Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî û Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa (1932 – 1992)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 äæİãÈÑ 2007
Mijar: gotar



  Konê Reş

   Çendî min dixwest ez jî beşdariyê di  Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo binemala Cemîl Paşa yê Diyarbekirî li Hewlêra paytext bikim, lê mixabin ji ber gelek sedeman, ew derfeta zêrîn bi dest min neket.. Erê derfetek zêrîn bû sebaretî min..Min di dixwst neferên vê binemala dêrîn ji nêzîk ve nas bikim û nexasim li Kurdistana azad..Tevî ku ez gelek neferan ji wan nas dikim, ji yên ku li Binxetê dimînin.


Di vê dema dawî de, min du hevpeyvînên xweş bo KurdistanTV amade kirine. Yek bi Jala xanim, keça Ekerm beg Cemîl paşa re ye û ya din bi Mistefa beg, kurê Mihemed begê Cemîl paşa re ye. Belê navê min di progiramê festîvalê de hebû û kêfxweş dibûm ku bi mamoste Malmîsanij, Dr. Kendal Nezan, Perwîn xanim, Verda xanim û yên mayî re, têkevim dabaşa malbata Cemîl Paşa Diyarbekrî û em bi hev re kar, xebat û bizava wan di ber kurdewariyê de giftûgo bikin.. Lê mixabin sînor bû kelem û ew derfeta zêrîn ji dest min firiya.
   Xwendevanên bi rûmet ! Ev nivîsîna li xwarê, mijara min bû bo festîvala rêzgirtina neteweyî bo binemala Cemîl Paşa yê Diyarbekirî li Hewlêra paytext. Min Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa wek nimûne ji vê malbatê ji xwe re bijarti bû, fermo nivîsa min bixwînin.
*          *          *
   Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî(1 û Cemîl Paşa, ji tevan bêtir malbata Cemîl Paşa nav û deng di nav kurdan de daye û navê bajarê Diyarbekirê, bedena diyarbekirê bi navê wan ve hatiye girêdan û naskirin. Hem jî, ev malbat, di warê xebata kurdparêziyê de hatiye naskirin, nemaze bi van mirovên xwe yên xebatkar û kurdperwer wek: Omer Cemîl Paşa, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Wecdî Cemîl Pa‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏şa û hin din.
   Cemîl Paşa, nevîyê Mehmûd Paşa bû. ji bav û kalên xwe ve li bajarê Diyarbekirê dijiya, lê bi koka xwe ji xelkên ( Silopî ) bû. Ji ber vê yekê Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên xwe de xwe bi naznavê ( Zinar Silopî ) daye naskirin. Ji berî 300 salî ve Beden û Birca Diyarbekirê dibin hêza destê vê malbatê de bû, yekî dispart yê din û wiha ta ku dawiya wan Cemîl Paşa û kurên xwe bûn.
   Di sala 1847 de, piştî ku sultanê Osmanî, mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxanê Azîzî, dîl û sirgûnî Stenbolê û girava Kirîtê kir, hingê berê xwe da kurdan û bi sed hezaran ji kurdan sirgûnî derdora Anedolê kirin. Û Cemîl Paşa jî li Yemenê kir walî. Da ku ji şer û bela wê xelas bibin û kesên wek Cemîl Paşa nedin ser şopa mîr Bedirxan, ji ber ku têkilîyên Cemîl Paşa û mîr Berdirxan bihev re hebûn û xweşbûn û herêma Diyarbekirê bêtir dibin destê Cemîl Paşa de bû û wiha Cemîl Paşa 30 sal li Yemenê qedandin. Li Yemenê Cemîl Paşa 8 jinên din bi ser dotmama xwe de anîn, ji wan jinan 11 kur û 3 keç jêre çêbûn, 4 kur û keçek ji dotmama wî û 7 kur û 2 keç ji wan jinên din.
   Piştî ku Cemîl Paşa 30 salên xwe li Yemenê bûrandin, vegerya welatê xwe Diyarbekir û gelek zêr û mal bi xwe re anîn û kurên xwe bi xwendin û zanîn dan, nemaze li Stenbolê û Ewropa, ta ku di sala 1900 de, li bajarê diyarbekirê çûye ber dilovaniya Xwedê.

   Di dawiya sed salên 19 an û despêka 20 na de, kurên Cemîl Paşa di nav rewşenbîrên imperatoriya Osmanî de, ji yên sereke dihatin hejimartin, hem jî pir têkilîyên wan bi malbatên kurdperwer re li Diyarbekir û Stenbolê hebû..
   Li piştî ku destûrê 1908 an hate deranîn, kurên Cemîl Paşa jî bi welatparêzên kurdan re wek: Bedirxaniyan, Baban û Şemdînan, xebat û bizav kirin, da ku navê gelê kurd wek gelên Yûnan, tirk û Ereb bilind bikin û wiha doza mafê gelê kurd li Sultan kirin.
   Di sala 1912 an de " Omerê Cemîl Paşa(2 bi xwendekarên kurd re li Stenbolê, yekemîn komele ji xwendekarên kurdan re bi navê " Hêvî " damezirandin, hingê ew serokê komelê bû, hem jî dostanî bi hin kesên gelên bin dest re danîn wek Ereb, Yunan û Ermenan..
   Lê ku em vegirin ser kurê Cemîl Paşa yê din " Qasim " ku dibe kalikê " Dr. Qasim Miqdad " emê binerin ku " Qasim beg " ji kurên Cemîl Paşa yên mezin bû, camêr ne kêmî birayên xwe bû, belê ji gişa bêtir barê mabata Cemîl Paşa bi xwe ve hiltanî û di berde dixebitî. Dîwanxaneya wî di bajarê Diyarbekir de, ji her çar dîwanxanetên din bêtir bi mêvan û dan bû, hem jî welatparêzekî dilêş û xemgîn bû..
   Dema serok " Wilson " her 14 bendên xwe di sala 1917 an de li cîhanê belavkirin " Qasim beg " komelek kurdî bi navê " Komela tealî kurdî " di bajarê Diyarbekir de damezirand, bi alîkariya kurdên welatparêz wek: Dr. Evdella Cewdet, Dr. Fûad Hac Ibrahîm Efendî û Memdûh Selîm Beg .. û gelek  şaxik jêre li bajarên rojhilatê vekirin. Hem jî dan û standinek bi komelên Kurdî yên Stenbolê re çêkirin, hingê Qasim Beg hate bijartin ku ew li Stenbolê serokê komelê be.
   Lê ku em vegirin ser kurên " Qasim Beg *  emê bi nerin ku sê Kurên wî hebûn, Şemseddîn, Ekrem û Miqdad: 

   Şemseddîn: li Siwîsra, bajarê Lozanê, bi bira û pismsmên xwe re xwendina xwe dikir. Dema ku şerê cîhanî yê yekemîn dest pêkir vegerya tirkyê û beşdarî di şer de kir, ta ku di sala 1916 an de giha Dêrazorê û di eynê salê de çûye ber dilovanya xwedê.
   Ekrem: wî bi birytê xwe re li Lozan dixwend, di dest pêka şerê cîhanî de vegerya Stenbolê û tevî tevgerên kurdan bû. Û pir kar di komeleyên kurdan kiriye.
   Di sala 1919an de, bi mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan re, di gel mêcer Newêl yê Ingilîzî re li kurdistana bakur geryane, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin, berî ku peymana Sîverê bê mohrkirin di na bera hevalbenda û dewleta Osmanî de ..
   Di sala 1925 an de, pir têkiliyên Ekrem beg bi Şoreşa Şêx Seîdê Pîran re hebû, bi hilweşandina şoreşê re, Ekrem beg li Stenbolê hate girtin û navî wî hate xwendin bi darvekirinê .. lê bi hêza zêran hate berdan..
   Miqdad: bavê Dr.Qasim, ji kurên Qasimê Cemîl Paşa yên biçûk bû. Dema ku şerê cîhanî yê pêşîn, herdû birayên wî û pismamên wî ji Ewropa vegryan tirkyê, hingê rê ji ber xwendina wî li Ewropa hate birîn, vêca bavê wî, ew li Diyarbekir û Stenbolê bi xwendi da . lê mixabin, vê dawiyê û bi taybetî piştî şoreşa şêx seîd efendî, cî û war li tirkyê ji ber wan hat girtin, wan jî xweş naskir ku nema bi hêza zêran karin hikûmeta Mistefa Kemal Paşa bixapînin. Hingê jî, Mistefa Kemal paşa navê wan ji Cemîl Paşa guhertibû bi (Cemîl Oglo), vêca ji neçarî Miqdad Beg bi birayê xwe Ekrem Beg û bi pismamên xwe re wek: Qedrî Beg (3, Mihemed Beg (4, Bedrî Beg (5, Wecdî Beg ... hwd, binxetî Sûriyê bûn di Adara 1929 de.
   Wiha tev bi zarokê xwe ve, li bajarê Dirbêsiyê û Hesekê kom bûn. Di wê navê re komela Xoybûn li Bêrûtê di sala 1927 ande hatibû dameziran din, vêca tev bûn endamê wê komelê û xwe ji şoreşa Agrî re amedekirin ku ji sînorê Sûriyê ve êrîşî tirkan bikin, lê mixabin ew pilanên wan jî ber avêtî derketin... Di wan salan de eynê sala 1932 an xwedê kurek da Miqdad beg li bajarê Hesekê, navî wî kir Qasim, li ser navê bavê xwe.

Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa
1932 - 1992

   Dr. Qasim, biçkanîya xwe li bajarê Hesekê û gundê Tehlikê bûrandiye ta ku temenê wî bûye 8 salî. Hingê bavê wî mala xwe barkirye Şamê, wiha wî xwendina xwe ya seretayî, orte û bilind li Şamê bi dawî aniye. Di ber re jî, fêrî gelek zimanan bûye wek: Erebî, tirkî, Ferensî, Ingilîzî, ji bil ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wan bû.
   Piştî ku xwendina xwe ya bilind di bijîşkiyê de, di zankoya Şamê de kuta kir, vegerya bajarê " Derbêsyê " û lê kilînîkek vekir. Lê pir lê dom nekir û berê xwe da bajarê " Qamişlo " di roja 7ê Adarê de di sala 1963 an, û têde kilînkek vekir û bi şev û roj, êş û nexweşyên gelê Qamişlo û Cizîrê bi derman dida.  Wiha " 28 " salan berdewam kir di bajarê Qamişlo de, ta ku çû ber dilovanya xwedê di roja ( 13-10-1992 ) an de.
   Di roja ( 14-10-1992 ) an de, bi guhestina termê wî re ji bajarê Qamişlo, ta bi goristana gundê " Dugirê " piranîya netewên Cizîrê, bi Kurd, Ereb, Ermen, Siryan beşdar bûn. Ew li kêleka Dr. Ehmed Nafiz Zaza bi çî û war kirin. Li ser gora wî çend gotin hatin xwendin, di pesin û şarezayiya wî de. Ji gotina dawîn a metran Antiranîk wiha got: ((Dr. Qasim, sembol bû ji hevgirtina netewên Cizîrê re.. Pîroz be ji wî gelê ku ew jê ye..))
   Di çil rojiya wî de, tev netwên Cizîrê û girngtirîn kesayetiyên hukûmetê beşdar bûn, di gel dost, heval û mirovên wî yên ku ji Şam û Helebê hatibûn, hem jî gelek gotin û helbest hatin xwendin.
   Çima Dr. Qasim Miqdad bi vê rêxistina dûr û dirêj ? gelo ji ber ku bijîşkekî jîr û zana bû..?! An ku ji mala Cemîl Paşa Diyarbekirî bû ?!
   Ev tev netêne, bi tenê tiştekî giring li bal peyda dibû, wî tiştî dihişt ku tev dost û hevalên wî jêre temene bibin, ew tişt; mirovantiya bû, wekheviya wî bû, cangoriya wî bû.
   Dr. Qasim, xwe di ser kesekî re nedigirt, û kes jî di ser xwe re ne digirtin û qet rojekê ji rojan xwe bi esil û feslê xwe paye nekir, hem jî ne got, ez kurê Cemîl Paşa me, û qet wî pîş bi paşnavê xwe ( Cemîl Paşa ) nekir. Tenê bi navê Dr. " Qasim Miqdad " di hat naskirin.
   Dr. Qasim, kes di ser kesî re negirt, ne got ev kurd e, ev Ereb e, ev Ermenîye, ev Siryane, û ne jî ev misilmane an filehe an Yezîdiye .. tev li bal wek hevbûn..
   Di şevên zivistanî de, cizme dixist lingê xwe û bi dûv nexweşên xwe de diçû gundan û taxên dûr ji bajêr..
Pere ji xizan û belengazan ne distand, belê pirê caran bihayê derman jî, ji bal xwe ve dida wan..
   Mêr bû, ji kesî ne ditirsiya, ne ji Şêx û Keşan û ne ji hêzên dewletê û piraniya wan pêre dost û hevabûn..
   Dr. Qasim, merd bû, li malê dinyê negerya, ku geryaba wê niha çend qûnaxên wî hebûna .. ji ber vê merdiyê " 28 " salên xwe yên dawîn, di hotêla " Semîr Emîs " de libajarê Qamişlo bûrandin, bi kurên " Baho " re li bajarê Qamişlo..
   Raste jin ne anî, û bê ku bedena wî şîn bibe çû ber dilovaniya Xwedê, wî jî ev yek dizanî ne ku ne dizanî, lê wî tev nexweşên ku diçûn bal wek zarokên xwe di dîtin, û di piraniya wan de di dît ku tiştek ji wan nayê ji bilî çêkirina zarokan pêve, vêca pêwîst di dît ku riya tundiristiyê şanî wan bide, da ku di pêşerojan de saxlem bin, û karibin tiştekî hêjayî ji xwe û yên dora xwe re pêk bînin. Ji ber ku wî raman û xebata rast û durist di beden û laşê saxlem de didît. Ne di yê nexweş de. Vêca  dixebitî Ku laşan saxlem bike, ne ku peran bi dehev wek doktorên îro..
   Wiha di wê navê de, jin jibîr kir û xwe winda kir di nav bera mirovhezkirinê de û mirov parêziyê de..
   Dr. Qasim, pir jîr û zîrek bû, wek me got, hem jî di warê ilm û zanînê de, kêm kes di sûrî de wek wî hebûn, mirov ne dizanî, Dr. Qasim, bijîşke, an dîrokzane an.. Kêm zêde di her warî de xwedî zanîn bû, bi gotina dostên wî yên nêzîk ku ji min re gotin: " Dr. Qasim Miqdad ansîklopîdyake li ser dû lingan bû.. "
   Dr. Qasim di warê kurdayetiyê de ne çav girtî bû, belê bi dû saloxdanên tevgera kurdî de bû, û di salên dawîn de hêviyên wî pir mezin bûn bi welatekî rizgarkirî. Tiştê jê dihat xwestin dikir û Dida..     Mirov dikare wî bixe rêza wan doktorên ku canê xwe gorî xaka kurdistanê kirine wek: Dr. Evdulla Cewdet, Dr. Fûad, Dr. Ehmed Nafiz Zaza û hin din..
   Di bawerya min de çi mirovê ku di jiyana xwe de bibûre da ku jiyana kesên li dor xwe xweş û geş bike, ew mirov mêre û çi mirovê ku êş û nexweşiyên xwe jibîr bike, bi êş û nexweşiyên xelkên li dor xwe ve dakeve, ew mirov giranmêre, hêjaye pesn û şabaşan..
   Dr. Qasim, yek ji van giranmêran bû, camêr jiyana xwe tevde diyarî gelê " Cizîrê " kir bi tev netewên ku têde dijîn, çi Kurd, çi Ereb, çi Ermen, û çi Aşûrî, û qet rojekê ji rojan li ola mirov ne pirsî, Mislmane an Filehe, an Ezidiye, bi tenê berguhka wî di guhên wî debû, û destên wî jenên nexweşan di hejmartin, wiha bi jîr û zîrekiya xwe raport û lîstên dermanan ji nexweşên xwe re dinivîsandin. Pirê caran nexweşên wî bi dermanên wan lîstan rehet dibûn, bêtir ji dermanên lîsteyên doktorên " Şam " û " Helebê "  yên bi teybetî. Sed rehmet li giyanê wî biba re, bihişt cî û warê wî be..

Perawîz û jêder :

1- Dr. Fûad yê ku li Diyabekirê bi şêx Seîd re hatiye bidarvekirin, kurê Hacî Ibrahîm Efendî ye... 
2- ta roja îro zarokên Omerê Cemîl Paşa li dervî kurdistanê dijîn, nemaze li Edirne û Stenbolê wek: Dr. Farûq û Dr. Cemîl û Kemal Sahib..
3 – Qedrî Beg ( Zinar Silopî ): Di sala 1946 an de wek nûnerê Kurdên Binxetê çû Mahabadê bo pîrozkirina  Komara Demoqrat, zarok jêre nebûn ew xalê Dr. Qasim bû.
4 – Mihemed Beg di dawiya sala 1992 de li gundê xwe ( dade Ebdal ) çû ber dilovanya Xwedê, nuha kurê wî Mistefa Beg li eynê gund dimîne, nêzîkî Serê Kanyê
5 –Du kurên Bedrî Beg li Sûryê dimînin yek Dilawer e, derman xaneyek wî li Helebê ye, yê din Welîde li Şamê akencîye.
6 - Qedriyê Cemîl Paşa ( Zinar Silpoî ) – Doza kurdistan ( bîranîn ) Erebî
7 - Dr. Celîlê Celîl: Nehdet elekrad elseqafiye we elqewmiye 1984- bi Erebî
8 - Kamîran Haco, dîrok û şax û paxên dara malbata Cemîl Paşa ji devê Dr. Qasim girtibû û nivîsibû, tev dane min ..
9 - Di herdû salên dawîn de têkilyên min bi Dr. Qasim re hebûn, pirê caran min jê dipirsî li dor malbata Cemîl Paşa, wiha ez serwextî gelek nûçeyan bûm.  

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=809