helbestvanê navdar ê kurd lý hewlêrê bý festîvaleke mezýn tê bý bîranîn
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 30 íäÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



Helbestvanê mezin Cegerxwîn her sal bîranîna goçkirina wî tê kirin, îsal jî ev bîranîna wî ya 22/10/2007 an ku wê li Baþûrê Kurdistanê pêk bihata ji ber hin sedeman pêk nehat lê eþkere bû ku wê di 10/02/2008an de li darkeve.
Di derbarê vê festîvalê de Malpera Sema Kurd Torîna nemir, Sîlva Cegerxwîn pêwendî danî ku bixwe jî yek ji endamê komîteya birêverê vê festîvalê ye û di derbarê festîvalê de yekem car ji Malpera Sema kurd re agahiyên vê festîvalê derbirî.


Destpêkê de diyar kir ku paþdedayîna vê festîvalê ji ber hin bûyerên siyasî bû ku yek ji van sedeman jî êriþa Dewleta Tirk ya li ser Baþûrê Kurdistanê bû.
Festîvala Cegerxwîn, di roja 10/02/2008 an de saet 09:30 an de wê li Paytextê Herêma Kurdistanê, li Hewlêr, li Hola Pêþewa ya Wezareta Wezareta Rewþenbîrî li darkeve. Her wiha rêvebera vê festîvalê diyar kir ku wê ev festîval di bin çavdêriya Serokê Encûmanê Wezîran Birêz Nêçîrvan Berzanî de bê vekirin û ji aliyê Wezareta Rewþenbîre ve bê birêvebirin.
Di derbarê vê festîvalê de beramber birsekê ku hate kirin; ‘Yadwerî û wefadariya ji bo renc û xebata wî ya di ber Ziman û helbesta kurdî de’ de tê li darxistin. 
Festîvala Yadîweriya Seyda Cegerxwîn wê 3 rojan berdewam bike û ji her çar parçên Kurdistanê, gelek kesên navdar ji profesor, nivîskar, lêkolîner û rewþenbîr, ji Kurdên kafkasya û Ewrûpa gelek kes hatine vexwendin, ji malbata Seydayê Cegerxwîn û gelek partî û rêxistinên siyasî jî wê gelek kes beþdarî vê festîvalê bibin.
Di çarçoveya vê festîvalê de wê pêþengeheke fotoxrafî û ligel gelek alavên wî yên yatbet, destnivîs û hwd..ji beþdarvanên festîvalê re bên raxistin û filmek dokûmantarî ku li ser jiyana wî hatiye kiþandin wê di kotaya festîvalê de bê nîþandan. Herwiha Wezareta Rewþenbîrî bijarteyek ji deh dîwanên wî çapkirine wê ligel pirtûkên wî yên ku Weþanxaneya Avestayê hatine çapkirine bên belavkirin.
Xatûn Sîlva Cegerxwîn, di dawiya axaftina xwe de mixabiniya xwe anî ziman ku di nav bernameya vê festîvalê de amadekariyek wan hebû ku peykerê Cegerxwîn li Parkek mezin bihata danîn bes hê peyker hê nehatiye temamkirin. Û herwiha gazind kirin ku; gelek hunermendên navdarên Kurd, wekî; Þivan Perwer, Ciwan Haco û Gulistan Perwer... ku bi gelek helbestên wî navûbangiya wan bilind bibû, vexwendine festîvalê bes mixabin yek ji wan beþdar nabe her yek ji wan ji ber sedemên cihêreng lêborîna xwe xwestine ku nikarin beþdariyê li vê festîlavê bikin. 
 
Sema Kurd/ Hozan Emîn







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=873