Ziman Pêşvetirn Alavên Kurdewariyê Gewde Dike beşê-6-
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Ziman



Mihemedê Seyid Husên

Derbasî  -1-
Ne zêde pêbawerê şirûs, peyxam û xêvzaniya me, lêbelê gelekî pêbawerê kar, bizavdan û ezmûneya jiyaneke jîwarim, nemaze ya ku dihêle mirov razên wê baş dikar û xebatê de nasbike. Ne gedê mine ku qana li bira, dost, heval û hogirên hemrahên xwe xîj bikim, ne jî ewqasî ji gurd ketî me ta ku ezweriyên xwe yên ronîdar divalayê de bê dûnde vemirînim, ta ku saxim ez dê stûbariya zimanê dayikê, yê mader li gora pêkarîna xwe hilînim, û pêwendarê pêwîstdariya wî her bi mînim, rêbazên sitemî, tund û tûjî ji ser hilînim.


Ez dê xweziman perestbim, ger ku liser devê kêrê  razêm, ger ku di şikeftên welat de , li ser tehtoşkan li peyva resen bi lekijim, çiku giringiya zimanê gelê xwe, di hemî hêlekarên netewî, siyasî, çandî û aborî  yên kurdewariyê de, nemaze ku pêşvetirîn alavên kurdperweriyê di çesipînim, û çaktir bawerim ku afirandina îro dê dengvedana siberojê bête xwndin.
Gelek afrendiyar yên ferezane, di destegava pêşî de hene ku yasa û lêhaweyên şarewerî, zagon û têrmên zanistî yên kêmpeyda, nemaze ku di ortaxa civaka çandewarî de di xebitînin, giyanê resen di ziman û kevnetora dêrîn de çak vedijenînin, bi taybetî ji nû ve bo çanda rexneyî, rûpelên zêrîn vedikin,  keys û derfetên zanava pesende dikin, pê der pê berve zimanekî standerd û rewanbêje de di meşin.
Naxwe ku Erebistan bi tilama Qurana pîroz, xwe xwedî zimanekî evra û bê hemta dibînin, herwekî ji mafê Kurd yê xwezaye ku, di heman pîvanê de, destegul navendeke gewre û evra bidin zimanê (zendî) yê ku ji reg û nîjadên arî gavda ye zayînê, zimanê xweristê, Zeradeştê pêxember û Avesta evra, nemaze ku ji afrîdeyên bican û bê can, ji deng û rengan, ji serrax û binrax, qad û asîman, zimanê resen û dêrîn afiriye, zimanê Kawa.Qehremanê agirê azadiyê, find û şemala cejna newrozê.
Lewra em dê ji îro û pêve, hewl û bizaveke mezin û bê birîn bikin, da ku zimanekî rizgar bo miletê xwe destnîşan bikin, da qena em jî bextewariya xwe di nava zimanên cîhanî de bistînin, û bibin xwedî  zimanekî hemdemî, zagon û derbirînên wategiran yên zanistî bi giştî baş rave bike, hemî dabaş û babetên ramanî, pedegojî, yên zanistî, di xwe de bi civîne û têr bike.
Helbetî jîwarekî diruste, nemaze ku mildarî û hevgirtina kurdî, karekî bingehîn bo ziman raçavdike, ji bo bidestxistina helperîneke çandî pêşketî û zimanekî jîndar, nemaze ku bikêrhatî û yekgirtî, standerd û fermî, di pêşerojê de peyda bibe, di viyaneke hêzdar û çalak de, her wekî rewiştên payedarî destnîşan bike, miletekî şaristanî babetê jiyaneke rûmetdar buha bike, her wiha diyare ku heyîna miletekî, bê ewarte di vemana wî deye, wa jî kurd bi zimanê xwe hene, loma bi xwehişyariya kurdî, ji wê xilmaşiya demdirêj û derengmayî, giyanê netewhezî nemaze ku ji nû ve, di qelafetê wî de di gere, erk, weş raman û rêzikên civakî, çand, ziman û wêje, di gel tekoşîna siyasî de geşbîntir bibe.
Loma  ziman di awira xwe de, weke pêwendariyeke tuxm,  binemal û nîjad hest dikim, ji hemî pêwendariyên civakê, bi hêztir û pêşvetir qelafet dikim, ango ziman yekem navbênçiyê têgeha navxweyî bo têgeha yekbûnê di bînim, û her ewe yê ku eniya mildarî û yekgirtinê di çesipîne. Her wiha bo vê yekê berjewendiyên miletê Kurd, yên pir alî diserî de yên netewî, li gora têgeha xwe bo vê serdemê û bê derengî tête xweztin, nemaze ku bi dilsozî di çarçeveya rêbaza zimanekî rewanbêje  (ferhengî) û fermî de, her wekî xwe bi rêk û pêk bidin serhev û hevbeş di helwesteke dezigdarî yekgirtî de, di gel rêbiwariya xebata siyasî ya hevpeyman de, û armanceke piromîd û têvelrû de, civakî, rewşenbîrî, aborî, bi taybetî ku di encamê de, milet di hemî çînên xwe yên hemereng de, ji bin nîrê sitemkarî, jar û perîşaniyê, xwe bi guhêze peravên aştî û tnahiyê, asteya ziman di zemîna jîwarî de navnîşan bibe, her hêrişekî Kurd, bi zimanê xwe kone û fêris bibe.
Bê gûman dema ku hişyarî, di têgeha ziman de gotebêj dibe, hinga tenha wateyekê binav dike, ya ku di pêşdemî têgeha helperînê de, xilmaşiyeke geveze û bê dengiyeke cankuj de hêwirî bû, nemaze dibin piyên, zor û çewsenkariya dagîrkeran de, ewa ku bê ewarte mal, qad, ziman û geleporê tev, milet û welat bi giştî talan kiribûn. Lewra ji ber zixt, zewr û sitemkariya, bê derfet û navbir, bê rewiştên mirovanî yên mafnasîn, her wiha pêre destegavên helperûnên çandî, wêjeyî, siyasî di serdema çerxê 20 an de, livalî walî, li ser nexşa Kurdistanê bi giştî hatin avêtin, nemaze di şêweyekî berztir de, piştî  herifandina  Imberatoriya Osmanî, û nêztir bi şûn de li gel qûncîkirina hêzên serbazî, yên dagîrkerên Ewropa rojava, di gel çanda xwe ya pêşketî de, û bi şêwazekî xweristyane, hino hino gelên herêmê pêve xuriyan û ezmûne bibûn, sûde û delîveyên karbilind jê wergirtin, çi siyasî, zanistî, hunerî, pendegojî torevanî, û di gel perwrdekirina dam û dezgeyên aborî, nemaze ku pê hatine ezmûnekirin. Bi taybetî nirxê azadî û serxwebûnê, erkên netewî , sinc û mafên mirovanî, perensîbên rêjîma dîmukrasî, di gel hezkirina ziman û kultûra milet û têgeha dirûşmên çekdarî, şoreşgêrî, yên ku hevdemî wê qûnaxê di bûn.
Şêwezariya Ziman Sîmbolê Yegjklzkgirtinê Qelafet dike


Di nav gelên rojhiltê û rojava de, kêmin yên ku nirxê zimanê kurdî baş dizanin, giringî û dewlemendiya wî mîna zimanekî mirovanî, navnetewî qenc nenasin, her wekî zimanê ku ji dîrokeke dirêj ve dagîr û vegirtîbû ye, û hevbeşî gelek çand û netewan bûye, di gel rewş û pergala renckêşan de,   timî hevbeşî şaristaniya gelek miletên çande cîwaz û nîjadên hemecîr bû ye.
   Herwiha tev wê weş û pergala prîşanî û dorpêçayî, ya dîl û talan bûyî, bê sazî û dam û dezge, hino hino dibin sîdariya qedexe de, hinekî bi pelgiranî, bi saya bizava kesên zimanhez, yên tekakesane û zaneava zimanekî mader peyda bû ye, nemaze piştî ku mîrê bilîmet û dûrbîn, Celadet Bedir Xan tîpên latînî di serê çerxê 20 an de, di jiyana çanda kurdî de xebitandine, ew zimanê ku berya hinga, di hate nasîn zimanê hozê ye, bê nasnameyeke netewî ye, lê ji nû ve pê ve pê ji wê pergala bê zarî hate birîn, û ji layekî din ve di gel ku zarê rojavayî Kurdistanê, ne weke yên Başûrî îraqê û beşekî ji pişka rojhilatê ye, bi heman pîvanê Dêrsimê, Farqînê, ne weke Qamişlokiyan û Cezîra botan di axivin, û zaravê Silêmanî, Helebçe, ne hevtayê Amed, Nisêbîn, Mehabad û Kurdaxê ye, lê di encamê de hemî di reg û paşkokên xwe yên dîrokî de, di rîçal û kaniyên xwe de, di darêja yek zimanî de vala dibin, ji pêkîna dezgeyên zendegî ve, ji bûneweriya nîjadê Kurd ve, her bi xweristê re kat da ye, û bi çarlepka dibin bar û posatên giran de gav da ye jiyanê, û di vê serdemê de bûye şaxekî resen ji lema kombenda latînî bi giştî, û ji nû ve helgavtinên afirandinê, bi saya lawên xwe yên ekadîmisyon, ronakbîrên zimanzan berve pêş de diavêjin. 
Her wiha di çerxên çûnî de, Firansa û Birîntanya li rojhilatê, navbera herdû Çeman vegirtibûn, û li deverê pêlake dirêj destelatdariya gelên nîjad têvel, ji hemî hêlekarên jiyanê ve, ekonomî, çandî, siyasî, civakî, bi zimanê xwe yê serbazî û sîpahên çekdarî di kirin, û helbetî hîç wê wateyê tucarî na birre, nemaze ku zimanên wan dê şûna zimanê Erebî, Kurdî, Ermenî, Siryanî, û hûrgelên dîtir bi gire.
Bê tenahezî (ezîtî) ango bê hewêdarî, min ne bawere ku miletekî kevnar mîna gelê Kurd, xwedî zimanekî dêrîn têr bêje, nerm û tewan xweş, di gel kevnetoreke zengîn de, nemaze weku ser û binê zemîna wê, pût, lat û tertepêlkên kevneşopaê di herêmê de jê re xweş dîdarin, tenha ku mîrate û paşmayên çerxên dîrokdirêj yên bav û kalên Kurd, ji berya zayînê ve, ji mêjuya pêkîna mirovaniyê ve, ji hezarên salan ve şaristaniya herêmê ava kirine.
Vêca ger ku îro ji nû ve, cîhan di yek ziman û nîjadî de bibe yek, bê gûman hinga ji bo kurd, bê bextewariyekê di pejirînim,  lêbelê çaktir di bînim ku, sûr û benda Amedê, Kela Hewlêrê, Birca Belek, Kela Xarpêtê, Kela Hûrî, Girên Mozan, Tel Erbîd, AsêKêfê, Gasîna çarçira..T.D îro Kurd jixwere bikin sîmbolên netewî, navnîşanên şaristaniya kurdewarî, di gel şêwezarên ziman yên pirjimar û hemereng nemaze ku hêj hene, di rêka zimanekî yekgirtî bo giştî bikarbînin.
Qet ne gengaze eger ku yek, pirsa mandîneya zimanê kurdî ji min bike, hinga teqez dîsanê bê layen ez dê, di encamê de vê bersiva lijêr gotî lê vegerînim. Diyare ku herçî zimanê kurdî, di rencekêşaneke piralî, dijwar de dijî, bi zor û kotekî ji bin nîrên dagîrkerên noker di berxwedana kargorî, bê birrîn û bê vewestan de, di semaxeke jankêşan de, xwe ji mirinê kutah kiriye, wilo jî teqez dê karibe di gel tengezariya mercên qûnaxê de, yên dijwar kesanetiya xwe bi parêze, û xawerşînastir pêşerojê bi axivîne.
Herwekî tanî nuha li ber zixt, kelem û astengên zînatkaran jîndar ma ye, loma ji awir û baweriyên pêşgotî ve. Puxta gotinê çendî ku zimanê kurdî bi taybetî îro, bi zimanê Ewropiyan ve, yên pêşketî û şaristanî hevbeş û ezmûne bibe, hinga çendî wê bêtir, serkeftî helgavtinan bide pêş, herwekî di van demên nêz de, ji valî walî gelek awir û nerînên ramekêş di bihîzim û di xwînim, li hêleke din nemaze ku mirov baş nêzî mijara ziman bibe, hinga dêmirov bi hêsanî hest bibe, bê çendî zimanê kurdî çêjdare, sivik û tewanxweşe, û zêde hevrêjî divayên hemdemî dibe, û erkên zanevanî çaktir rave dike, têkiliyên ronakbîrî di gêra zanistî ya berfireh de bi cih dike, û hîn çêtir nemaze ger ku keys, derfet û mercên lêhatî jêre peyda bibin.
Bê gûman hinga dê karibe derbirînên wate kûr, di têrmên zanistî de xweştir bide, hinga bê ewarte di derya danasîna çanda navnetewî de, dibe ku rewşenbîrên pirê miletên cîhanê, zimanê kurdî wergerînin zimanên xwe, û di zanîngehên xwe de pê perwerde bibin, fêrî zimanê serjimara 40 melyon kurd bibin. lê ger ku pirs ji bo yekgirtinê bête kirin, ango çima? Jimara zaravên kurdî zêde ne, hingê dîsanê ez dê bê tirs û paxav bi bêjim, hîç şêwezarî ne gengaze, weku reng û cûreyên çîçekan baxan di xemilînin, lêbelê vê yekê bo karmendî û dewlemendiya ziman di pîvim, her wiha gerku çaksazî û dezgeyên serbixwe yên ziman hebûna, zaravên me bi giştî di zimanekî, mîrî, rewanbêje de çarçuve bibûna, hinga emê yekgirtî seranserî kurdistanê, di têgeha yekbûnê de bikêr bûna. 
Her wiha pirnase ku bi şêweyekî destegul, ziman çaktir di parêze û jîndar dihêle, di encamê de qut rev jê nîne, ewe ku mirov mafê xwe yê yasayî û rewa, di binemaya dîrokê de, bergiriya wî baş bike, û pê jî çaktir rûnê, yekser û rast li wê jêdera dirust vegere, û ji heyamên kûr û dûr ve têkeve paşaxê, nemaze ku baş wî ji zimanên biyanî paqij bike, loma min hişk ne bawere ku mirovê Kurd karibe jiyaneke netewî serbixwe bi dûmîne, bê ku zebaretî û piştevaniya zimanekî jîndar pêre hebe, û milet bi giştî  tê bigihêje, bi xwîne û bi hêsanî pê bi niîvisîne, û bi taybetî ji bo ku sala 2006 an, di çerxê 21 ê de bibe ya serkeftin, pêşketin û gulvedana zimanê kurdî, nemaze ku hemî dabaş û babetên zanistî, roj li dûv rojê çaktir bi hingivîne, li gel bêje û çi tiştên ku bi navdibin, wa jî omîdewarim ku di pêvajoya heman çerxî de, dê hemî şêwezarên civakî di zimanekî standerd û rewanbêje de, di zimanekî fermî de bibin yek, çunkî zimanê ferhengî hino hino rêya xwe, dixwendin û nîvisandinê de çêtir vedike, û wiha jî metodên ragihandinê li ber xwe fireh dike. Her wiha berjeng di vê bafîkê de pir nêzîkin, ango nêzdemin.
Kurdistana başûr ya ( îraqê ) wek nimûne, nemaze ku azade û destelatdariya perwerdeya ziman û kultûra kurdî rêwefermî dike, çaksazî dibistan, zankoy û dezgeyên xweser, di gel rojnamegeriya piralî, weşanxane, çapemenî ya pêşketî, tev ji bo berevaniya jîndariya çand û ziman daye, û ji bo belavbûna wî di cîhana wêjeya Kurdistanî de, her wiha zanîngeh, wşan û derçûna pirtûk û Govarên heftane mehane, demsale...û T.D.
                       
Rola Ziman û Hişyariya çandê

Dema ku netewa mezin ya biçûk vrdigre, bê gûman ne tenha xêr û bêra wê, ya aborî, bûjenî vedigire, lêbelê foloklor û kultûra wê bi giştî rêşdike û dadiqurtîne, ta ku jê tê ji riç û kokê de wê dibişivîne, wa jî ziman pêre talan dibe, gelepor. Çand û wêjeya netewa biçûk hin bi hin wenda dibe, û herwe netewa kêm, lawaz û bindest naçar dibe ku çand û wêjeya dagîrkeran pesende bike, lewra bi wiha reng zimanê dawer, bêtir di jiyana xwe de, ya ji destçûyî di xebitîne, pê ve pê bêhavil wê jiyana xwe ya netewî û taybet xemsar û serbêş dihêle.
Mixabin livir jî berjeng û mînak, li ser rûberê her çar perçên Kurdistanê pirnasin, pile pile gihaye radeyekê ku gelek ji malbatên Kurd, bi zimanê dagîrkeran di hindurê malên xwe de di peyivin, bi taybetî kurdên bakurê welat, di mal de , di sirgûn û mişextiyê de, bi zimanê serbestên xwe di axivin, û di gelek helkeftan de zêde  pesnê xwe pê didin, çunkî ev sedemên jêrîn pir balkêşin.
1- Ji ber ezmûne û berjengên kêm peyda, bo astebilindkirina zimanê rojane, çiku hîç ziman jixweber giyan têde na live, ne ku bi saya guhdarî, pêmijûlî û  bizavdana lawên xwe be, yên ku  mandîneya awirvedan û encamên berhemdar û çakbîn raçavî civakê dikin.
2- Bandora şaristaniya Ewropa û giyanê ronakbîrî bi ramanên xwe ve, şêwesaziyên hunerî, tekenî, yên ku ziman li ser tête xebitandin, di gel vexwendina pileya helperîna çandewarî, nemaze di serdema paşî de, weku diyare roj li dûv rojê, zimanekî pexşane çaksaz, kêşmende, rewanbêje, zanava û hîç ne xeme ku hinekî pelgiran gava dide pêş, çiku her kes zane bê arîşe, kelem û asteng yên paşdemayînê çine, çawane û ji kûne.
3- Ne her car pêşketin û gulvdana ziman, tenha ji hêla çand û rewşenbîrî ve pêk tê, lêbelê bêtirê caran ji serkeftin û hevpymanên partî û rêxistinên siyasî û rewşrnbîrî, di her çar koşkên kurdistaê de tên, û çaktir jîndariyeke nirxbuha û omîdewar didê, nemaze ku lûka pêwendariya rewşenbîr û siyasî, li ser Pireke radayî, dê ziman bi reng û degekî bilindtir bi axive, û rewanekî nûjen û hêzdartir têde vejene, çiku ziman her dê bi mîne yek ji wan girêbendên peligdar, û serkeftina destelatdariya siyasî bêtir di helperîne. 
4- Fêrbûn û perwrdekirina nifşên nûhatî, li gora keys, derfet û  mercên ku delîve jê têne wergirtin, di xwendegahên fermî de, û ger ku peyda nebin, di yên xwemal de bo fêrbûna hemî tayên znistî, bi heman zimanê netewî, û ligora asteya pêkarîna xwe jî hewldaneke bê westan jêre hebe, nemaze ku kelem û astengên dijwar li pêşiya xwe bi kesixîne.
5- Bê ewarte ji erkên zimanzana ye, nemaze ku bi çi rêawe û şêwazan be zimanekî rewanbêje (ferhengî) standerd û hevpar di civaka navxweyî de, pak û paqij bête paraztin, zexeliya biyanî jê bête heşêfkirin, û li ser hêmanên zanevanî, çanda rexneyî derbasî navkutka cîhana rewşenbîrî bibe, bi şêweyekî tendirustî û sîng firehî bête nîme kirin, wî kirasê gerdişî, bê pergêl, yê kevnar û zîvarî, ji ser qilixê rojnamegeriya kurdî bavêjin,  bi kirasekî  nûjen, qsebzêrîn bête guhertin û li ser teşiya zimanekî yekgirtî bête ristin û vehûnandin.
6- Bi rastî alav û sedemên ku, ziman jîndar, serkeftî û banebilind dihêlin, bi taybetî ewin yên ku di nêrdewaneke heşt pelûk de, yekê lidûv ya dinê bervejor de di hlperikînin, di sazî û dezge, milet, xwendegah, weşanxane, nivîser, (danêr) encûmen, komît, komeleyên zanistî, partîzan, zimanzan û pirtûkxaneyên dewlemend, evana hem bi giştî raspêr û palpiştên pêbawerin, û hem jî çespanên ku pê der pê ziman vedijenînin, û di jiyana miletan de  cihekî hêvîgewre digirin. 
Lewra  vebir ji bo vê yekê, ez îro ji hemî demên derbasbûyî bêtir, bi mandîneya ziman geşbînim, ji heyamên bihurî ve çêtir rewşa ziman di pîvim, li radeyekê mirov pêşbîniyên mercên rojevê, weşa qûnaxê herwiha naxwe ku dê bîr û boçûnan xawertir bibîne, nemaze ku gav daye jiyaneke nûjen,  û di dîrokê de hevtayê wê kêm peyda ne.
Lê hema herçî giyanê Ewropa rojava, libal min ew jî bi serê xwe roleke mirovanî, şarewerî di leyize, ango demsaleke buharî di jiyana wîde çavnîşan bûye, her wekî jiyana mirovan mîna karwanê ku timî di tevgerêde ye, her bervepêş de di herike, ji toz û tirabêlka ber lingên wî karwanî, ji ritimka perên rêya wî, zimanê dêrîn afiri ye. Vêca omîdewarim ku ji îro û pêve , miletê Kurd di pêşiya karwanê hemdemî de, di çand ziman û wêjeya xwe de bextewar be, pêre di kar û xebata siyasî de, birêk û pêk û rêkeftî serhaweyên dema nûjeniyê baştir bîne, nema li paş gelên gerdûnê şermezar bi kulkule.
Gelo.?zimanê rewanbêje "ferhengî " ango fermî bandora xwe di bikaranînê de, li şêwezarên civakî, gelêrî (herêmî) yên cîwaz nake, ango di gêra çand û ronakbîriyê de, di xwendin nîvisandinê de, çi ditin û bihîztin li gel pirtûk û rojnamegeriyê, roleke girîng û pêwîst leyizti ye, û di zimaneke yekgirtî de xebitandi ye.
Bê gûman bersiv wilo yekser ji xweber nayê, û her nayê wê  wateyê ku gavên piromîd û delîvedar nehatine avêtin, û sedemên bersiva (na) jî di vê dabaşê de pir nasin, çunkî heçî şêwezarên civakî, ango yên gelêrî hin bi hin, dikar de têne meşiqandin, kirasekî bedew, nerm û melesî, liber xameya hindek ji nivîskaran perwerde dibe, çalak û şayen zivêrbûnê jê di revîne, û di encamê de hêj di berxwedanê de ye, wa bi hêsanî û di kurtedemên nêz de zora wî naçe, her wekî pêdiviye ku neçe, çiku di zemîna xwe ya dîrokî de, ji kûr û dûr ve ewe jêder û kaniya ku, zimanê me yê ferhengî jê gav daye jiyanê, ji riçê wê lema resen û dêrîne, peyva rewanbêje dengvedan û awazên wê kaniya zêmdare.
Her wiha ziman  mîna her tiştê bi kevz û lêmişte tevî wê qirêjê li moxilê dikeve, bi serad û bêjingê werbêj dibe, zexelî, kozere û  kesmûk ji zeviyên wî têne avêtin, qenctir ji tovê pak, paqij û yekrû tê pejirandin, wa jî bêjeyên resen û babetên giring di zimanê civakî de peyda bibin, û zor egere ku bi mînin,  ji ber ku nêzîkî têgeh, çêj û ramanên miltin. Loma bi derengî di mîne, û bêtir bi gewd û qelafetê zimanê ferhengî ve şêrêz dibe, pêre jî di pêşerojê de di be yek.
Her wekî di nava zimanên civaka navnetewî de, nemaze zimanên gelên rojava (ewropa) tanî nuha 2 zimanin, ango 2 zarav di xebitin, yek jê civakî xwerû ye, tenha ji bo dan û standinê ye, û yê dîtirê zmanê standerd, ferhengî (fermî) yê rojnamegerî, pirtûkê Îzge û Tilvizyonê ye, di zanîn û zanistiyê de tête xebitandin, tiknolojiya, afirandin, felsefe, û ramanê di gerîne.
Di gel ku min ditin û awirên xwe , di xelekên jorîn de dijlayî vê nerînê şîrovkiriye, bi taybetî sebaretî pêşerojeke şaristanî, nemaze ku bêtir rol daye zimanê zanistî yê fermî û rewanbêje, lê di encamê de naçare wê demeke dirêj, merc û drfetên lêwer,  guhertinên bingehîn ji hemî hêlan ve, hêj jêre egerin bi taybetî ku radestî xwe bikin.

Metodên Ku Ziman Vedijenînin
Nimûne.....helbestvan

Dizanim ku ziman li ser gelek, stûn, metod û hêmanên piralî radibe û di raweste, lê pirê caran tenha mtodekî balkêş, sêwî bo jiîndariya ziman di bîr û boçûnên xwe de di çesipînim, nemaze di rola helbestvan ya bîrkêş de, û çewahiya ku ziman bihestên hunerî û kêşesazî, bi rêawayênê afirandinê lidûv peyva resen, çêjer û bedew zimanê milet ji dûv talanan vedigerî ne, û ji mirinê jîndar bi gupgupa dilê xwe re kiri ye yek û têde gencînr kiri ye, li ser lêvên wî, ji nava tiliyên wî, mîna hestiyarekî peltenik, di çêja awazên kêşdar û hunermendî de, ritim, stran, helbest û sazbendiyê di afirîne.
Her wiha ziman biserê xwe dimîne navbênçiyê navkutka dilê afiravdinê di mirovaniyê de , di avdeyên têlên eliktirîkê de, tiştê ku di kişwera derûniya mrovaniyê de, bi hestekî nazik diguhêze cihana ezberî û nîvisandinê, nemaze ku mirov baş pê bi rame û çaktir bîne bîra xwe, Mela yê Czerî. Seyda yê Xanî. Seyda yên hêja Ceger xwîn û Nmî û bilî wan gelekên dîtir, di gel hemî stranvan û çîrokbêjên foloklorî, hinga em dê çêtir nasbikin ku, helbestvan bave, rewane, reng û dengê û dilê zimane, ango kors û dibistane, lewra çendî ku ew hebe, wa jî ziman dê bikêr, bixêr û bêr hebe, lê eger ku nebe, hinga teqez dê ziman liser darbestê ramidandî berê xwe bide nehêniyên taristanê, wê her girî,fîxan û hêsir, li ser bêtin barandin, libenda ku helbestvanek rêya xwe pêxîne. Hinga  helbetî dê ji nû ve, pencereke nûder di kişwera ziman de vebe, û rengekî çênî û geş bide mikûsê ziman, loma pirseke pêwîst ji naveroka mijarê di peke holê.?
Gelo.? Ew helbestvanê ku hêviyên me di ziman de vedijenînin hene, bê gûman bersiv erê hene..lêbelê.
Careke din dubare dikim, nemaze ku jiyana ziman, yekgirtina wî , zindarî û belavbûna wî, û çi tiştê ku pêve têkeldarin, di awira min de her di mînin girawa hest, sîber, sawêr, bîr û boçûnên afirandina helbestvan, nemaze di mercên ku bi qehremanî peyda bibin, nadim mandelê ku gelek biser helbestê de di qurijin, wa jî di jiyana xweristyane de pirin, her wekî cotyar di kar û barê zevî de, û karker di kargehan de, jin liber dergûşê, û bi mêr re li paleyê, liser tevnê, liser destar û tenûrê, liser curnê dankutanê, di perestgahê de, di sirgûn, mişextî û zindanê de, li pirtûkxaneyê, çi kurdê ku xwe ji zincîr û merbendên çarçuveya rêzikên civakî, yên ezîtî, kevneperestî û paşverû kutah bike, û bervejor li tîrêja rokê binere, bi wiha reng tevlî karwanê jiyanê bibe, qenctir xwe ji baweriyên çors û paşdemayî  dawişîne, hinga tiştekî pir bêrîn û berhemda re, nemaze kurdê ku xwe raspêre hêz û viyana afirandinê, û kaniyên wê yên zêmdar derbike, wî gewherî dîl û  veşartî di ziman û ramanê de, ji giyanê xwe rizgar bider de.
Dema ku zimanê kurdî bibe yê perwrdeyî, di xwendegahan de û milet bi giştî hînî zimanekî  fermî serbixwe bibe, hinga bê gûman biryareke xweristî diva ye, nemaze  ku zaravê  rewanbêje bi gavên dirêj bide pêşiya yê civakî, û çavkanî di axavtina mamosta û şagirtiyên korsên ziman de, xweş diyarin ku roj li dûv rojê  dûrî zimanê civakî dibin. Lê hema vejîna ziman ji layê karmendî de, bi texmîn ne tenha di metodên çêkroxî, çandî û bazirganî de nependî ne, lêbelê di pêşdeçûna wî de rûniştî ne, nemaze  di serdemên xwehişyarî û dazanînê de, her wekî me li jor emaje pê daye, bê ewarte berî her tiştî di serxwebûn û azadiya gelde ye, û di encamê de dîsanê di perwerdeya serxwebûnê deye, li gel heyîna sazî û dezgeyên perwerdekirina zimanê netewî, her wekî jîndariya ziman weke yekem mtodê bingehîn ewe ku liser milê gelê ku pê diaxive, hem jî rizgarkirin, jîndarî û gulvedana wî, her di giyanê azad û serbixwe de di mîne.                                              
                       
Ziman Metodê Gehîndarî û Danasînê ye 

      Îro ji nû ve ceger hate min ku bi bêjim, zimanê kurdî çaktir bikêrî hemî rêawayên zanîn, têrm, û zagonên zanistî tê,  û qet nadim mandelê nemaze ku bikêrî derbirînên siyasî, partîzanî û lêkolînînên zanevanî jî tê, nemaze kesê ku di vê serdemê de bi kartînin reha tu gilî û gazindan jê nakin, lêbelê pir pê şad û kamîranin, tenha gilî û gazindên xwe bi hewcedariya kombend, komît û komeleyên çaksazî, dam û dezgeyên ku birêvebiriya ziman bikin, û helbetî çaxê ku alavên wa hebin, nemaze kombendên zimanzanan, bo ku têrmên zanistî, hunerî, tiknolojî,  di zimanekî wergerandî de vewejêrin ango bi pejirînin.
Tiştê hew jê gewretir ewe bi taybetî ku ziman astebilind û çalak bervepêş de here, bêtir ku zimanasên kurd, stûbaruya xwe derbarî çand û wêjeya rojava (ewropa) wergerînin û  raguhêzin hindurê çand û wêjenivîsiya zimanê kurdî, hinga teqez wê coşeke hêzdar bide rêveçûna wêjeya kurdî tevlî ziman, û dê bilindtir jî bi nere, higa careke din wê şêwerengiya ramanî û rêawayên afirandinê, li pêşiya nivîserê Kurd hêsantir vedibin.
Bi wiha reng miletên cîhanê pêvepê, gavên dirêj lêhaweyî vê qûnaxa ku îro em têde beşdarin, birex şaristaniyê de diavêjin, li radeyekê di bûneweriya xwe ya siyasî de tewaw dibin, lewra ij heman destbîrê di çesipe ku , ziman hem metodekî pênasîn û têgeha hevdûguhêzî gewde dike, hem jî navnîşana ku asteya şaristaniya gelan destnîşan dike, herwiha çendî ku paşdemayî be, bi wî qasî dê milet paşverû bi mîne, her wekî çendî ziman pêşkeftî be, biheman pîvanê dê milet bêzar û perîşan be, wa jî mandîneya gelan bi pêşveçûnê re tête pîvan, lewra her di bêjim jîndariya ziman di jîndariya xwediyê xwede veşirti ye, û mirina wî di mirina wîde ye, her wiha evya ji bo min zîlanpîveke bingehîne, ang baweriyeke di mejiyê min de meya ye, û rêpîvaneke yekta ye qet nayêt guhertin. 
Naxwe dema ku ziman bête guhertin, dêmekî hinga gel bi xwe dê tête guhertin, û her ziman bi serkeftina gel re bi serdike ve, û di têkçûna wî de dê têkbiçe, hin bi hin liber zixt û zewrên çewsenkaran dê bibişive (asîmîlasyon) bibe.
Bê gûman dîsanê li gor ezmûneyên dîrokê yên derbasbûyî, îro jî eger ku Kurd weke berê, hişgêlî, bê havilî, lawazî, bê zar û ji destxwe çûyîbe, bê tevger, çalakî, bizav û hewldanên bê vewestan bi mîne, tqeze li gor wê pîvanê, wê ziman xirş, rij, kelê û bêhode, bêkes û bêxwedî bi mîne, wa jî diyare nemaze  çendî ku kurd sûde û delîveyan ji ezmûne, ked û kêrên şaristaniya cîhanî hilînin, li gel kesanetiya xwe ya siyasî û serbixwe, ji hemî hêlekarên heyî, aborî, çandî, wêjeyî, hinga ziman wê sivik helpere evrazên neteweke rûmetdar.
Vêca ji bo ku mirov di pêşbîniyên xwe de nekeve ber pêlên serava derewîn, di nava sawêr û sîberên zir û şaş de, ne şemite hindurê xewnên qedîfî, her wekî rasteqîneke jîware ku  îro pîş zêde girane, nemaze ku mirov ji nuha ve pêşeroja ziman çespe bike, û ji nû ve destelatdariya wî dirust bike, di çaxê ku mirov nikare destelatdariya milet biserê xwe bike, çiku îş û rewş di taristanê de dijî, hêj di jiyaneke geveze de di perpite, wa jî çendî Kurd liser rûberê dîrokeke dirêj têkçûyî bin, û çendî rêjîmên dagîrker ji heman têkçûnê dlîveyên buha û derfetên zêrîn digrin, lê hema di çi pergalê de be, nemaze di vê serdema dawî de, yekliban bizavên tekakesane, tev ku hindekî pelgiranin, lê ji dil gavên erênî û sûdekar hatine avêtin û dirêj têne radan, û hîç ne gengaze ku di pîvana meşa Kwêsî de dimeşin, bê gûman xweş têne rêzgirtin û silavdan, çima? Ji ber ku berî dane zimanekî resen,  û li vêderê bîner û çavkanî pir diyarin.
Her wiha naxwe ku di kurdan de, hebin yên ku ji Cezerî, Xanî, Ceger xwin û Namî re di xwînin, û hunermendên ku hlbestên wan awaz dikin peyda ne, û hêj hebin yên ku zimanê  dayikê, rast û dirust di xebitînin, rêzimanî û rênivîsî di semta tendirustî de, li ser binaxeke rewanbêje bikar tînin, roj bi roj zimanê çêjdar ji ziyan û zexeliya biyanî paqij dikin, wilo jî peyva resen saxlem û hûr vedihûnin, bi vî şêweyî hîç Kurd nema tirs û paxavan ji pêşeroja zimanê dayikê dikin.
Lê ji nîrekî din ve dêmeku hebin, ew kesên ku hêj bi Erebî di bêjin: (şukren) (talema) û (teb en)...T.D mixabin tucarî zimanê kurdî pak û jîndar venagere, hîç ne ji giyanekî zamit û zimanperestî di bêjim, lêbelê zimanparêzî di hêle ku wiha helwestê bi şopînim û hilbijêrim, lewra di awira min de çaktirîn şêwaz û rêbaz ewe, nemaze dema ku ji dil em bixwazin zimanê xwe jîndar vegerînin, êdî zor egere ku em liser van xalên lijêr ristî rawestin. 
1- Her salekê ango demsalkê, ligora derfet û mercên çêpeyda, li bajarekî Kurdistanê, bi taybetî ji gel Enistîtoyên kurdî, komele û kombendên çandî, komîtên zimanzanan yên ekadîmî, çapemenî, weşanxaneyên govar û rojnamegeriya kurdî, vexwendî bin ku konfiransên ziman, û yên çandî li darxînin, ji gel birêvebiriya wê, xelat û nîşanên hemecûr, li gel nirxekî diravî, û li çi kesên serkeftî yên zanava yên cûreterxan, di hemî tayên zanistî de ku di hingivînin belav bikin, çi helbestvan, şêwekar, hunermend, zimannas, roman nivîs, danerên pirtûkan û destegul yên rêzimanî, ramanî, siyasî û pêdagojî û lîkolînvanên cûrekar ..T.D
2- Bo mizaxtin û zebareya diravî û dirameta berhemên derçûyî, û stûbariya wê ji gel sazî, partî, xasma gereke dewlemendên hest netewî û dûrbîn, digel dezgeyên fermî helbetî dema ku hebin, giringe ku di palûteya kombend û komeleyên ziman de, nemaze ku li derve û hindurû bêtin damezirandin, û perwerdeya ziman di mercên taybet de bi kin.
3-Ne bestbirrîna doz û daxwazên gel ji  fermandaran, nemaze ji bo rêdaneke destûrî, sebaretî mafên siyasî, çada netewî û fermîkirina perwerdeya zimanê kurdî, di gel foloklor û wêjeya wî de, di dibistan û xwendegahan de, ev hewldanan bê ewarte di serî de, dê ji gel hêzên tevgera siyasî û pêre ya rewşenbîrî, tev cemawirên civaka netewî, nemaze ku di çarçuveyeke hevbend û hevpeyman de, ji kokê de ji xwe hişyariyeke ronakbîrî, dûrbîn de, û bi hemî derfet û pêkarînên xwe bi giştî , bê birrîn û bê vewestan gilî û daxwaznameyên Kurd lidar bin, her wekî  ew mercên payeberz ku li Kurdistana Îraqê hatine bidestxistin neyên ji bîrkirin.
4- Ji bo peyda kirina zimanekî standerd, rewanbêje, paqij bo pêşerojê (fermî) û seranserî Kurdistanê bête ragihandin, li gel civakeke hişyar û yekgirtî, gereke kongerên ziman yên salane, demsale bêne li darxistin, da qena her mirovê kurd, liher cî û deverê xweş tê bigihêje, bi taybetî ku zimanekî sivik, nerm û tewanxweş weke şekir here ser zmên, û bi kêrî hemî şaxên zanînê û afirandinê bêt.
5- Rawestandin û destbirrîna derçûna, rojname û govarên ku di qilixekî sixtezanîn, û bê armancên mebestpak û giring der dikevin, lêbelê tenha bi şêweyekî taybet ji bo dengvedana Xwediyên xwe belavdibin, bê rewişt û rêpîvanên çandewarî, torevanî, zanevanî, netewî û mirovanî, di hîletekî de qet ne hêjayê weşandinê ne, bi taybetî ewên ziman qls û lawaz, nemaze ku zexeliya biyanî tevlî zimanê resen dikin, çiku ji derya zimanê zikmakî bê parin.
6- Guhdarîlêkirina mûzîk û awazên tekenîciwan, mîna çaktirîn şêwaz ewe, ku zimanê rewanbêje, peyva resen û kêşesaz, wê çaktir saz û awaz pê bibe, û wê xweştir bête weşandin û guhdarî kirin.
7- Giringe ku kombendên ziman, yên çanda perwerdeyî bêtin damezirandin, û komeleyên wêjeyî, kultûrî di seranserî Kurdistanê de, ta ku di asteyeke bilinde nûnerî û stûbariya yekgirtina ziman û perwerdeya wî, di çar pînê Kurdistanê de hilînin, di gel ku cihêbûneke nexweza, di biryar û nerînê de  heye, helbetî li gor mercên ewarte û arîşeyên pir aloz, yên ku  li valî walî serê xwe hildidin, herwe dikarim vê yekê jî di biwara mijara lêkolînê de bibêjim, nemaze lihêviya ku Kurdistan bi miletê xwe ve, di zimanekî yekgirtî, azad û serbixwe de bi bînim, çiku li wê gorê teqez gelê Kurd weke milet xwedî rewişt û rêpîvanên mafseza û rewa ye.
Di vê serdema dengvedayî û tavilî de, nemaze ku helperînên siyasî û rewşenbîrî pir jimar û cîwazin, herwekî tevgera kurdî ya siyasî di pergaleke geveze, bê nûnerî û xemsar de, ser û binî hev dibe, mixabin livalî walî mirov pêngav û helperînên siyasî, çandewarî qaşo berevaj digerê de, libin guhê hev di kevin, bê nîşan kevir bi torfelaqî diçin armancên mûrangirtî, û bi texmîn ji binî ve, rola jinê di tevgerê de, nûneriya wê di civakê de kêm peyda ye, lêbelê yekser mirov di rame ku jin hatiye jibîr kirin, tev ku rola jina Kurd di dîrokê de pirnase û qet nayê mandelêkirin, çendî emadeye ku rola xwe di vê qûnaxa hestyar de weke mêr bi leyize, gelo ? yek ji me tenha carekê jixwe na pirse. Çine pêngav, hişyarî, helperîn, çi wateyan diçesipînin ango şîrove dikin, gelo? Mebest û armanc tenha ewe ku em wilo, ji  pêwîstiya zimanê xwe bê hay bin, ango ji nû ve em ji temara xilmaşiyê bêne hinartin, bi korîma me kirî em ji xwere bibêjin, û liser derzika piştê veparimandî bimînin, ji nû ve ji xewa giran çit rabin, an ya hew jê kambaxtir ewe ku , em qerimokî, nîv falicî, tawî û bawî, hîna li dûv jiyanê lixwe lihev, li paşdemayîna xwe, li gêl û kewdaniya xwe bi terpilin. Loma hêj me ji hev cuda nekiri ye, gelo? Em gavên xwe berve pêş de radidin, ango em hîna meşa koran dikin, hêj bi gavên berve paş de tes dibin, dibe ku hinga me çivir pîkoliya ber hêlecana mirinê dkir.
Dibe ku hindek van pirsan, ji dev nezanekî bi bihîzin, ne di trezûya mafdadiyê de bipîvin, hinga ez dê li gel rêz û hurmeta xwe ji pirsyaran bi pirsim, gelo? Hûn jî dikarin rêpîvanên xwe di helgavtinên pêşverû de pêşberî min terezû bikin, wê gavê ez dê teqez bê navbirk, nerîna xwe di babet de weku min li jor amaje pê daye, rasteqînê bibêjim.
                                       
Awirek

Di nerîna min de herçî hişyarî û helperîna çandî û rewşenbîrî di kurdistanê de, bi borînin tenha liser lingekî di meşe, mîna meşa kevjêl biqûnkişkê rexda ye eniyekê, loma timî binaxe sist û pexoxî ye, qels û lawaze, çunkî dîrok kurte û yekrû paldarî ser helperîna hêzên tevgera siyasi ye, di çaxê ku gereke hişyarî û helperîn bo mercên gelêrî yên hemecûr be, ango bi wateyeke dinê di civakê de bi hemî çînên xwe ve, yên siyasî, çandewarî, aborî, wêjeyî, nemaze ku metodên guherînên gilopalîzmê, derbasî hindurê rêxistina malbatê bûbe, û pirnase ku hemî rengên tîreyên civakê di hingivî ne, tanî ku bigihê weş û pergala dirametî ya netewî û şêwazên nîvisandinê bi giştî.
Pir daxe ku hîna jî êş, kul û derdên, hindek rewşenbîrên Kurd, yên kilasîk û kevneyar nemaze ku hêj zavekî hozperestî, paşverû, olîdar û  kevneperest, nemaze ku ji bo wan kambaxiyeke sereke ye, mixabin hêj pêbawerin û dilê xwe xweş dikin ku şareweriyeke çêtir ji ya Ewropa dijîn, û hêj ji paşve tê û bi dawî ne bûye, û bandora xwe li hindekan baş kiri ye, çunkî toreya miletê kurdî nûjengave, bi taybetî ya nivîsî û ji dîrokeke kurt ve xwe ezmûne dike, û di orta kultûra rojhilat û rojava de, li gel civaka navnetewî, hêj xwe ji toza kewdaniyê di dawişîne, û di gevezeyeke angoyî de dijî, hîç ew dem xweş nehatiye ku  bejna xwe li çanda hawêrê, ango li çand û wêjeya cîhanî bigire, loma dibêjim gereke em xwe bispêrin çand û şaristaniya Ewropayê, û baş pê mijûl bibin, xwe pê bixurînin û ezmûne  bibin, pêwendariyên kultûrî hin bi hin, pêre li gor keys û mercên peyda zêde bikin, û rexbidin çanda perensîpên dîmuqrasî yên perlemento ya azad û ji gel milet hilbijartî, yên ku hişmendî û wekheviyê di hev de di parêzin, şiyane ku xwe dûrî çand û eydiyolojiya totalîtarî, dayika zor, sitemî û çewsenkariyê dike, çi rêjîmên olîdarî an destelatdarên şofonîzmê yên regezperest bin, ewên ku li ser zîlaneke çewt û sixtebazî, ziman çand, wêje, û mafê mirovan bo wan dirûşmên bingehînin, loma tenha di wêde serkeftî ne, û qedexeye ku bilî wan pê bi axivin.  
Lê her ziman bi serê xwe bo milet hêmanekî qorzîbira ye, kêreke wî giring û gewre heye, nemaze sebaretî pevgirêdana akinciyên her çar perçeyên kurdistanê, û çaktirîn metodê alîkariyê ye, nemaze bo  jîndarî û gulvedana giyanê netewî, û hem jî coşê dide palûteyeke dirust, di têgeha gurkirina giyanê hevkarî û hevgirtinê de, herwekî pîvana rûberê nexşa qada Kurdistanê, zêdetirî nîv milyon K.metroyê çarçik heye, û ser jimara nişteciyên wê , tev li hûrgelên hemnişîn û niştewarên biyanî, li dora 35-40 milyonî hene, bi tevayî ji tuxmê arîne,ji nîjadê kevil gewrin, dexer û ji hemî rengên cûr be cûr hene, xakeke pîtdan, zengîn û têrdan, têr av, kanî û deşt, çiya û paxir, zemîneke ser û binê wê gencîne ye, xwedî navendeke pêwîste û malbendeke sitratîjî siyasî, ekonomî, zendegî, di rojhilata navîn de  digre, wa jî li wê gorê girêza çav birçiyên tumakuj, biser de diherike, niştemanên wê ji mêj de bi piranî, di çandinî û kedîkirina pez, ajel û zindewaran de di xebitin, û bazirganiya kirîn û firotinê dikin, herwekî çandinî û bazirganî 2 karên serekene zûtir dihêlin ku mirov gava bide şaristaniyê, û di encamê de asteya zanistî lirex radeyeke pêşketî  di pelîne, û li pêşiya demê zanyarên fite û bilîmet di afirîne.
Lê mixabin di gel van gavên pîroz de, hêj gêl û kewdaniya zavê hozane beşekî mezin ji Kurd di rapêçe, di wê lorîka kevnar û paşverû de xwe di tepîne, di hîletekî geveze, bê pargêl de, diser hev re di qilupine û pir daxe ku tanî nuha av petrol, çem, çiya û daristan, mirov bi giştî bi çand û zimanê xwe ve, perçe werçe, tar û mar dagîrkeran ew di nava xwe de bi parvekirine.
Her wiha ji nû ve, liber rivîna diruşmên nûjeniyê, liber bayê siloganên hemdemî, liser evrazên pêldana guherînên gerdûnî, dibin sîtava ragihandina pêşverû de, ji navkutka tiknolojiya metodên gehîndarî yên lezgîn de, bandoreke ramanî pelemarî ronakbîriya kurdî dibe, û xwe hino hino ji kelecanê dide rex peravên felatê, ji nû ve arezû da û dixwaze wî nîrê bê qetab, wan ramanên çors û çepel, bîr û baweriyên kevnedînî, jêderên paşkokên paşverû, ji ser milê xwe daxînin, xwe ji girîneka genava gêl, hovîtî û nezaniyê kutah bikin, xwe ji wî giyanê damardar û rakişandî rizgar bikin, û ji layê din ve kesanetiya xwe, di heyîna helperîn û hişyariya siyasî û ronakbîrî de, di çarçuveyeke yekgurtî de nîme bike, û her têgeha wê pir egere, lêbelê girintire ku hellperîna rewşenbîrî li gel ya siyasî hevpêl û hevbest bibe, wa bihev re mildar di rêveçûna xwe de, berevaniya gireft û kêşeya milet bike.
Weku rewşa miletekî , ango mirovekî bandora xwe ya rewanî taybet heye, loma di live, di gere, liber xwe dide, naxwe ku şiyaneke wî coşdar û viyaneke serbixwe heye, her wekî giyandarî  biserê xwe tiştekî mûralî ye, bê gûman kesanetiya mirov û gel şîrove dike, û biser de her di mîne binyata tebût û dirust, ya ku hêman, qûnax û xanedan liser ava dibin, û di encamê de bûneweriya gel têre tête nasîn.
Lewra ger ku kesanetiya gel bi siyasetê baş perwerde bûbe, bê ewarte hinga dê yekser hest bibe ku , di viyaneke yekgirtî de çaktir şiyane, êdî hinga hilgavtinên gel dê liser binaxeke tebût raweste û pêre veman jêre misoger dibe, lwera kesên guhdar nemaze yên ku li razên kilîta deriyê felatê di gerin, û lê  vedikolin, ango çi metod, alav û sedem  pêdivîne, û hene ku kurdan bidine ser hev, û her wiha rola ziman di vê babetê de çi ye, û hişyarî, helperîn, netew, çand, wêje û ziman çine ?
Çi mijar û berhem hene û çi bo ziman laş û qelafet dikin.

Metodên Hevkar Pêşeroja Ziman Ronîtir Dikin

Raste weku tête gotin Ol biserê xwe tiştekî gewre û evra ye, carina di qûnaxên taybet de, dikare bibe yek ji sedemên hêzdariyê, netewan miletan bi hevkariya xwe, ligor bîr û baweriyê xwedawendane bike yek, wa jî di vê çarçuveyê de biser vedikim ku hêz û bandora ziman, li gora ezmûneya jiyanê bikêrtir û gewretire, çunkî mîna metodekî resen, di keve kultûr, wêje û dîroka kesên ku pê di axivin, û her di mîne yekem metodê  bizavêr û hevkar, yê ku miletên perçebûyî di zimanekî standrd û yekgirtî de dide ser hev, û pêre jiyaneke berhemdar û gulvedayî peyda dike, her wekî dibe ku awir û bawerî bêtin guhertin, lê hema hêç zimanê zikmakî nayêt guhertin.
Tiştekî xweza u jîware ku ziman tucarî nabe ew girêbenda yekta, ango ew kombenda bê hevta, nemaze neku wî kevnê zîvarî, peritî, bi wî nûyê hevdemî û jîndar bide guhertin, û her wa jî ziman qet nabe drûşma miletekî zindî, dêmekî milet ne heman astê di pelîne, yaxud wê çawa ziman jîndar bibe, û hêj ji goristanên gerdîş û kevnar, yên koran derneketi ye, û serbixwe  di bergeya hêlekarên wêje, huner, şêwekarî û nîgarkêşî de neda ye pêş, liser zemîna jîwarte çaktir rex neda ye kişwera bedewiyê, nemaze ya ku liser ramanên camîne û hestên tenik, û perensîbên rewişte zanîn, şêwazên nerm û hêsan perwerde dûbin, ango di rastqîna wateyê de, em ne bi desmalka bilî xwe, li semawenda zimanan xwe libakin.
Li ber dawî bê gûman hîç ne hebxwe, di xwazim di biwara vê mjara bala û banebilind de, pirseke sêwî ku qet nayê jibîr kirin bikim, gelo? Wê çilo û çawa helperîneke siyasî xurt u hişyariyeke çandî dirust çêbibe, sebaretî welatekî çar perçe, miletekî kole û bindest çand, kultûr û zimanê wî talan bûye, û sed mixabin beşekî nekêm jê, hêj pê bawerê Oleke paşdemayî ji 1426 salî ve nujenî û guhertin pesende nekiri ye, her wiha weke xwe paşverû maye, hişgêl, liser ya xwe, mejî şûştî di serê wan de zingar girti ye, kevz û tûk liser qalind meya ye, ewên ku di zemîna jîwarî de, di bîr û bawerî û berjewendiyên navxweyî de, bi giştî dijlayî hev di ramin û di xebitin, xwedî nîjadên zir, tewş û dirûşmên cîwaz xwe dane ser hev, û di paş reşperdeya Olî de, di rêxistinên çepbîr yên terorîzmî de xwe di veşêrin, û bi sixtebazî berjewendiyên paşdemî, di Iyarekî xwegihînî, helperestî de bi cih dikin, û hîç bo wan ne gengaze, ango ne tiştekî balkêşe ku, çendî ziyan û ezyetê bigihînin civakê, di gel ziman û kêşeya milet di hemî zeviyan de.
Di baweriya min de, weku diyare û tête zanîn, ji kevnedemên mêjuyî de, Ol dihate pêvan û tanî bi nuha, li gelek deverên cîhanî yên ku Misulman lê hene, destûreke xwedayî, ango yasayên pirtûkên asîmanî, liser rûyê vê gogzemîna bedew, tevlî dewlet û dam û dezgeyên rêjîmên siyasî, gereke tev ji bo xenêbûn û kamîraniya mirovaniyê bin, lewra ger ku venerîn çak dirust bin, nemaze di vê jiyana xîn û xawer de, çi kes be ango dewlet û birêvebiriya rêxistinên, partî, komele, û sendîkan bin..T.D. gereke yeksere ji bo heman mebest û armancê bi xebitin, hinga bê ewarte dê ji nû ve rasteqîna mercên şaristaniya rojava (Ewropa) di hindurê xwede qelafet bikin, her wekî di wê baweriyê de me, bi taybetî ku mebest û armanca serete jê,  xenêkirina mirovan bî, nemaze ger ku wêje û metodên wê yên terxemî, li gelepor, rêzikên civakî (foloklor) û rêxistinên siyasî, bêtir yên ku îroj di bergeya xebatê de likarin, tev doz û daxwaznameyên giran buha, ewên ku di jiyaneke şayen û gulvedayî de, nişteman û netew çaktir di parêzin, bi taybetî ku çendî pêbendî zimanekî yekgirtî be, kurtebirr hinga dê bi saya wî karibe rûmeteke gewre bide nasîn, loma zor egere û zêdetir  pêwîste ku, em bi hevre van xalên jêrîn ji bîrnekin, çunkî ji mfê min yê xweza ye ku awir û  nerîn&eci





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=831