di þeva 25 ê sibatê de, û berya ko avdara têr cejin li zingilê xwe yê bi deng bixê,
koçika Qamiþlo ya çandeyî þevek ji bo mafê pîrekê li pêþîya pêþwaziya cejna jina cîhanî li darxist, bi mihvandariya çalakvana mafê pîrekê
dr.Mîdya mehmûd di simînarekê de bi amadebûna gurûpeke berçav ji nivîskar û rewþenbîr û hin jinên xwedan þiyan di derbarê vê babetê de.
li destpêkê bi xêr hatin ji bal rêveberiya koçikê ji mihvanan re hate kirin û pîroz bahiyên cejna jinê li wan kirin û danasîn bi nivîskara simînar bêj dr. Mîdiya mehmûd hate dan, ya ko roleke wê ye berçav di vê derbarê de heye û gelek gotarên wê di malperên internêtê de belav bûne, ya xwedana lêkolîneke ber fereh li ser jîn û dîrok û pêmayên jina kurd ,û rola wê ya girink di jiyana kurdewariyê de û xebata kurdayetiyê de di hemî rewþên jiyanê de (civakî , aborî , netewî).
di simînarê de mamosta mîdya bal kiþand li ser karîna pîreka kurd bi çespandina jinîtîyê di jiyan û dîrokê de ko mil bi mil bi mêr re di hemî qonaxê jiyanê de hevbeþbû, û hevala wî ya bê dilman û bê westan bû, ta di hinek bûyeran de þûna mêr girtiye bi serkêþîya hozê û rêveberiya cengê jî, û bi nimûneyan tekes kir û nexasme ji gotinên mîjûristên cîhanî mîna
Acata krîstî û basîlî niktin û ….
û di têbûrînekê de li ser rewþa jinê ko îro di hinek astengiyan re di bihûrê ji sedemên cûrecûr (dest helat , sitemkarî,…) ko dihêlin barê jinê giran tir bi bê, di gel vê yekê jî hêjî jina kurd di mala xwe de û di dar û dezgihên jiyana xwe de xwedan kêmtirîn nakokîye li gorî miletên pêre hevbeþ.
li dawîyê û di þirovekirina tewereke vekirî de di navbera mamoste mîdya û amadeyan de ya ko wê dûpat kir têrkirin û zengîn kirin ji lêkolîna wê re, û li paþê sipasîya xwe arasteyî amadeyan bi tevahî û koçika qamiþlo bi taybetî kir li ser çalakî û derfetên ko têde hatin dan da ko kêþeya jina kurd têre hate ber fenereke maf û rêzgirtinê.
koçika qamiþlo ya çandeyî
25-2-2008