Xewnên Guran û yên Berxan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 04 ÏíÓãÈÑ 2007
Mijar: Helbest



  Husên M. Hebeþ

Pirs
Carekê ji Gurekî pirsiyan
Çima diranên te wisa tûjin e?
Got:
Ji ber ku tenê bi Berxan diramin!

Aramiya ji tirsê
Di Çîrokê de
Gur li nav daristanê rastî keça kumsor tê
Wê ji rê dêxîne
Û di piþt re jî wê dadiqirtînê.
Bi vê çîroka pirr bi tirs
Herdu zarokên min bi aramî û bê tirs radizin!!


Xewnên berxan
"3" Berx li bin dareke sêvê razabûn
Di xewnên xwe de dîtin
Ku pelên daran hemû bûne lep û neynûk...
û sêv sor vedibriqin wek çavên Guran.

Xewnên Guran û yên Berxan
Gava Gur radizin
Bê tirs di xewnên xwe de
Berxan digorin.

Gava bi tirs Berx radizin
Bê tirs Gur wan didizin.

Gava Gur û berxan rastî hevdû tên
Xewnên Guran sor dibin
Û yên Berxan zer dibin.

Gava berx û Guran dostaniya hev dikin
Nema xewnan bi hevdû dibînin.

Bizavên têkçûyî
digot:
Ez dixwazim GUR kedî bikim
Carek, du, sê...
û… pirr carên din
 …………..
…………..
Lê GUR hemû berxên bizavên wî xwarin
Û kedî nebû
Kedî
Neeeebû!

Bonn 2007

habasch70@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=811