Li ber dergehê deqekî rêwingî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 ÝÈÑÇíÑ 2008 Mijar: Helbest
Tengezarê Marînî
Spêdeyekê, li kolana hiþê min, di xeweke jixwerazî de birîndar ketibû. Xelwetgeha wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êþan belavkir. Nehiþiya min ji niþkekê ve, hawarên xwe hijmartim, yek, do, sê, gelek, nema tên hijmartin. Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin, ji nav hev derbixin.
Xeftanekî dilê te hebû, te li min aland. Qupçolkên berê te, keldumana þerekî li Orok bû. Ne tu bûyî ya rût û tazî, ji daristanê, te kovîbûn derbasî sîstema xewna min kir? Ne tu bûyî, ya Sîpan heta bi ezelê xemgîn hiþt?. Û…tu diçûyî. Rojekê dê erd û ezman bi germahiya min bisojin û.. Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.
„ ji bîranînên pezkovî, rûpelê xwînê, sala bêhtir ji stêrkên rêka kadiza“
1. Sîber û bayekî birîndar Tu, li nêv daristanê hîn dizanî? daran sema dikir stêrkên me li ezmanan difirîn navên me li ser diçirisîn
Tu, li nêv daristanê tilîkên me bi êgir dilîstin hîn dizanî? stêrkên me ji daran hildiweþiyan ramîsanekê ji kela xwe veciniqînim
Tu, daristanê, xêz dikêþan, hîn dizanî? me reng dît, li nav sîbera darê, kevir diçand Dareke birîndar.. hawara min î herdemî
Tu, daristan nivistibû hîn dizanî? xewnên me hilo bûn hingiv li ser zimanê me dibariya Me xewna nexweþ dîtin weha bihitî… Tu hîn dizanî? daristan min berdabû dar dîtibû daristan helbestên spîçolkî Remedîlka peyvan...
2. Reva þeveke ji peyvê, di bîranînên rêwiyekî de Vegeriyabûm. Rûpelên pirtûkan ji ser hev radikirin - ji xwe dûr diketim, ji we rojê xwe av didan, rêkên wê xewnên min maçî dikirin. xewna min li perava din didanî, Pirtûk bayê rûbarekî di sewîlkê þeva min de
3. Keser û tixûbên kenekî sar Henaseke sar bû ji nêzîk ji dûr ez nehingavitim
Carekê tiblên min destê pirça havîneke bêwar bûn
Weha bêdeng, baroveke spêdê dema þev diçe lîs
Weha hêsan mîna lihevketina pêlên baskên belatînkan
Hindekî bêhtir ji roniya ramîsaneke nazdar helbesta min bi hêlên bêdengiya te serxweþ dibe Dimirim.. li ser sînga te, peyvên min þevbuhêrka xwe dikin..
4. Û dema ba li helbesta min xwe dipêçe Ez Stêrek im. … Ez ev þev.. dilê min dibarîne … karwanekî poþmaniyê reviyayî , xemgîn, Helbesta ji rondikekê vehûnayî.. giran. dibare. Dêmên te, … bi ser velirizîna þeva min de.
Destên te … giriyê te. »de ka min haþ bike!«
Ez, berf … û gavên aceniyekî ji vê axa þil hemî lerz di dilê.. te de geþ bûn xelmaþ e, spêdeya bêrîkirinê li ber pencera dêmên te
Bêriya te.. û ya nehatî gotin bi sal û zemanan. û…
ba li vir e..
|
|