ahenga koçbarkirina Barzaniyê nemir li devera Koçeran
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 07 ãÇÑÓ 2008
Mijar: Nûçe



 Bi helkeftina bîranîna derbasbûna (29) salan di ser koçbarkirina pêşewayê gelê kurdistanê û serwerê netewa kurd Barzaniyê nemir re,rêxistina Koçeran ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) ahengeka cemawerî bi amadebûna cemawerekê berfereh yê deverê û beşdarbûna nûner û berpirsên partiyên kurdî yên bira lidarxist.
partiyên ku di ahengê de berhevbûn evin:

-Partiya Demoqrata Pêşveroya Kurd li Sûriyê.
-Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê.
-Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî).
-Partiya Çepa Kurd li Sûriyê.


Aheng bi rawestandina kêlîkeka bê deng wek rêzgirtin û xwendina soretekî ji Qurana pîroz li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê, û bi teybetî li ser giyanê serkêşê şehîdan Barzaniyê nemir hate vekirin û bi sirûda niştîmanî Ey Reqîb ji aliyê koma Roj ya folkolorê kurdî ve hate destpêkirin.

Di peyî re berpirsê rêxistina devera Koçeran gotina Partî xwend û pişt re gotina Partiya Azadî û Partiya Yekîtî jî hate pêşkêşkirin û herweha çend helbest û gotin ji aliyê hin heval û kurdperweran ve hatin xwendin û di be re û nav re çend stiran ji aliyê koma Roj ve hatin stirandin.

Hêjayî gotinê ye ku tevaya gotin,helbest û stranan li ser serbora Bazaniyê nemir û nîşankirina rêz û rawazên wî yên bilin bûn di pêvajoya dîroka xebata wî ya siyasî û leşkerî de û herwisa ew gencîna wî ya serhatî û serboriyan hate berçavkirin û balkişandin li ser wan pêşveçûn û destkeftiyan yên ku îro kêşa kurdî li ser astê Kurdistan û cîhanê bi dest ve anî û hate gotin ku ew berhemê wan têgeh û ramanane û herweha yê wê  ked û xebatê ye.
Nivîsîngeha rewşenbîrî û ragihandinê







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=959