî ..
xak û ezman ..
hejiya
jiyan westiya ...!!!
Zivistanê ...
dixsiya di hestê xweyî bêhiþ de
hilorkir ...
þevê xemla tariyê
li gerdena sozê kir
havînê bi germî beravêt
kirasê pîlanê
li bejna roniyê kir
Faþista Turk
û kîna merezdarî
xwelî li dêmên dozê kir
xewnên mezin bi dardakirin
û xewnên bi çûk ..
sînor jêra lêkirin
azadî sergûn kirin.
       *   *   *
Belê  ….
hemî rengê xebatê
li bejna me tê...
agir...
evîn...
Tevde dibin av ..
 diherikin mîna xwînê
dibin ba..
rengê bahozê dîn dibin
û ..  carna ...
xunavê dêjînin
dibin berbang ..
û rojek zelal ..
em dibin gulzara biratiyê
û neyar xwîna çiyan
tev xunva birûmet dinoþin
         *   *   *
Ho ″Ahora mez da″
bihna xwîna me ..
hêstirê daran ..
û nalenala gund û bajaran
tu nakî ...
Bo çi tu deng nakî ?
rabe...
rojê sed carî ″Anahîta″
tê kuþtin,
û îroj girtin û þewitandin.
lûsa me bûye zindan
dadî, bi sêdara þevê
                       bidarvekirin ..
Bêje :
dê çawa em ê nebin
agir.
dil,
laþ û rewan ...
tev hatine sotin
roj bi rojê ..
agirekî nû xwe
li rewanê me dipêçe
bi hezara keç û xort
mina ″Evcîniya″
bo welat xwe kirine qurban
″Leyla″
  ″Zîlan″
û rûmeta agirê ″Mezlûm doxan″
þoreþ...yekîtî,
evîn û zanîn
Dê em jî karibin
bi kevir kaniyê xwe
li ser dîwarê çaxê
wênebikin navê xwe
pertûka berxwedanê bixwînin
di kezeba asîman de
 vekolin azadî, azadî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=99