Malperên Kurdî Bi Kû de diçin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 ãÇíæ 2006
Mijar: gotar


 Rageyandin û
Rola Rewşenbîrên Kurd

Berzo Mehmûd
berzomehmud@myway.com

Xeleka 2 / dawî
IV
Şêwe di her tiştî de xemelekê û temtêlekê didê malperê, lewre çiqas temtêla malperê xweşik û spehî bê, hewqas xwêner û bîner bi serde radikişê, ango malper gerek bînerkêş dibê.  



Helbet eva han karê xwe tavêjê ser giyanê bîner ku dibê handerek ji bîner re ku vê malpera bedew bixwênê û bizanê ka çi di tûrikê wê de heye, çi naverok têde heye, û nivîsrên wê jî çi ji wan re dibêjin. Lê eger naverok jî ne di astekî bilind de bê, helbet ew bîner carekê û didowa û sisêya berê xwe bidê vê malperê, lê paşê wê jê têr bibê, û berê xwe ji ser dagerê, û êdî hew vedikê. Inca ya baş ewe herdû alî, form û naverok bilind bê, yan jî alîk bi tena xwe seqet û xwehr derdikevê.
Eger kurd di piranîya parçên kurdistanê de nikarin karê rojnamegerîyê geş bikin, ev jî bi sedemên siyasî ve bende. Lê geşkirina rojnamegeriyê di warê malperên internêtê de pêçêbûnên xwe hene û Kurdên Ewrupa dikarin vî karî bi hesanî pêkbênin. Ji ber van asankarîyan, em weha dibînin ku kesin pispor dikarin vî layenî bihêz û xurt bikin. Ji ber ku em tev dizanin ku xortên Kurd îro berê xwe bi germî didin xwendina malperên internet. Çêkirina malperê ne dijware, lê sazkirina wê bi şêweyeke xweşik karekî pîşeyî û pisporî jêre divê,  ta bikarê armancên xwe pêkbênê, ku pirtirîn bîner bi xwe ve bikşênê. Bo vê yekê ez başî û spehîtî û astberzîya malperê, li gor pêzanînên min, bi hin taybetî ve girê didim, ew jî evin:
1. nûkirin,
2. geşbûn û çalakî ku tim pêketî bê.
3. germî, li gor naveroka gotar û nûçeyan, û astê zanyarî.
4. naveroka zengîn, gotar û lêkolîn û nûçe ji gelek aliyan ve.
5. form û şêweyeke spehî, bi teknîka çalak. Herweha awayê danîna van zanyariyan, yan nûçeyan.
6. terxankirina nivîserên endam û mêvan, ku her yek ji vane li gor mercên bilindkirina malperê şopa xwe bigirin.

Ya dîtir jî pirkirina malperan ji yek deverê bêserûberî û lawazîyê dixê sîstima malperan de, li şûna ku malper dewlemend bibê, hejar dibê. Bo nimûne pêwîste ku malpereke bilind û serbixwe bo Kurdên Sûrîyê hebê, û nexeme ku çend malperên dîtir jî hebin. Bo vê yekê, ya baş ewe ku çend malper kar û erkê xwe bikin yek, wek em bêjin Tîrêj û Qamişlo û Amûdê û rojava û Kurdroj û welatê me û Keske sor, ev hemi ji yek deverêne, û nêzîkî hevin, û hin ji wan cîranê hevin, ji ber wilo gerek evane hemî bibin yek û hemi têde kar bikin, her yek li gor pisporîya xwe û şarezabûna xwe di karê malperê de. Di encamê de, karê wan siviktir dibê, ya dîtir jî bîner bi xwe jî barê wî sivik dibê, û li şûna pênc malperan bi yek naverokê vekê, wê yek malperê vekê, û wilo jî wextê wî vala gelek naçê.  

Pêwîste ku rewşenbîrên Kurdên Ewrupa bi terxankirina malperên Kurdî bifikirin, ango mebesta min ewe ku malperên me bi kêmayî yên her parçekî bi daîneke nû bo van malperan were saz kirin, bo nimûne em heman nûçe di dih malperan de dixwênin, ji ber ku hemû û hemû tişt, ev rêbaza hemûkarî ziyanê dighênê herdû aliyan: Alîyê bîner û xwêner, ku hemîyan vedikê û eva han wextekî zor jê dixwê, û her hemû jî heman gotar û heman nûçe di wan deye.  Alîyê dîtir alîyê malperane ku ev xort hemî wextê xwe di yek berhemî de wunda dikin. Ya dîtir jî Eger em malpera (efrin) bidin alîkî, evên dîtir hemî jî ji yek cihîne, ango di yek parêzgarê de dijîn, û ev dûrbûn û taybetiya deverê di nav wan de peyda nabê.
Inca ez weha baş û sûdmend dibînim ku li şûna (efrîn, amude, qamishlo, Kobani, Tirej, keskesor, welatême, Kurdroj, tirbespi, ...), hin malperên taybetî ava bibin, ango li gor core wêje û core rageyandin malper werin vekirin, her ev jî bi awayê jêrî werin terxankirin:
1. Malpera dahênana wêjeyî الابداع الادبي  : helbest û çîroka û pexşan, bila mohreke Kurdên Sûriyê li ser xuya bê, lê bere core dahênan ji parçên dîtir jî têde bêne belavkirin. Wek em bêjin malpera Tirej xwe ji babetê dahênanê re vala bikê.  Malper xurû bi zimanê Kurdî bê, ango ne ji malperên duziman bê, ji yên yekziman, yan jî em bêjin Kurdîziman. 
2. Malpera dahênana hunerî bi herdû alîyan: şêwekarî (tablo û nîgar û gotar û lêkolînên hunerî, alîyê mosîqî (mosîqa û awaz û stran û folkilor),  û herdû jî (kurdîziman) bê.

3. Malpera zimanê Kurdî ku têde gotar û lêkolîn bi hemî şêwezarên Kurdî  li ser zimanê Kurdî werin belavkirin. (kurdîziman)
 
4. Malpera taybet bi nûçe û dengûbasan ku li ser hemî bûyerên devera Kurdên Sûriyê bi taybeti û devera Kurdistanê bi giştî, herweha yên Rojhilata Navîn û cîhanê. الاخبار والانباء والحوادث. مع  التحليل والتعليق القصير
(herdû ziman Kurdî û Erebî)
5.  Malpera gotar û lêkolînên civakî û siyasî û felsefî û zanistî (duziman) , rewşenbîrîya giştîالمعارف السياسية والاجتماعية والعلمية والفلسفية والفكرية  وما شابه ذلك    
6.  Malpera gotar û lêkolînên wêje û rexneya wêje. (duziman) الدراسات الادبية والنقد الادبي    
7. Malpereke xurû kurdî jibo gotar û lêkolînên rewşenbîrîya giştî

encam
Bi vî awayî, ango bi awayê terxankirinê, dahênan ji hemî alîyan ve dê xurt bibê. Ya dîtir jî giranî pirtir li ser zimanê Kurdî werê danîn da ku mirovê Kurd, nemaze nivîskar berê xwe bidin nivîsîna bi zimanê Kurdî, û ya pêwîst ewe em giranîya xwe ber bidin ser zimanê Kurdî bi mebesta ku nifşê bi dû me de çav li me bike, û ew jî xwe şanaz bibînê dema ku bi hezarê gotar û lêkolînan û nivîsaran bi zimanê xwe bixwênê. Ya dîtir jî, eger berê rewşenbîrên kurd hincet dikirin ku desthilat nahêlê ku em gotaran yan pertûkan bi zimanê dayikê belav bikin, belê îro fersendeke dîtir vebûye, û ew jî inernete ku her kes dikarê nivîsînên xwe belav bikê.

Eger em dêhinê xwe bidin pelandina xwendevan û nivîser û bîneran bi ser internetê de, wa diyar dibê ku civat û rûniştin bo beşek ji xort û nivîser û rewşenbîrên Kurd li gel malperan bûya karekî pêwîst, û hin xwendevan hene roj nîne ku malperên internêtê venakin. Lewre pêwendî navbera malper û xwêner de roj bi roj germtir dibê, û şêweyeke bêrîkirin û dilbijokî navbera an de drust dibê, gihaye wê radeyê ku jin ji mêrê xwe re bêjê: ((Xwezî te nîvê wextê xweyî kompiyûter û internet dabane min)). Yeke dîtir dibêjê: ((Xwezî riba wextê xweyî internet dabane min)). Eva han didê xuyakirin ku internet demeke pir ji xwendevanan dibê, û girêdana mirovan bi tayên giyanî û evînî tê hûnandin.

Li dawî mebesta min di nivîsîna vê gotarê de ne ku ez rexna li malperan bigirim, lê belê daxwaza min ewe ku malperên me pêş bikevin. Pêşketina wan pêşketina meye, û paşketina wan jî li me vedigerê, û em pê têşin, eger em bi hestekî kurdayetî li meselê binerin.  Li dawî dixwazim wê yekê bêjim ku mebesta min her ewe ku malperên me pêş bikevin, û bikarin bi roleke girantir rabin, ji ber ku beşekî mezin ji Kurdan û xelkên nekurd jî lê meyze dikin. Ji bilî wilo jî, tevahîya malperên kurdî cihê rêz û qedirin, û xebata wan di dîroka rageyandina Kurdî de cihekî bilind digirê. ciwantirîn silav bo hemû malperên Kurdî. Bijî kar û xebata wan.  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=96