Avakira Komeleya Jinên Kurdistanê Novîn Hersan: «GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BÝNPÊ NA KE»
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Hevpeyvîn



  Bavê Barzan

- Bi sedema 8ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek kurdek çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye?
Peyama min ev e: Divê em baþ bifikirin ku em ê çawa bikaribin bi þêweyek herî rast û durust ji bo rizgariya jinên me kurdan çawa alîkariyê bikin, çawa bi pirs û gelþên wan ên li civaka kurd mijûl bibin û çawa ji doza wan re her dem bibin piþtgir. Jin çi car bi wan gotin û klîþeyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î roj jin bi hezaran li civaka kurd dihêne kuþtin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. 


Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin rê li ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê em kurd gerek xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên kurd li Ewrûpa jî werine kuþtin, ev dihêt wê wateyê ku em her wek koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê ku Kurdistanê dagîr kirine, kurdan dikujin, lê em jî dirabin bi heman hovîtiyê jinên xwe dikujin.
Riyek din jî riya perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pêþ ve dikeve. Me pirr gerek e ku kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di þûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û bibin neferek serbest.
Erkê mazin di vî warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew dixwazin xwedîtî li niþtimanê xwe bikin, niþtimanê xwe rizgar bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewþa xirab a jinên me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi tundî bi alîkariya jinên kurd rabin.

- Wek siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li nav Partiya Sosyal Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di rûberkirina azadiya jinên welatên cihêreng û di rewþa azadiya jinên me kurdan de çi cudahî hene?
Peyv azadiya jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr. Di gotinên pêþiyan de xweþ hatiye gotin, þêr þêr e çi jin e çi mêr e. Lê belê mirovên me yên negihaþtî vê rastiyê dîsan ni zanin. Têgihîþtina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne tenê daxwaziya rizgarbûna jinên kurd dixwazim, ez her wisan jî rizgarbûna peyayê kurd jî dixwazim. Gava ’Wî ’ xwe rizgar kir, hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera jinên kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin bibêjin, ku jinên kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û feodaliya li civaka me kurdan e.

- Gelo li dîrokê jinên kurd serbest bûn? Qey bindestiya jinên kurd li serdema modern dest pê kir?
Mirov dikare bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê ve bindest bûne. Xelk û mirovên cîhanê dest ji toreyên kevin berdan. Lê tenê em kurd me dest ji toreyên kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne hiþtine ji bo jinan li civaka me kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem xwe ji nezaniya berê rizgar dikin, çima em na kin? Çima em ji bo vê na bêjin êdî bes e? Dunya tev pêþ ket, lê çima em li ciyê xwe man? Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji bindestiyê rizgar bikin.

- Di civaka kurd de girîngiya ciyê jinên kurd?
Jina kurd xwedî kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na tirse. Lê mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ’Wê’ ne, derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku civata kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz e. Gava jin beþdarê civatê bû, wê gavê civat rizgar dibe û ber bi pêþ ve dihere.

- Te vê dawiyê bi sedema beþdarbûna Mihrîcana Cegerxwînê nemir, serdana Baþûrê Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî pêzanînan, xwedî xebata siyasetmedariya bi salan li nav civaka swêdî, kurdên rayedar ên li dewleta Federal a Herêma Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji van pêzanînên te ji xwe re piþkek werbigirin?
Gava Cegerwînê nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta Sûrî dijiya, me gelek hewil da ku em ev gencîneya kurdan ji nav lepên neyaran ji destê Sûriyê derxin. Me bi her awayî xwe da ber û bi dilxweþî jiyana xwe jî xist di xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên Wî zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî ne dihiþt ku mêþek bê destûra wan ji Sûrî derkeve. Ez gelekî dilxweþ im ku min wek jinek kurd ez bi alîkariya mamosteyê nemir Cegerxwînî rabûm û bûm sedem ku Mamosteyê nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê. Bi vê sedemê beþdarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxweþ kirim.
Ev bû 20 sal in ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng, xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî, dîsan li Baþûr kesî tiþtek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her tiþtê xwe þabaþ dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê li ber van pêþketinan digirin. Wek afretek kurd ku xwediyê ev çend pêzanîna me, gerek li Baþûr pirsek yekî ji min heba.

- Peyama Te ya herî dawîn?

Divê em bikaribin ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan re vekîrî bin. Dîvê em her dem di liv û tevgerek dînamîk de bin. Neyarên me ne yek e ne dudu…
Ez di vê roja watedar de tevaya jinên kurd pîroz dikim. Divê em jinên kurd, di vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pêþ xwe ji bo têkoþîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin.

NOVÎN HERSAN KÎ YE

Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku di nav partiya Sosyal Demokratên Swêdê li pileyên cihêreng karê siyasî û civakî dike. Di sala 1980’yî de Komeleya Jinên Kurdistanê ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên kurdan li Ewrûpayê ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995’ê jî li çînê beþdarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Milletan a (UN) Jinan bûye.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=963