Şerê ker û qantira
Dîrok: ÇáÓÈÊ 26 íäÇíÑ 2008
Mijar: gotar



  Zagros Osman

pênus di nav destên hinek rewşenbîr de dibe jar
Ê nizanibe wê bê roplelên entirnêtê bi dest tu kesî nakeve pêvî kesên taybet yên xweda daye wan , lê rastî ne eve entirnêt cîhanek vekirîye ji hemî kesî rre nexasim xwedî pênus , vega nizanim hinek çima qirêja dilê xwe didin xuya û dibêjin mirovin hene bo navên wan di entirnêtê de derkeve ew karin hemi tişta bikin , yên wek van kesa hîn jidervî cîhanêne ji wan werê hemo kes mîna wan bi ser entirnêtê de pelo dibe bes bo navê wî derrkeve wax wax  entirnêt bû helaw û hayê me jê tune 


qeşmerekî li xwedanî û ev tumet bi dûme vekir , em li xwedanaînin bibin weke wî lê bela vegere demên berî entirnêt peyda bibe û li navê me bigere di çabemeniyên kurdî yên bi nav û deng bo nasbike em xwe pelo nakin bi ser entirnêtê de , eger rexenên wî li min hebin bela bi şêweyekî sîstematîk be çêtire ji peyvên wînî vala bo hinek rumet jixwerre bihêle , şerme jêre qerwelkên jinê berê ku li ser tenura ji hevre digton dûbare bike .
Nizanim bo çi sînga wî teng dibe çavê wî barnabe li himber nerînekê nel gorî dilê wîye .
Hewarê em nema wêrin jiber yên wilo raya xwe bidin ta me nekin nîşan ji jara pênusên xwerre dipijiqînin nav çavên me ji nişkave bê sedem , mebesta wî çiye van kelovajiya dike çi dixwaze çima kêfxweş dibe dema egirê nakokiyê di neqeba nivîskarên kurd gur dike çima pirsa mezintir jibîr dike ya me teva li dora xwe kom dike çiqasî bîr û bawerên me dûrî hevbin pirsek me bihevgirêdide bêguman her kurdekî xwedî pênus ji duza xwerre kar dike .
Gereg bo vê duzê kontirol li ser wijdanê mirov hebe nehêle em ji hev belabibin bi sedema tiştin vala … ezê bavêm te tê bavê min … tê rexna li min bike ezê 3ê taqa li te vegerînim çima çima .
Na bi xwda em xweş rêçê li pêşiya nifşên nûhatî vedikin , eger ew bidne şopa me malawan xerabû wê çi jime bistînin pêvî kênê.. zikreşiyê ..qayîşûerberiyê , birano em wek miletekî bindest têr pelixandbûne nehewcî hîntir emjî hevdû bipelêxin , zikreşî bo çiye , kevir û kuça navên hev .
Çima honhevdû hilnagirin bo çivaka kurdî ji we fêrî hizkirinê bibe , dijmin bûn dûst hîna em li ser gilgamiş bevdiçinin (( xêzka xwar ji gayê pêre )) eger rewşenbîr hevdûhilneyinin gazna ji keskî mekin , ta kengî em hev tune bikin ta kengî emê li himber pênusê hevbin , durista ku rexnên sîstematîk di neqeba mede peydabibin lê a ne durist ku em kêsên xwe ji hevre bikin nîşan , ne  bo tişkî pîvî raya min neji raya teye , çi pê veye ku tu weke xwe û ez wekî xwe em neweke hev lê bela hirmet dineqeba mede hebe , ma ev neçêtire ji van cengên hûn vedikin û geleg bêguneh dibin qurban di vî şerê bêserî de .
Hinek ciwamêr karê wan nîne pêvî kînê bikşînin û keysbziyê dikin ku yek gawir bibe û raya xwe xuyabike bo heft dergha û heft pencera jêre vekin û li gorî zikreşiya xwe dev bavênê , dijmênê xêrê pirrin naxwazin nivîskarên me li hevbîn çimkî jiyana keysbaza nebe bê nakokî bo wilo egirê xwe gur dikin .
Esmanê entrnêtê firehe cê me hema têde heye naxwazim nivîskar dûrî karê xwe here bi min nexweşe ku ibrahîm yosv an ibrahîm mehmod an deham. e. f an cemîl .d an alaaldîn cengo dûr bikevin , naxwazim refê qitkên min kêmbibin , lê xuyayê hinek ji me hîn bi îdyolocya totalîtarî _ dîktatorî dagirtîne ji xwe pêve nsnakin zu bi zu tumata peyda dikin ji her kesê ne li gorî wanbe mirov dikin (( منافق )) .
Erê çavê min niyar nebesin werin emjî hev çirûk bikin  zikreşî di xwîna mede digerre bo wilo em bûn bidewlet , çêlek bûn bi pasport  hîn em bê nasnamene .
Çima pênusên van mêrxasa dibin kêrên tuj dema datînin ser qirika kurdû û çima ker dibin û kêr ji destên wan difistiqe  dema berî didin neyara erê ji hevre em xurtin wax wax min çikir bo 3ê xêzka kevir û kuç li min barandin .
Biserê teyî delalî kurdû ez şelafiya keskî nakim , eger tu  bo entirnêtê  pelodibe êşê min bi te nîne lê vê vayrosa hanê dûrî min bibe , tiştek ma hisret li bamin ez û  te hev nasnakin de ka bêje min kîjan pêximberî siruş da  te ta jiber xweve tu kesê min şîrovebike firoîd axa eger tu rastiyê bêje ezê ji ter 5oo kîlobaît bişînim .
Lo me çikir me çikr me xwelî li serê tekir ….. na na neşerme û nefedîye  kurdû canim







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=869