Gulnar Eli
Were yare:
Bi çavên xwe bibîne
buhar,
buhareke renga-reng e,
li me dibare
Bêhna dastanan erdê dimije
Awaz, vînê distrînin
Parçeyên xewnan,
xunava li ser belgan.
dengê dilan pir e.
Were:
- Bila bayê serberdayî me mest bike.
Di govenda ewran de, em bikelin
li karwanê þevê siwar bin
Were..
Tu û ez
ava deryayeke neperzinandî ne.
Duhî nabe evro
Were:
- Destên me rêka kadizan e
Nîþana sozan e
Þahiya dilan e
Were..
Bêdeng
Yar î tu û dimînî
Were:
- Zinarekî serxweþ ji xunavê
Çavên te þêt,
bajarekî þikestî
çipikên leylanê
û bejnek kevok
Were:
- Guleke nû puþkuftî ne destên te
Di mistên salan
hilperînekî
culankên xeweke sermedî ne destên te
Were..
daku ji êk hez bikin..