Penaberê li welatê xwe…..?
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Helbest



 Lawkê hacî

Ev civata berhev bûye
Min digot çi rewþeke xweþ
Ji yek êþê ew çêbûye
Mê pê avdin gula bext reþ
 
Hêvî geþbû ji du çira 
Yek civak ya din bi  bira
Kedxwar çiya rast bi gera
Wê bi bê kolê devera


Dergeh nema min lê neda
Da dermankim kul û derda
Lê çi bibêjim ne merda
Birînêm kirin bi seda
 
Xewnên bi civatê didî
Derketin mêr bi gotnên geþ
Dûrî rewþêbûn ezbenî
Pûç û valane û rû reþ
 
Berî da dergehê bira
Da bi xwazim çara kula
Li der dora kurê bava
Rê nedan min hirç û gura
 
Ji rewþa penaberîya xwe
Seyr û mat bûn jê di dîtî
Ew ya ku min bawer nedkir
Bi guh bihîst bi çav dîtî
 
Bazirganên girftyarê
Ew kesên bê kesayetî
Bi erzanî wan difrotî
Doza gelê vî welatî 
 
Ên xwedan nerx îro ewin
Bi biryar û bi derfetin
Evîndarên doza pîroz
Ji wan neþên bi lebitin
 
 
Mame bê çar xemgîn û jar
Xewn û hêvî derketin xar
Ji dûr xweþe dengê defê
Havîn tu car nabe  buhar
 
Xerîbim li welatê xwe
Penaberim jêr ala xwe
Tifo…jiyan tu zor qehpî
Jan te damin ji hêla xwe ….
 
Duhok - kurdistan







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=826