ka em ahengêbikin bi newroza xwe .. wek ku divê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 14 ãÇÑÓ 2008
Mijar: gotar



  Ebdullah Îmam *

   Newroz , an Nûroz , an Nîroz .. Roja nû , diyartirîn cejin e ku aheng tê de li dar dikeve ji layê gelê kurd de bi hemî rengên wî yên civakî û olî.. çi li hundirê Kurdistanê – welêt, an li derveyî..
    Û ew e cejina ku di tûrê xwe de gellek nîþadan û wate hildigire, nabe em guh nedinê an bi çavsivikî li wan biniherin di pêþangeha nirxandina rewþa kurd de ya têr bi wêneyên nehameta netewî ya berdewam û berewjor, û ya bi geþbînî bi subehiyeke enîgeþ ku nema dûr e..


ew subehiya – roja nû – ku gelê kurd û tevgera wî ya neteweyî jê re dixebite, tevî ku buhayê wê pir qurbanîdan pêþkêþkirine.. berê, û niha.              
   Bandora pêjorên sirûþtî û ayinî û dîrokî yên Newrozê berdewam e di pêþdana vê rojê de, da bû cejinek neteweyî ji gelê kurd re. Û ev kurtahiya nikare þirovebike têkeliya sîmaya neteweyî ya Newrozê di gel pêjorên binavkirî.. û dibe ku ev bi hewceyî lêkolînek taybet be.. Lê di vê kurtegotarê de em dikarin diyariya dîrokî ya Newrozê di parastina heyina kurd de wek neteweyekê heya roja îroj nîþanebikin, çimkî ew e berhemê giyanî yê ku cihekî giring digire di kelepûrê kurd de, ev jî dihêle ku bandora wê ya giyanî xurt be di xebata neteweyî ya kurd de. Û tenê ji bo dupatekirinê em çend mînakan dihînin zimanî:
- Hilbijartina helbestvanê kurd Ehmedê Xanî ji roja Newrozê re wek sozekî ji bo hevdîtina herdu lehengên wî yên evîndar (Mem û Zîn), Û em dizanin ku çi wateyê dide ev helbestvanê mezin (pêþengê netewayetiya kurd) û berhema wî ya binavkirî di pêvajoya axaftina li ser hiþyariya neteweyî ya kurd de.
- Dewamkirina helbestvanê kurd Hecî Qadirê Koyî ji piroseya hiþyarkirina neteweyî ya kurd re di riya guhdan û jiyandina wî ji Newrozê re.
- Hilbijartina þêxê giyanbexþ Se''''îdê Pîranî û hevalên wî ji roja Newrozê re wek sozekî û demjimêra sifrê ji bo despêkirina serhildana wan a neteweyî di sala 1925ê de.. Lê bi vî sozî nehat girtin û qurþîna wê serhildanê hate teqandin berî sozî.
- Roj (sembola neteweyî ya kurd) a dagîrdike berahiya ala neteweyî ya kurd, a ku hîroj bilinddibe li beþekî ji Kurdistanê wek ku berî pitirî þêst salî bilind bû li asimanê Mehabadê.. bû biryar ku tîþkên vê rojê bîst û yek bin, ew jî roja Newroza avdarîn e.
- Vêxistina serokê kurd Mesûdê Barzanî ji agirê Newroza sala 2003ê re di gel destpêkirina þerê mezin ji bo rêzgarkirina Îraqê ji desthelata wê ya diktator berî wê bi demjimêrine, û tevî ku Kurdistan û hêzên çekdar ên kurd bereyek serekî bûn di wî þerî de
    Ev giþ ji me re dupatedike mezinahiya vê rojê û pêwîstiya wê. Çimkî em nikarin vê cejinê cudabikin ji sîmayê wê ya neteweyî, an em wê rûtbikin ji kirasê wê yê neteweyî. Tiþtê ku vê gotinê li me disepîne ew e têbîniya me li ser karên ku hindek dikin ji bo binpêkirina layê neteweyî di Newrozê de û valakirina wê ji naveroka neteweyî ya têkoþanî, û girêlkirina wê bi ser piþtperdene civakî an sirûþtî de, dema ku xwe davêjin di ser encamdan û xistinepalên dirokî û amancên neteweyî re, heya bigihêjine pûtepênedana wê û bêkarkirina rola wê ya xebatîn.
   De ka em ahengê bikin bi Newroza xwe, û em xwe rûtbikin ji çewtiyên berê, bêyî em guhbidine bêjokên ku li þeqama kurd têne belavkirin ji layine naskirî de bi armanca tirsandina wê þeqamê û dudilîkirina wê di berîdana bi sirûþtê de û pêþwazîkirina Newrozê – mêvanî wek divê.
   Ka em ahengê lidarxin bi Newroza me, wek ku pê layiq e, bi pêþxistina durvên spehî yên berê ji ahengê re, û afrandina durvine nû yên layiqtir bi serdemê re, û yên sîmayek þaristanî pêþkevtîtir davêjine ser vê cejinê û teqsên wê.
-------------
baveroni@yahoo.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=973