Dot û Dayîk, nabe ku mafên wan bêne xwarin
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 íäÇíÑ 2008
Mijar: Nûçe



Komela Kaniya Sipî ya rewþenbîrî û civakî
Bielefeld Almaniya 14.01.08

- ji bo raya cîhanê ya giþtî
-  ji bo raya Êzîdîya ya giþtî

ji boyî bidawîanîna nivîsandina Projeya yasaya pergalên kesayetiyê
ji aliyê birêz Mîr Tehsîn Beg, Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ya bilind, di 23.11.2007 an daxwiyaniyek belavbû.
Di wê daxwiyaniyê de dozê li kesayetên rewþenbîr, Serokeþîr, û Muxtaran dike, ku rapirsînekê li ser van herdu xalên jêrîn çêkin:

1-mafê jinê ji bermayê (Mîras)
2- Qelen / Next


Di baweriya me de, ev proje bi vî rengê ku hatiya pêþkêþkirin, maf û kerameta Jina Êzîdî binpê dike.
Ji ber nivîsandina YASAYA PERGALÊN KESAYETÎ ne ji erk û pîþeyê ENcumENY RÛHANÎ ye, her weha þêweyê ku ji bo rapirsînên hatiya kirin þêweyekî ne yasayî ye, û nayê pejirandin.
Belê nivîsandina vê Yasayê ji erk û pîþeyên Qanûnzan, Oldar, Nivîskar, Rewþenbîr û Afretê ye.
Di vî warî de gereke em bi mêranî dirkêniyê bikin ku hîna pir girdiþ û seqayê me yên olî û civakî hene ku dibin kelem li pêþiya pêþkevtin, danûstandin û guncandina me bi civatên din re.
Tevlî van pirsgirêkên bingehîn ku me li jêr destnîþan kirin, divê daxwiyaniyê de nehatiya eþkere kirin, gelo ev YASA wê tenê ji bo Êzîdiyên Iraqê be, yan jî ji bo tevaya Êzîdiyan be?

Ev proje bi vî rengê ku hatiye nivîsandin û pêþniyar kirin li dijî peyman û yasayên mafên merovan yên navnetewiya, yên mîna ( hevpeymaniya nêvdewletî ya mafê merovan ya10. Kanûna yekê 1948 an) û
( hevpeymaniya nêvdewletî ya nehêlana sercem þêweyên cudahiya dijberî afretê 03. Êlûna 1981) û hemî hevpeymanên din yên nêvdewletî di vî warî de.

Encama van dîtin û sedemên jêrîn em van pêþniyazên jêrîn dikin:

1-    ji ber ku þêweyê lihevkirin, nivîsandin û nerîneke Êzîdiyan ya hevbeþ û yekgirtî tune ye, gereke ev proje bê rawestandin.
2-    Gereke lêvegerek ji damezrandina û erkên ENCÛMENA RÛHANÎYA BILIND YA ÊZÎDIYAN bête kirin, û ev Encumen bi þêweyekî þaristanî nuh û li gor rewþa Êzîdiyan ya îroyîn bête damezrandin.
3-    Rêlibergirtina parçebûn û bêtifaqiya di nav civaka Êzîdî de, û Danîna sînorekî ji bo mal, komel, bingeh û saziyên êzîdiyan yên ku Êzdayetî û Êzîdiyan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û siyasî bikartînin. Ji ber vê yekê, em baþ dibînin ku hemî komel, bingeh û saziyên êzîdiyan di Encûmenekî siyasî civakî, û rewþenbîrî berfereh û yekgirtî de xwe hel bikin.
4-    Damezrandina saziyeka Êzîdî yekgirtî ya ragihandinê dibin çavdêriya Encûmena Êzîdiyan ya bilind de.
5-    Nivîsandina YASAYA PERGALÊN KESAYETÎ dibin çavdêriya Encumena Êzîdiyan ya bilind de.
6-    Gereke ked, xebat û rola nivîskar û Rewþenbîrê Êzîdî newê jibîrkirin û piþtguhkirin, ji ber di vê dema bûrî de diyar bû ku dengê vî rewþenbîr û nivîskarî ji dengê gelek sazî û komelan bilindtir û bihêztir e.
7-    Pirsa mafê jinê û parastina kesayet û kerameta wê êdî ne tenê pirseke merovanetî ye, belê di pileya yekemîn de pirseke Yasayî ye, ji ber vê yekê, ji me hemiyan tê xwestin ku em piþtgirî û alîkariya afretê û mafên wê di hemî waran de bikin, û em wek Komela Kaniya Sipî bi hemî reng û awayan li dijî Qelen in û li dijî ( firotin û kirîna Afretê ne).

Komela Kaniya Sipî, Komeleke rewþenbîrî, civakî û sivîl e, li gor zagonên Dewleta Almaniya fîderal û dîmoqrat hatiya damezrandin, û kar û xebatê ji bo Êzidiyan û merovanetiyê bi giþtî dike.
Her weha Komela Kaniya Sipî endama "Saziya Bergiriya Navnetewiya".

Ji ber vê yekê û ji ber van dîtin û sedemên ku me di li jor destnîþankirina, em ji hemî kesî re ne razîbûn û ne erêtiya xwe li ser vî projeyî diyar dikin.
Û em naxwazin bibin hevpar û alîkarê wan kes û aliyên ku mafê jinê binpê dikin.

Parastin û berevaniya ji mafê Jin û zarokê gava yekemîn e, ber bi demuqratîkirin û pakkirina komelgehên ku dixwazin bi demkuratî, azadî û aþîtî bijîn.

Siyaseta cudahiyê, rêxweþkirin û belavkirina "çanda nêr"  û hemî rengên din yên dijiminatiyê û bêparkirina ji maf, ku li dijî afreta Êzîdî tê bikaranîn, qet naguncin li gor têkist û diwayên me yên Dînî yên Pîroz.
Ew kes û aliyên ku Dîn ji mebest, niyaz û zilma xwe ya li ser afretê re bikartinin û dikin behane, merov in ji pêþketinên þaristanî û rojane ku di vê serdema me ya nuha de, çê dibin, pir dûr in, û pirsgirêka herî mezin di vî warî de, li ser astê Êzdayetiyê, ew e, ku rêxistinên mafê afretê yên sivîl tune ne.

Her weha bi vê boneyê, em gazî hemî rêxistin, sazî, komel û bingehên Êzîdiyan yên ku hetani nuha bêdeng man e, ku dengê xwe bilind bikin, û ji bo rawestandina vî projeyî bibin alîkarê me.

Ji bo xwendina daxwiyaniya ENcumENA RÛHANÎYA BILIND YA ÊZÎDIYAN hun dikarin serdana vî link ê jêrîn bikin   
http://www.lalishduhok.org/modules.php?name=News&file=article&sid=3323&mode=thread&order=0&thold=0

Komela Kaniya Sipî ya rewþenbîrî û civakî
Bielefeld Almaniya 14.01.08

www.kaniya-sipi.de
info@kaniya-sipi.de
kaniyasipi@gmail.com
kaniya-sipi@hotmail.de







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=855