Nameyek wefadarî ji kak M.Þerîf Mûþtak re
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 09 íäÇíÑ 2008
Mijar: gotar



  Konê Reþ

   Belê keko belê, dibe ku ev þînnameya min bi derengî ketibe, gerek berî niha min ji cenabê we re þandiba..Ji ber ku ji min tê xwestin wek ku ji her kurdekî wefadar û nêzîkî vê malbatê tê xwestin… Vêca ez lêborîne dixwazim.
   Min gotarê te (Kamil Mûþtak Ji Jîyanê Barkir!), xwend û wek belgeyeke dîrokî di arþîfa xwe de parast.


Bi xwendina gotarê te re, çend carekî keser ji hinavê min hatin vedan.. û ez ketim nav bêdengiyeke kûr û dûr de. Bêdengiyeke ku ez di nav pojin û ramanan de dûr birim; Ez li Cizîra Botan û Burca Belek vegerandim, li Þax û Hebler bi mîr Bedirxan re civandim.. Li geliyê Mîr Miheme, di þerê li ser herdu pezkoviyên wî( Hejale û Efno), ku di navbera malbata Bêgo û Zeydîn hat li darxistin amade kirim…Qesrika Gelî, Dêrgul, Keleha Gurkêlê û Þikeftên Kora anîn bîra min..
   Erê erê kak M.Þerîf Mûþtak! Apê te bû, apê me bû jî..û em xweþ dizanin ku piraniya neferên vê malbata dêrîn di rêke pîroz de malê xwe û canê xwe winda kirine û her û her bi hisret bûn ku di quntarê çiyayê Herekolê Botan de bêne veþartin, di rex gora Mem û Zîn de, di rex melayê Cizîrî û Medresaya Sor de…Lê sed heyf û xebînet ew derfet bi dest wan neket û bi birîndariya wê hisretê, derbiderî çûne bihiþta rengîn…Xweziya min bi dilê apê te, apê me Kamil Mûþtak ku ew li gundê Cinibrê, di wê xaka pîroz de hatiye veþartin…Ew xaka ku bapîrê wî Mîr Bedirxan û zarok û neviyên xwe bi hisret bûn ku têde bêne veþartin…
   Erê erê keko! Bi xwendina gotarê te re, ez li berî sed û þêst salên derbasbûyî vegeriyam; li peymana pîroz, ewa ku mîr Bedirxan di navbera axa û begên kurdan de saz kiribû, Li vê gotina wî a navdar:( Dîn, dînê Xwedê ye, em tev birayên hevin), li serhilda wî ewa ku yekemîn car bû di dîroka kurdan de, yekîtiyek Kurdistanî ava dibe û pere bi navê wî, wek mîrekî kurd, azad û serbixwe, bê ku pêþ û bacê bide sultanê Osmanî têne çêkirin…
   Erê erê keko! bi xwendina gotarê te re Xelefê Þûvî hat bîra min, ewê ku serleþkerê diwemîn bû di serhildana mîr Bedirxan de, piþtî Yezdan Þêr.. Xelefê Þûvî razî nebû ku ji Yezdan Þêr re bibêje Mîrê Botan û ji kerban re ket serê govenda wî de û hawar û gazî mîr Bedirxan kir û got:
Ez Xelef im Xelef im, ez Xelefê Þûvî me, xwediyê þûrê sedef im, Haware mîr, haware mîr Yezdan Þêr begê Botan e ! Bi tenê wek begekî ji malbata mîrê Botan lê mêze kir, lê mîrîtiya wî qebûl nekir.
   Belê xebera rehmetiye:”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost” û gotinên wan kesên ku digotin  “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”, di ser guhên xwe re bavêje, ew xeþîm û nezanin, heyranên canê xwe ne, ne heyranên bejewendiyên gelê xwe ne…
   Erê Apê Kamil Müþtak, bavê Nûrê! Ez Jî dengê xwe tevî dengê biraziyê te kak M.Þerîf Mûþtak dikim û ez pê bawerim ku ew nahêle kêmasî di nav neferên malbatê de bibin û wek ku gotiye:( Ez jî dibêjim ezê kêmasîya her ferdekê malbatê bikim, ezê nehêlim hêvîyên cenabê teyê ji mi çêbûyîn biþkihin).
Kak M.Þerîf Mûþtak! Bela serê malbatê sax be, serê gelê kurd sax be. Dinya baqê nîvciye, Ga dimire çerim dimîne, mêr dimire nav dimîne..Yazdanê gewre rehmetî Kamil Mûþtak bi dilovaniya xwe þad bike.
Qamiþlo
08/01/2008






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=847